Tecrîda Îmraliyê di rojeva Konseya Federal a Swîsreyê de ye
Parlamenterên Swîsreyê tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan tê meşandin anîn rojeva Meclîsa Federal a Swîsreyê û bang li Konseya Federal kirin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê têkevin nava liv û tevgerê.

Bertekên li dijî tecrîda mutleq a girankirî ku 3 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê dîl tê girtin, dewam dikin.
Bi pêşnûmeya parlamentera Partiya Sosyalîst (SP) ya Parlamentoya Federal a Swîsreyê Fehlmann Rîelle Laûrence û bi îmzeya 11 parlamenterên Federal bal kişand ser tecrîda Îmraliyê. Di pêşnûmeya ku ji bo bersivdayînê pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê hat kirin de ji Swîsreyê hat xwestin ku têkildarî şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.
JIYAN Û TENDURISTÎ MIJARA FIKARAN E
Parlamenteran di pêşniyara xwe ya ji bo Konseya Federal de behsa pêvajoya dîlgirtina Abdullah Ocalan a li Kenyayê jî kirin û diyar kirin ku ji Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim ên ku di Girtîgeha Girava Îmraliyê de girtî ne, ji 25’ê Adara 2021’an heta niha ti agahî nayê girtin. Di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku li Îmraliyê mafê hevdîtina malbat û parêzeran bi temamî hatiye astengkirin û wiha hat gotin, “Ji bo jiyan û tenduristiya Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din fikareke kûr heye.”
HÊRSEKE MEZIN LI DIJÎ TECRÎDÊ HEYE
Parlamenteran bal kişand ser helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya li hemberî Îmraliyê û wiha dewam kir: “CPT di navbera 13-22’ê Sibatê de li girtîgehên Tirkiyeyê ziyaret kir, lê ji ber Tirkiye li dijî derket neçûn Girtîgeha Îmraliyê. Li aliyê din di 27’ê Mijdara 2023’yan de girtiyên li girtîgehên din ên Tirkiyeyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin. Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar bikin ji Baselê heta Strasburgê meşiyan.”
ABDULLAH OCALAN DI HEVDÎTINÊN AŞTIYÊ DE ROLEKÎ GIRÎNG LÎST
Di pêşnûmeyê de bal kişandin ser girîngiya rola Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de û wiha berdewam kir: “Em dizanin ku Ocalan di navbera salên 2011-2015’an de di hevdîtinên aştiyê yên navbera PKK’ê û dewleta Tirk de ku bi navbeynkariya welatên wekî Swîsre û Norwêcê pêk hatiye, roleke girîng lîstiye.”
SWÎSRE ÇI DIKE?
Endamên Meclisa Federal di berdewamiya pêşnûmeyê de ji bo Konseya Federal a Swîsreyê bibersivîne ev pirs kirin:
Swîsre ya ku endama Konseya Ewropa û CPT’ê ye ji bo lêkolînkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan çi dike?,
Gelo Konseya Federal tecrîda li ser girtiyan wekî îşkence dibîne? Eger wisa be, ji bo ku girtiyên Kurd ên li Îmraliyê karibin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin, ew plan dike ku çi gavan bavêje?
Gelo Konseya Federal ji bo garantîkirina mafê hêviyê ku di biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de tê gotin, wê gavan bavêje?
Gelo Grevên birçîbûnê û tecrîda li girtîgehên Tirkiyeyê di têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Swîsre û Tirkiyeyê de cih digirin?
Parlamenterên din ên ku îmze avêtin pêşnûmeya ku Parlamentera Partiya Sosyalîst (SP) ya Parlamentoya Federal a Swîsreyê Fehlmann Rielle Laurence amade kiribû ev in:
Emmanuel Amoos: Endamê Parlamentoya Federal a Partiya Sosyalîst
Brigitte Crottaz: Parlamentera Federal a Partiya Sosyalîst
Christian Dandres: Endamê Partiya Sosyalîst a Parlamentoya Federal
Pierre-Alain Fridez: Endamê Meclîsa Federal a Partiya Sosyalîst
Claduia Friedl: Endama Meclîsa Federal a Partiya Sosyalîst
Balthasar Glatti: Serokê Partiya Keskan û Parlamenterê Meclîsa Federal
Dalphine Klopfestin Broggini: Endama Keskan a Parlamentoya Federal
Raphael Mahaim: Endamê Meclîsa Federal a Keskan
Fabian Molina: Endamê Meclîsa Federal û Endamê Komîteya Karûbarên Derve
Jean Tschopp: Parlamentera Federal a Partiya Sosyalîst
Nicolas Walder: Cîgirê Serokê Keskan û Parlamenterê Parlamentoya Federal