المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

AKADEMIYA RÊBER ABDULAH OCELAN YA ZANISTÊN CIVAKÎ.

0 24

Peymana Sykes-Picot û Netew-Dewletên Li Rojhilata Navîn

Peymana Sykes-Picot, peymanek veşartî ya parvekirina Rojhilata Navîn e ku di sala 1916’an de di navbera Fransa û Îngîltereyê de hatiye çêkirin Piştî ku hesabên hilheşandina Împaratoriya Osmanî hate kirin, bi vê peymanê welatên Ereb û Tirkiye jî di navê de bi taybetî li herêmên wekî Sûriyê, Libnan, Îraq, Urdun û Filistînê sînorên li hev çêkîrî diyar kirin. Ev, peymaneke wisa ye, li herêmeke wekî Rojhilata Navîn ku ji curbicur gelan pêk hatiye, bi sînorên xwe yên li hev çêkirî û bi dewletên xwe yên navendî yên yekperest, dewlet û gelan tîne beramberê hev û wan dixe pêsîra hev. Ev sînor û netew-dewletên yekperest, bêyî ku rengên herêmê yen wekî netew, bawerî û çand li ber çavan  were girtin, li gorî berjewendiyên emperyalîst hatine diyarkirin.

Ji ber ku Sykes-Picot, ew maf ji gelan re nas nekir ku gel, grûbên etnîkî, bawerî û çandî çarenûsa xwe diyar bikin, bû sedem ku gelên li herêmê demeke dirêj bi zext û zordarî û bişaftinê re rû bi rû bimînin. Vê peymanê ne tenê ji bo gelê Ereb, di heman demê de ji bo gelê Kurd, gelê Ermen, Durzî, Çerkes, Tirkmen, Elewî, Sunnî û gelek grûbên din ên bawerî, çandî û etnîkî jî ji derveyê hesaban hatin hiştin. Ev grûbên etnîkî, çandî û baweriyê ew derfet peyda nekirin ku xwe bi xwe bi rêve bibin û avaniyên xwe yên wekhevî û azadiyê çêbikin.

Hilweşîna Sykes-Picot û Netew-Dewletan

Di pêvajoya dîzayna Rojhilata Navîn de ku di asta Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de bi pêş dikeve, xuya ye ku bandorên Sykes-Picot hildiweşin. Bi taybetî ji ber ku li Îraqê di şexsê Sedam Hisên de netew-dewleta klasîk û navendî û sînorên wê hilweşiya, bû sedem ku bingehên netew-dewleta Erab, li Sûriyê biruxe û hilweşe. Ev herçiqas tê maneya ku jihevketina felsefeya avabûn û sînorên netew-dewleta Ereb a navendî jî, nayê maneyê ku zexta Sykes-Picot ên li ser gelan bi dawî hatiye. Lê dest nîşanî wê jî dike ku qonaxeke wisa dest pê kiriye; gel û baweriyên li herêmê hene dikarin, ji bo ku xwe bînin ziman hê zêde demokrasî bixwazin, ji aliyê siyasî û civakî ve daxwaza xwe bi rêve birinê bikin û bi şiklekî azad nasnameyên xwe bi rêxistin bikin.

Sînorên lihevçêkirî û modela rêveberiya netew-dewleta Ereb a navendî, di şexsê Îraq-Sûriyê de hejiyaye û hilweşiyaye; xuya dike ku netew-dewleta Îran-Tirkiyê ku xwediyê heman ferasetê ne jî di hedefê de ne. Feraseta netew-dewleteke navendî û yekrengî, bi taybetî felsefeyê avabûnê û çarçoveya dîrokî ya Tirkiyê, bi peymana Lozanê pêk hatibû. Pêvajoya Sewrê ku lingê Sykes-Picot ê li Tirkiyê bû, bi navê Lozanê wekî netew-dewleta Tirk veguhertin derbas kiriye. Îrana bi navenda Pers-Şîa jî, piştî 1979’an bi statukoperestiya netew-dewletê çêbûye. Ji ber vê yekê em dikarin texmîn bikin ku wê dewletên Îran û Tirkiyê, di dîzayan veguhrerînê ya Rojhilata Navîn de wê bi guherîn û veguherînê re rû bi rû bimînin.

Gelan, her çiqas qut qutî jî bûye, li dijî feraseta Sykes-Picot û li dijî feraseta statukoperestiya netew-dewletê ya li Lozanê bi pêş ketiye têkoşînek meşandine. Herî dawî pêvajoya ku bi navê bihara Ereban û bihara gelan hatiye jiyankirin, nîşaneyeke mezin e ji bo lêgera gelan a azadî û wekheviyê. Her çiqas hêzên hegemon ev pêvajoya ku di 2010’an de dest pê kiribû asteng kirine jî ev tevgerên gelan ku li her derê Rojhilata Navîn belav bûne, ne tenê serî rakirineke li beramberê dîktatorên heyî ye, hêzên azadîxwaz ên gelan di heman demê de bi vî awayî hewl didin nasnameyên xwe yên çandî û siyasî hê bi azadî îfade bikin û daxwazên xwe yên ji bo rêveberiyeke hê bi şiklekî adil bînin ziman.

Nakokiyên Di Navbera Netewe-Dewlet Û Gelan De

Bi têkoşîna gelan a azidî, wekhevî û xwe bi rêvebirinê, felsefeya avabûna Sykes-Picot û Lozanê û modela netew-dewleta navendî ya yekrengî û domdarîbûna wê tê xistine ber lêpirsînê. Statukoperestiya netew-dewleta navendî, bi peymanên wekî Sykes-Picot û Lozanê bi giştî li gorî berjewendiyên kapîtalîzma dagirker şikil girtiye; ev realîte bi nasnameya gelên Rojhilata Navîn re, bi çanda wan re, bi baweriya wan re, bi feraseta azadiya jinê re nakok bû û hemû ew ji derve hiştin, gelên herêmê bi rêjîmên navendî, mezhebperest, yekperest, zayendperest, netewperest û zextker bi rêve birin. Rejîmên bi vî şiklî timî mafê gelan ên çandî, bawerî û netewî, nasnameyên xwe bi azadî jiyan kirinê binpê kirin, pêvajoya qirkirina nijadî ya çandî û siyasî dane jiyankirin.

Li beramberê têkoşîna ku gelan demeke dirêj meşandine, netew-dewletên navendî û yekrengî yên li Rojhilata Navîn hatine teşhîrkirin û ketine rewşa hilweşandinê. Li aliyê din gelên ku ev têkoşîn meşandine bi zextên derve re rû bi rû ne. Vê rewşê bi gelan hê zêdetir da hîskirin ku netew-dewlet ji bo gelan avaniyên sînordar, navendî, zayendperest, netewperest  û yekperest û  zordar in. Netew-dewletên navendî, yekreng ku bi felsefeya avabûnê ya Sykes-Picot hatine çêkirin, hem bi gelan re û hem jî bi yekdestên navneteweyî (şirîketên pir netew, saziyên fînansê yên global, hêzên leşkerî û hwd) her diçe hê zêdetir nakok dikevin û pevdiçin. Ji ber ku netew-dewlet ji bo ku sînorên xwe, hegemonyayên xwe û pêkhateyên xwe yên yekrengî biparêzin li ser esasê statukoperestiyê di xwe de israr dikin; li aliyê din yekdestên navneteweyî ji xwe re kirine hedef ku ji bo berjewendiyên gera sermayeyê û ji bo ku hê zêdetir feyde bikin xwe bigihînin sînorên hê berfirehtir, astengên navxweyî derbas bikin, van pêkhateyan ji hev bixin û li gorî berjewendiyên xwe yên global ji nû ve dîzayn bikin. Lewra, statukoperestiya netew-dewletê, hem ji ber daxwazên azadiyê yên gelan ku ji hindur ve pêş dikeve û hem jî ji ber zextên ji derve tên, di navbera du agiran de mane û her ku diçe ber bi jihevketinê ve diçin. Aktorên hegemonîk ên vê pêvajoyê, di dema ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de, ji bo berjewendiyên xwe yên sermayeya global û ji bo ewlekariya xwe, parçe kirin jî di nav de netew-dewletan ji nû ve dîzayn dikin. Rol û alternatîfa gelan a di vê vesaziyê de wê çi be, di vê demê de bûye pirseke girîng.

Çareserî Netewa Demokratîk, Xweseriya Demokratîk, Konfederalîzma Demokratîk e

Hejandin û ji hevketina peymanên wekî Sykes-Picot û Lozanê, tê maneya ku sîstemeke yekpare ji nû ve çêdibe. Ev, di pêvajoya dîzayna Rojhilata Navîn de zemîna sîstemek ku di berjewendiya gelan de ye hazir dike. Ev sîstem, dibe ku hegemonyaya netew-dewleta navendî ya mezhebperest, yekperest, netewperest, zayendperest û olperest derbas bike; bibe sedema pekhateyên civakî yên ku tê de xweseriyên herêmî û konfederalîzma demokratîk li pêş e. Hêzên hegemonîk di pêvajoya dîzayna Rojhilata Navî de plan dikin ku sîstemên netew-dewletê ji hev belav bikin û li gorî berjewendiyên sermayeya xwe, wekî ku  gelan ji derve bihêlin, herêmê ji nû ve dîzayn bikin. Li beramberê vê, hewce dike bersiv û alternatîfa gelan li ser esasê paradîgmaya netewa demokratîk, di çarçoveya yekîtiya demokratîk a gelan de, wekî sîstemên civakî yên xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk şênber bibe. Herikîna civaka dîrokî qonaxeke wisa ye; gelên herêmê wê bi rêveberiyên xwecihî ku xwe dispêrin yekîtiya demokratîk a gelan, xwe bi xwe bi rêve bibin.

Di navbera netew-dewlet, gel û yekdestên navnetewî de nakokî hene. Ji bo ku gelên herêmê vê pêvajoyê bixin xizmeta xwe, firsendeke dîrokî peyda bûye. Ji ber vê yekê nakokiya di navbera netew-dewlet, sermayeya navnetewî û gelan de, li beramberê pêkhateyên navendî û yekreng, îhtiyaceke wisa zêdetir derdixîne holê ku gelên li Rojhilata Navîn ji bo ku modelên rêveberiyê yên nû ku nasnameyên wan ên dîrokî, çandî, baweriyê û neteweyî nas dikin, azadiya wan dixe binê ewlehiyê, derxînin pêş. Modelên wekî xweserî, federalîzm û konfederalî, li beramberê pêkhateyên navendî, şiklên rêveberiyê yên alternatîf in; li dijî ferzkirinên netew-dewleta navendî, ji bo ku gelên li herêmê azadiya xwe biparêzin, wekî rê û rêbazekê derdikeve li pêş.

Netew-dewlet bi peymanên wekî Sykes-Picot hatine avakirin û di roja me ya îro de jî bingehên wan diheje. Li dijî van pêkhateyan, ji bo gelan ew pêvajo dest pê kiriye ku nasnameyên xwe û şiklên xwe bi rêvebirinê kişif bikin. Li Rojhilata Navîn, li dijî van nêzîkbûnên ku bi salan berdewam kirine yên yekperest, navendperest, mezhebperest, zayendperest, netewperest û netew-dewleta olperest ên îmhaker, asîmilasyonîst û her wiha sînorên lihevçêkirî ku li derdora netew, gel, çand û baweriyan de hatine xêzkirin, lêgerên gelan ên azadî û xwe bi xwe rêvebirinê, di vê pêvajoya nû de hê jî ber vi çav bûne. ev daxwaza azadî, demokrasî û xwe bi xwe bi rêve birinê, nîşan dide ku gel pêkhateyên netew-dewletên navendî yên yekpereset, zayendperest, netewperest, olperest naxwazin, hê bêhtir wê modelên ku xwe îfade bikin û bi rêvêve bibin ên nerm û demokratîk ku xwe dispêrin xweserî, federalîzmê hilbijêrin. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan, li dijî statukoperestiya netew-dewletên herêmê, wê wekî hêza sereke ya vê pêvajoyê were bidestgirtin. Demokrasî, pirrengîbûn û daxwazên rêveberiya hevbeş û demokratîk, ji derveyê sînorên li hevçêkirî û dîktatoriyên heyî, stûnên bingehîn ên dîmeneke nû ya Rojhilata Navîn ava dike.

Dema ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, bersiva gelan ew e ku di nava sîstema netewa demokratîk de pêkhateyên pirrengî werin bi pêşxistin. Pêşketina sîstemeke pirrengî û demokratîk konfederal, hem modelek ku karibe tewazinên li herêmê werin parastin pêşkeş dike û hem jî ji bo ku sermaye di nava ewlehiyê de bi demokrasiyê re hev bibîne şertûmercan xweş dike Pêvajo, ew pêvajo ye ku gelên herêmê di nava yekparetiyekê de bi ferqûcudahiyên xwe û bi rengên xwe yên ku dewlemendî tên hesibandin xwe bi rêxistin bikin. Hewce dike di zikhev de li ser zemîneke demokratîk û pirrengî, bi feraset û çanda jiyana bi hev re, wekî ku şidetê, tahakumê, hegemonyayê red bike, bi têkoşîna siyasî, çandî, aborî û îdeolojîk di nava sîstemê de têkoşîn were meşandin, şert û merc werin afirandin. Her wiha fikr û sîstema netewa demokratîk pêşdibinê ku reqabet û siyaset li ser zemîneke hevbeş û yekpare were meşandin.

Rêxistinên netewa demokratîk, yekeyên wê yên polîtîk û curbicur, paradîgma û pêşengiya wê ya têkoşînê, ji bo ku modelên wê yên sîstema demokratîk bi pêş bikeve, zemîneke xurt ji bo têkoşînê pêşkeş dikin. Di pêvajoya ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de, netew-dewlet ji şiklê xwe yê yekperest, mezhebperest, zayendperest, olperest û neteweperest dûr dikevin; pêkhateyên nû ava dibin, li şûna ku li gorî berjewendiyên sermayeya global şikil bigire, hewce dike bi têkoşîneke neasayî li ser esasê xweseriya demokratik û konfederalîzmê li gorî berjewendiyên gelan werin guhertin. Ji bo vê yekê jî, hêzên neteweya demokratîk, xwediyê wê alternatîfê ne ku li dijî netew-dewleta navendî, yekperest, olperest û netew-perest, modeleke rêveberiyê bi pêş bixin; ji bo vê ye hem ji aliyê teorîk ve û hem jî ji aliyê paradîgma û pratîkê ve xwediyê danehev û tecrûbe ne. Di serî de gelên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Çerkes, Aşûrî, Tirkmen û hemû grûbên etnîk, çandî û baweriyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser esasê paradîgmaya neteweya demokratîk di çarçoveya xweseriya demokratîk de xwe bi rêve dibin. Ji vê re mînaka herî ber bi çav ev e. feraseta rêveberiya xweser di encama vê tecrûbeyê de, di 13 salan de zemîn, danehev û tecrûbeyeke xurt afirand. Hewce dike, ev model li hemû qadan û li Rojhilata Navîn were tecrubekirin Paradîgmaya netewa demokratîk, ji ber ku li Sûriyê feraseta rêveberiya xweser a demokratîk derbasî jiyanê bûye, ji ber ku ji derveyê netew-dewleta navendî, sîstemeke cuda pêşkeş kiriye û alternat bi pêş xistiye, bi modelên ku li Rojhilata Navîn werin avakirin re li hev dike û di nava ahengekê de ye. Hêza ku di nava vê herikîna dîrokî de ji bo vê pêvajoyê herî bi amadekarî ye, ji bo çareseriyê di asta paradigmatîk de bersivê dide, xwediye proje û rêxistin e, hêzên neteweya demokratîk in. Ji bo ku li Rojhilata Navîn, hêzek karibe bi roleke pêşeng rabe, hewce dike modelên wê yên alternatîf hebin. Ji ber vê yekê li her derê ku pêkhateyên statûkoperest ên netew-dewletên dagirker hene, li dijî van, hewce dike paradîgmaya netewa demokratîk ku xwediyê projeyeke çareseriyê ye li her derê were pêşxistin, eniyên xwe yên demokratîk ava bikin û têkoşînên cur bi cur bigihîne hev. Di heman astê de di asta Rojhilata Navîn de jî ji bo ku hêza guherîn û pêşxistinê pratîze bibe, hewce dike tifaqê hê giştî werin bi pêşxistin.

Wekî encam, hewce dike gelên herêmê karibin di vê pêvajoya ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin de vê pêvajoyê wekî ku li gorî berjewendiyên wan bi encam bibe binirxînin. Lazim e di serî de li qadên wekî Îraq, Sûriyê, Tirkiyê, Îran, Libnan, Filistîn û li hemû qadên din ev pêvajo were bidestgirtin.

Hem ji aliyê têkoşînê ve û hem jî aliyê pêşxistina modelê ve Sûriyê qadeke mînak e. Sûriyê, yek ji mînakên herî diyar ê veguherîna demokratîk û ji nû ve çêbûnê ye. Her çiqas pêkhateya netew-dewleta yekperest, navendperest, mezhebperest, zayendperest, netewperest û olperest ku ji aliyê peymana Sykes-Picot ve hatiye ferzkirin, sembolîk be jî hilweşiya be jî, ev pêvajo temam nebûye û pêvajoya ji nû ve înşabûnê didome. Ji ber vê yekê fotoxrafê Sûriyê bi temamî derneketiye holê, ew ê bi têkoşîneke zêde zêde û bi rêxistinî, derkeve holê. Lewra li Sûriyê pêkhateya netew-dewleta klasîk, navendperest, mezhebperest, olperest û netewperest ku xwe dispêra peymana Sykes-Picot, li pêşberê têkoşîna gelan îflas kiriye. Hewldana ku dixwaze pêkhateyeke dewlet û civakeke wekî berê  û hê paşketî bi pêş bixe, daxwaza hêzên ku hewl didin zêhniyeta Sykes-Picot bidomînin e. Têkoşîna gelan a demokrasî û azadiyê ya gelan a 13 salan, li dijî zêhniyeta Sykes-Picot hate meşandin. Gelan, ji bo ku ji bindestiya hêzekê, dubare bikevin tahakuma dewleteke navendî, yekperest, zayendperest, olperest û netewperest, têkoşîna demokrasî û azadiyê nemeşandin. Her wiha hewce dike di vê merhaleya nû de, dîmena Sûriyeke netew-dewleta navendî, yekperest, olperest, netewperest, mezhebperest, zayenperest ku tahakuma grûbeke wekî HTŞ’eya ku alîgirên wê kêm in ti kesî nede şaşkirin, ji ber ku vê feraset û siyasetê îflas kiriye û hatiye tinekirin. Merhaleya ku piştî vê her kes li bendê ye, Sûriyeya demokratîk û pirrengî ye û ev ê jî bi têkoşîneke giran a rêxistinkirî were  bidestxistin. Ji ber vê yekê, eniya demokratîk ku li ser esasê paradîgmaya neteweya demokratîk di encama jiyana gelan de di qada pratîkê de pêk hatiye, berxwedan û têkoşîneke bi rêxistinî û têkoşînek ku vê tifaqê bi rêve bibe, wê  vê pêvajoyê diyar bike.

HAKKI TEKİN

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin