المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Serhildana  Jîna Emînî… Ji Kurdistanê Heyanî Cîhanê ji Cîhanê Ber bi Gerdûnê

0 30

Bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî”… veguherîna ji zîhniyeteke zordar ber bi şoreşekê ve ku textê zordariya Îranê dihejîne, derdixe holê.

 Ji Înîsiyatîfa Sûrîyeyî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Amna Xidro

 Jinên Îranî di navenda pevçûnek dijwar de ne di navbera rejîmeke otorîter a baviksalar ku dixwaze wan tepeser bike û sînordar bike, û xwestekên wan ên berdewam ji bo azadî û rûmetê. Ji damezrandina Komara Îslamî ya Îranê di sala 1979an de, jin di bin bahaneya şerîetê, koletiyê, wesayeta baviksalar, zewaca bi darê  zorê, zewaca demkî û dûrxistina civakî û siyasî de qurbaniyên sereke yên zordariya sîstematîk bûne. Çarşefa bi darê zorê bi berfirehî hatiye bikar anîn, di heman demê de jin di civakekê de ku ji hêla bîrdoziyek olî û neteweperest a bi tevahî baviksalar ve tê bi rêvebirin, ji deng, nasnameya xwe û mafên xwe yên herî bingehîn hatine bêparkirin. Ev zordarî ne berhemek alîgir e; ew stûnek avahîsaziyê ya rejîma Îranê ye, ku rizgariya jinan wekî gefek hebûnî dibîne. Digel vê yekê, jinên Îranî têkoşîna xwe didomînin, laş û dengê xwe vediguherînin amûrên berxwedanê, bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” hêviyê diçînin.

Hicaba Bi Darê Zorê:

Hicaba li Îranê ne semboleke civakî an olî ya dilxwaz bû, lê belê mecbûriyeteke qanûnî bû ku bêyî rûbirûbûna bi tundûtûjî, girtin, an jî mirinê nedikarî were binpêkirin. Ji rojên destpêkê yên Komara Îslamî ya Îranê ve, ji jinan dihat xwestin ku hicabê li xwe bikin, bêyî ku girêdayîbûna wan a olî an paşxaneya wan a çandî çi be. Cilên “Şerîet” ji bo beşdarbûna di jiyana giştî de, ji dibistanê bigire heya zanîngehê, ji cihê kar bigire heya saziyên fermî, bûye şertek mecbûrî. Di dehsalan de, hicaba bi zorê bûye yek ji sembolên herî berbiçav ên zordariya li ser jinan, ku ji bo sînordarkirina laşên wan, veqetandina wan ji qada giştî û hewldana tepeserkirina îradeya wan tê bikar anîn.

Polîsê Exlaqê… Polîsê Tirsê

Ew sazîyên ku jê re “polîsê exlaqê” tê gotin, ji amûrek ewlehiyê ya ku bi tirsandina jinan hatiye erkdarkirin û sembola sazûmankirina tepeserkirina cinsî li Komara Îslamî ya Îranê ne tiştek din e. Ev sazî berpirsiyarê deh hezaran girtinan, şermezarkirinên giştî, îşkenceyê û bûyerên trajîk ên wekî kuştina Jîna (Mahsa) Emînî, jina ciwan a Kurd a ku serhildana 2022an da destpêkirin e. Kuştina Jîna ne bûyerek tenê bû, lê belê temsîlek avahîsazî ya zîhniyeta rejîmê bû ku mafê jinan ê hilbijartina cilên xwe, ku mafên çandî û mirovan ên herî bingehîn in, înkar dike û nahêle ku ew tenê bibin mirovên azad.

Amûrên Ewlehiyê… Dengê Jinan Bêdeng Dikin:

Jinên Îranî ji mafê xweîfadekirina azad bêpar in, çi di siyasetê de, çi di ragihandinê de, çi di hunerê de, çi jî di formên herî bingehîn ên xwepêşandanên aştiyane de be. Dengên jinan ên ku daxwaza edaletê dikin tên çewisandin, rewşenbîr û çalakvanên jin tên girtin, û ew rastî awayên herî dijwar ên zexta fîzîkî û psîkolojîk tên. Jin ne tenê tên marjînalîzekirin, lê di heman demê de bi qanûnên cudakar, ku desthilatdariya mêran – parêzvanên wan ên daîmî – bi qanûnî destûr heye ku jiyan û biryarên wan kontrol bike, bi tevahî têne bindest kirin

Zewaca Temenê bi Çûk û Demikî… qanûnîkirina koletiya cinsî:

Îran bi navê olê destûrê dide zewaca keçên neh salî, û di hin rewşan de yên ji wan biçûktir, bi rêya “zewaca demkî”, an “zewaca kêfê”, ku ji bo bazarkirina jinan wekî kelûpelên cinsî yên ku bi rewatiya olî ve têne veşartin tê bikar anîn. Keç ji bo mûçeyên sembolîk têne neçar kirin ku bizewicin û ji perwerde, kar û zarokatiyê bêpar dimînin. Jin wekî tiştên razîbûna cinsî têne pêşkêş kirin, ne wekî hebûnên tevahî, û nirxa wan bi “pakiya” wan ve girêdayî ye, ango bindestiya wan, ne bi aqil an mirovahiya wan,lê belê bi dilpakîya wan têne xapandin  ku ev yek ji cureyên tundûtûjiya sîstematîk û neragihandî pêk tîne.

Jin di Destûreke Cûdakar de… Qanûnên Li Dijî Rûmetê

Destûra Îranê, ku tê texmînkirin ku hemû pêkhateyên civakê temsîl bike, li ser cudakariya zayendî hatiye avakirin. Xala (115) jinan ji bo serokatiyê berbijêr dike û wan ji meqamên biryardanê dûr dixe. Qanûnên rewşa kesane destûrê didin zewaca zarokên temenbiçûk û ji mêran re veqetîn û wesayeta mutleq didin, di heman demê de mafên herî bingehîn ên wesayet û azadiyê ji jinan re têne bêparkirin. Hicab, ku bi fermana otorîter hatiye ferzkirin, ne mijareke olî ye, lê mijareke siyasî ye, sembola bindestkirina laş(beden) û nasnameyê ji bo projeyek teokratîk a totalîter e

Şoreş ji bin perdeyê derket… Jin bû Qadeke Têkoşînê:

Tevî van hemû qedexeyan, jinên Îranî ji têkoşîna xwe paşve gav neavêtine. Ji kolanên Tehranê bigire heta hucreyên zindanan, ji zanîngehan bigire heta platformên berxwedanê yên serhêl, jinan dirûşmeyên şoreşê bilind kirine, hêza xwe ji têkoşîna şervan, ramanwer û siyasetmedarên jin ên li Rojava, di bin serokatiya Rêberê navneteweyî Abdullah Öcalan de, digirin, ku dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” da destpêkirin, ku bûye sembola gerdûnî ya daxwazên jinan ji bo azadiyê.

Serhildana Şehîd Jîna… Ji Kurdistanê Heyanî Cîhanê

Di 16ê Îlona 2022an de, dema ku Jîna Emînî di bin îşkenceyê de li qereqoleke polîsan a exlaqê jiyana xwe ji dest da , volkanek ji dilê Kurdistana Îranê teqiya. Malbata wê li ser kevirê gora wê nivîsand: “Jîna Emînî, tu nemirî, lê bûyî sembol.” Heyanî navê wê yê Kurdî jî hate qedexekirin, û ew neçar ma ku navê Farisî “Mahsa” bigire, wekî beşek ji siyasetek sîstematîk ji bo jêbirina nasnameya Kurdî, mîna ku diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” tê tepeserkirin. Ev diruşme ne tenê qîrînek hêrsê bû, lê belê îlanek şoreşê bû ku ji têkoşîna jinên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji qîrîna Arîn, dijberiya Hevrîn û peyama Jiyan, li ser bingeha ramana Rêber Abdullah Öcalan, ku rizgariya jinan kir kevirê bingehîn ê projeya xwe ya rizgariyê, îlham girt.

Serhildanên Jinan… Dijwariyek ku bi guleyan nayê rawestandin:

Ji Seqiz û Merîwanê bigire heta Tehran, Kerec û Îsfahanê, jin bi porê xwe yê vekirî, bi diruşmeyan, govend û bi şewitandina Hîcab-serpoşên xwe derketin kolanan, bi dengê guleyan şoreş ragihandin. Tevgera “Keçên Kolana Şoreşê” bi awayekî xweber hat damezrandin, lê ew rêxistinek jinan a hişmend û bingehîn temsîl dikir. Tevî zext û girtinan, bi hejmara jinên hatine girtin ku ji 2,000î derbas bû û bi dehan hatin kuştin, her êrîşeke ewlehiyê biryardarî û berxwedanek nû pêş xist.

Jinên Kurd… Pêşengên Şoreşa Jinan:

Jinên Kurd li Îranê wekî dengek pêşeng ê berxwedanê derdikevin holê, ku zilm û zordariyê dikişînin: neteweyî û zayendî. Digel vê yekê, wan di sala 2006an de li Rojhilatê Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Jinan (HPJ), yekem hêza çekdarî ya jinan ava kirin, li ser bingeha bîrdoziya Rêber Abdullah Öcalan. Beşdarbûna jina  Kurd ne tenê bi çekan ve sînordar bû, lê bi rêya rêxistinên wekî RJAK û rêxistinên jinan ên herêmî, li dijî desthilatdariya baviksalar û rejîma neteweperest rawestiyan.

Jinên Kurdistanê… Pêşengên Şoreşê û Bîranîna Şehîdbûnê:

Şehîd Ferînaz Xosrewî, ku ji bo xwe ji hewldana tecawizê rizgar bike, xwe ji qata çaran avêt, mîna Şîrîn û Jîna, beşek ji trajediyê bû. Ev nav in ku dîroka Îranê guhertin. Serhildanên jinan li Mehabad, Seqiz û Kirmaşanê koka tevgereke jinan bûn ku îstîsna an wesayet ne pejirand.

Jin, Jiyan, Azadî”… Ji Felsefeya Ocalan Heyanî  Şoreşeke Cîhanî

Ev diruşme, ku ji ramana Rêber Abdullah Ocalan hatiye, ne tenê gotin bû, lê belê îlankirina destpêkek nû bû, şoreşeke jinan ku ji çiyayên Kurdistanê heyanî kolanên Tehranê, ji Rojava heyaî Baxoz û Şahbayê belav bû. Azadiya civakî bêyî azadiya jinan nayê bidestxistin.

Erdheja Gelemperî… Sêlojiya Zordariyê (Zayend, Netewe, Çîn)

Serhildana dawî sê rûbirûbûn nîşan da, zordariya li ser jinan, zordariya li ser neteweyên ne-Faris, û marjînalîzekirina çînî. Xameneyî tenê zordariyê dibîne û şoreşê wekî “komployekê” bi nav dike, di heman demê de xwepêşanderan bi dirûşmeya “Mirin ji bo zordar, çi Şah be çi Rêberê Bilind” bersiv dan. Ev şoreşek gelemper e, ne şoreşek elît e.

Ber bi Azadiya Jinan… û Dawiya Desthilatdariya Baviksalar:

Îran ber bi xaçerêyekê ve diçe. Serhildana jinan astengiya tirsê şikand, heyanî di nav civakên Îranî yên li derveyî welêt de jî. Ev şoreş bi laşên jinan, bi qîrîna wan dest pê kir, û ne zindan û ne jî tepeserkirin wê rawestînin.

Encam: Şoreş bê jinan temam nabe… Jinbûneke serhildêr li dijî zihniyetên sînordar

Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” îspat kir ku şoreşeke rastîn bêyî rizgariya jinan nayê avakirin. Bi rêya dûrxistinê demokrasî, bi qanûnîkirina zewaca di bi temenê biçûk dene bi edalet e, û di bin çavdêriya polîsên exlaqê de wê  azadî tunebe. Jinan biryar dane ku rizgariya xwe bi destên xwe binivîsin. Ji Jîna bigire heyanî Ferînaz, ji Kurd bigire heyanî Faris, Belûcî û Ereb, jinên Îranî nasnameyeke cihêreng û berxwedêr temsîl dikin. Gefa herî mezin a ku rejîmê pê re rû bi rû ye ne çek e, lê îrade û hişmendiyeke azad e ku bi jinbûneke serhildêr lêdide. Ev şoreşek li dijî îstismara ol û xeniqandina mirovahiyê ye. Şoreşek ku bi tiliyên jinan tê nivîsandin û bi agirê dengê wan tê vêxistin, da ku azadiya tevahî, di nav ekosîstemeke demokratîk a yekgirtî de, alternatîfek ji bo hegemonya dewleta netewe ya monolîtîk, çêbibe.

Şoreşa jinan hebûna xwe bi hêza dîrokê û rastiya îroyîn ferz kiriye. Niha, amûrên zordariya Îranê mîna domînoyan yek li pey yek dikevin, têkçûna pergala zalim a ji bo sînordarkirina îradeya azadiyê radigihînin. Rejîma faşîst a Îranê û hemû rejîmên dîktatorî neçar in ku teslîmî rastiya vê veguherîna radîkal bibin û hewlên xwe yên bêdengkirina dengê jinan, ku bûne dengvedana şoreşa tevahiya gelan, rawestînin. Dewleta Îranê, ku ji rewatiya xwe bêpar maye mîna dareke payîzê ya ji pelên xwe weşandiye tazî ye, êdî nikare bêhêziya xwe li hember pêşveçûna wêrek a haydarbûna jinan veşêre.

 Share

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin