المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Di 3 rojan de 370 kesayetên Suriyeyê ji bo Rêber Apo îmze dan

0 15

Piştî ku înîsiyatîfên li Sûriyeyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kar dimeşînin, diyar kirin ku ew ê îmzeyan kom bikin, 370 kesayetan bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re îmze dan. Hedef komkirina hezar îmzeyan e.

Di 3 rojan de 370 kesayetên Suriyeyê ji bo Rêber Apo îmze dan

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan 20`ê Tebaxê (2025) bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew ê di çarçoveya kampanyaya “I Want to Visit Ocalan / `Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim`” de li ser asta Sûriyeyê ji siyasetmedar, akademîsyen û pêşengên civakê îmzeyan kom bikin

Li gorî agahiyên ku Berdevkê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzur dane me, îmze, bi rêya komîteyan û bi rêya telefonê tên komkirin. Komîteyên hatine avakirin, serdana sazî, dezgeh û kesayetan dikin, her wiha bi rêya telefonê xwe digihînin rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar serok eşîr û kesayetên din.

Piştî daxuyaniyê komîteyan dest bi karê xwe kiriye û gelek kesayetan jî daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kiriye.

Li gorî agahiyên Ferzende Munzur di 3 rojan de (21-24`ê Tebaxê) li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Sûriyeyê (Laziqiyê, Tertûs, Siwêda, Humis, Heleb û Şam) ji pêşengên civakê, siyasetmedar, hiqûqnas, akademisyen, bijîşk, rewşenbîr, serokên eşîr û êlan, çalakvan û oldaran 370 îmze hatin komkirin.

`EM DIXWAZIN XWE BIGHÎNIN HEZAR KESAYETAN`

Ferzende Munzur destnîşan kir ku pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen, Êzidî, Elewî û Durzî tevlî kampanyayê dibin.

Munzur got ku hedefa wan xwe gihandina hezar kesayetan e.

Kampanya ji 20`ê Tebaxê (2025) dest pê kiriye û hatiye plankirin ku di 1`ê Îlonê de têkildarî kampanyayê û îmzeyên hatine komkirin daxuyanî bê dayîn, lê Ferzende Munzur diyar kir ku li gorî pêdiviyan  belkî 21`ê Îlonê were domandin.

Îmzeyên ku dê werin komkirin, dê pêşkêşî Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropayê, Konseya Mafê Mirovan a NY’ê, Rêxistina Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê werin kirin.

https://hawarnews.video//embed/o2bpYiNSOPoGVWA

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin