المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê vê hefteyê biçe hevdîtinê

0 12

Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) wê di nava vê hefteyê de bi Rêber Apo re li Girava Îmraliyê hevdîtinê bike.

Heyet ji Parlamentera Wanê Pervîn Bûldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê.

Roja hevdîtinê hîn diyar nebûye. Lê belê ji ber ku wê di çarçoveya karên ‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî’ de weke hevdîtina destpêkê pêk were, girîng e.

Tê payin ku Rêber Apo têkildarî karên komîsyonê û pêvajoya çekdanînê peyamên girîng bide heyetê.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin