المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

KESK: Çareseriya pirsgirêka Kurd bi reformên demokratîk pêkan e

0 5

Hevserokên KESK’ê Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz di civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwik-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclîsê axivîn û diyar kirin ku ji bo çareserkirin pirsgirêka Kurd divê gavên aştiyane û demokratîk bên avêtin.

Hevserokên KESK’ê Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz beşdarî Civîna 8’emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya Meclisê bûn û di civînê de nêrînên xwe yên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd parve kirin.

AYFER KOÇAK: EGER PIRSGRÊK BÊ TALOQKIRIN, DÊ BERDÊLÊN GIRANTIR BÊN DAYÎN

Ayfer Koçak anî ziman ku pirsgirêka Kurd giredayî wekheviyeyê û ev tişt gotin: “Heke reformên demokratîk neyên kirin dê welat fersendeke dîrokî winda dike, krîzên siyasî, civakî û aborî kûr bibin. Meclîs an qeyrana dîrokî dubare dike yan jî bi wêrekî rêya wekhevî û demokrasiyê veke. Em weke KESK’ê ji bo wekhevî û xwişk-biratiyê têdikoşin. Sendîkaya me Egîtîm Sen ji ber parastina mafê perwerdehiyê bi doza girtinê re rû bi rû ma, hevalên me bi lêpirsîn û îxrackirinan hatin cezakirin. Piştî pêvajoya çareseriyê ya 2013’yan xira bû komkujiyên mezin pêk hatin. Piştre polîtikayên tayinkirina qeyûm û operasyonên li dijî HDP’ê pêk hatin. Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê, bi KHK’yan 4259 endamên KESK’ê di nav de 100,000 kes hatin îxrackirin. KESK li dijî derbeyê ye, lê îxrac ji bo têkoşîna me ya ji bo demokrasî û aştiyê hatin kirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi wekhevî, azadî û demokrasiyê pêk tê. KESK, bi Tirk, Kurd, Elewî, Sunnî, Laz, Çerkes û hemû karkeran, xwişk-biratiya gelan diparêze. Çareserî divê hemû mafên gelan bigire nav xwe. Di zimanê dayikê de xizmetên giştî daxwazeke hevpar e.”

Ahmet Karagoz jî diyar kir ku dewletê heta niha gavên ber bi çav neavetine û wiha got: “Qanûnên pêwîst nehatine çêkirin. Operasyonên siyasî nîşan didin ku desthilat dixwaze pêvajoyê taloq bike. Lê welatê me bi dîrok û potansiyela xwe dikare vê pirsgirêkê bi wekhevî, azadî û xwişk-biratiyê çareser bike.”

Ahmet Karagoz pêşniyarên KESK’ê ya ji komîsyonê re wiha rêz kir: “

*Plana çalakiyê ya li hev kirine, bi beşdariya civaka sivîl, karker û ronakbîran divê bê çêkirin û yekser bê cîbicîkirin.

*Ji bo nîqaşên pirsgirêkê bigihêje civakê, jîngeheke azad a xweîfadekirinê divê bê afirandin, qanûnên ji bo azadiya raman û îfadeyê bêne çêkirin.

*Nasnameya hemwelatîbûnê divê li gorî normên hiqûqa gerdûnî, bi perspektîfa wekhevî û azadiyê bê diyarkirin, bêyî cudakariya etnîkî, nasnameya Tirkiyeyê ya hevpar di destûrê de bê parastin.

*Qanûnên partiyên siyasî, hilbijartina parlamenteran, Qanûna Ceza, Qanûna Têkoşîna bi Terorê re, Qanûna Polîsan, Perwerdeya Bilind, Çapemenî û TRTyê divê bên nûkirin. Astengiyên hilbijartinê bên rakirin, bi awayekî azad zimanê dayikê bê bikaranîn.

*Di medyayê de zimanê nijadperest û mîlîtarîst ê ku xwişk-biratiya gelan xera dike divê bê terikandin.

*Desthilatên rêveberiyên xwecihî divê bên zêdekirin, rêveberiya navendîparêz bê terikandin. Cudahiyên civakî û aborî yên navbera herêman divê bên rakirin.

*Dewlet divê zelal û hesabder be, sazûmanên wekî sîstema qayûman bêne rakirin.

*Hêzên ewlekariyê divê bi wekhevî nêzî hemwelatiyan bibin, kadroyên şovenîst neyên pejirandin.

*Li herêmên pevçûnan û tevahiya welêt, daristanên wêrankirî divê ji nû ve bên çandin, çavkaniyên binerd û sererd neyên talankirin.

*Sîstema perwerdehiyê divê bê nîqaşkirin, naverokên nîjadperest, çînî, zayendperestî û baweriyan paşguh dike divê bêne paqijkirin, perwerdeyeke wekhev, laîk û demokratîk bê afirandin.

*Zarokên ji ber xwepêşandanan hatine girtin divê neyên cezakirin, mafê perwerdehiyê bê parastin û vegerin dibistanan.

*Kesên di vê pêvajoyê de berdêl dane, travmayên fizîkî û psîkolojîk jiyane, divê bên derman kirin, koçberên bi zorê divê vegerin gundên xwe.

*Ji bo aştiya mayînde, endamên sendîkayan, rojnameger, akademîsyen, aktîvîstên jin û siyasetmedarên ji ber ramanên xwe girtî divê bêne berdan.

*Têgeha entegrasyonê ya îktîdarê divê bi reformên demokratîk xizmeta beşdariyê bike, da ku pevçûn dubare nebin.

*Xizmetên bi zimanê dayikê û karkerên ziman dizanin divê bên peydakirin.

*Ji bo karkerên giştî, qedexeyên grevê, astengiyên rêxistinbûnê û çalakiyan divê bên rakirin, mafê danûstandina kolektîf a li gorî normên navneteweyî bên parastin.”

‘EM AMADE NE KU ERKÊN BIKEVIN SER MILÊN ME BI CIH BÎNIN’

Karagoz wiha domand: “Em jî bawer dikin ku ev pêvajo wê hemû polîtîkayên Tirkên emperyalîst ên li Rojhilata Navîn ji holê rake û wê bihêle ku gelên herêmê biryara çarenûsa xwe bi xwe bidin. Di pêvajoya pêş de wekî KESK û sendîkayên girêdayî me, ji bo aştî û demokrasiyê civakî em ê erkên xwe yên bi cih bînin. Di heman demê de ji bo Tirkiye di sedsala 21’an de bibe dewletek modern, laîk û demokratîk ku bi serweriya hiqûqê tê rêvebirin, em amade ne ku rola xwe bilîzin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin