Ûras: Komîsyon ‘mafê hêviyê’ jî di nav de divê derbasî mijara gavên şênber bibe
Siyasetmedar Ûfûk Ûras anî ziman ku ‘Mafê Hêviyê’ divê yek ji rojevên şênber ên komîsyonê be û got, “Divê komîsyon bi lez bikeve nava pêvajoya diyarkirina polîtîkayên şênber û çarçoveya hiqûqî.”

ÛFÛK ÛRAS
Piştî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de kir, li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd nîqaş dewam dikin. Gavên ku ber bi avakirina pergaleke demokratîk û aştiya civakî bêne avêtin, hem ji bo paşeroja hevpar a gelan hem jî ji bo aramiya herêmî girîng tê dîtin. Siyasetmedar û akademîsyen Ûfûk Ûras mijar ji ANF’ê re nirxand.
Ûfûk Ûras anî ziman ku di asta heyî de pêvajo gelekî erênî ye û got, “Devlet Bahçelî ev yek bi rengê herî baş nîşan da. Bahçelî bi şênberî got, Ocalan di vê mijarê de her tişta diviyabû bihata kirin pêk anî, gavên diviyabû bihatina avêtin hemû avêtin û ji niha û pê ve divê desthilatdariya siyasî gavê biavêje.”
Di vê der barê de jî Ûfûk Ûras bi bîr xist ku di vê demê de, beriya cejnê guhertina li qanûna înfazê ketibû rojevê û got, “Hêviya me ew e ku di mijara berfirehkirina qanûna înfazê de hin gav bêne avêtin ku di danûstandinên xwe yên bi rêya DPI (Democratic Progress Institute) de jî me ev yek dît.”
Ûras destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de bendewariya wî ya esasî guhertina destûra bingehîn e û got, “Bi dîtina min guhertina Destûra Bingehîn gelekî hêja ye. Yek ji meseleyên bingehîn ên li Tirkiyeyê ew e ku destûra bingehîn a Kenan Evren bê bihurandin, yanî pîvanên demokratîk ên gerdûnî serwer bibin. Ji ber vê yekê divê Partiya Gel a Komarê jî bi lez dest ji ‘siyaseta nexwestinê’ berde ku hîn jî li ser pêşnûmeyeke nedîtiye dimeşîne. Divê destpêkê pêşnûmeyê lêkolîn bike û bi pêşniyarên guhertinê re vê yekê hîn xurt û bêhempa bike.
Argumana ‘Ji xwe destûra bingehîn bi cih nayê anîn’ li gorî min xurt nîne; ji ber ku partiyeke welê ye ku dixwaze bibe desthilatdar, divê bi îdîaya bicihanînê tevbigere.
Her wiha hin xal dikarin li destûra bingehîn bêne bicihkirin ku dema hate binpêkirin divê çi bê kirin.”
‘DI NAVA GAVÊN ŞÊNBER DE DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ JÎ HEBE’
Li ser gavên şênber ên divê bêne avêtin, ku ‘mafê hêviyê’ jî di rojevê de ye, Ûfûk Ûras diyar kir ku divê ‘mafê hêviyê’ jî yek ji van gavan be û got, “Ji ber ku wateyeke xwe nîne ku ev mesele di asteke kêmî asta Bahçelî destnîşan kiriye bê nîqaşkirin. DEM Partî di vê mijarê de gelekî nerm tevdigere; meseleyê weke xeta sor destnîşan nake. Lê em zanin ku mijarê ne weke mijareke şexsî her wiha weke pîvaneke navneteweyî û mafekî anonîm dibîne. Bi dîtina min gelekî girîng e ku danûstandin û nîqaş li ser vî mafî bê kirin.
Ocalan jî gelek caran diyar kir ku rast nabîne ku ev nîqaş tenê li ser wî bê meşandin.”
‘DIVÊ KOMÎSYON BI LEZ DERBASÎ POLÎTÎKAYÊN ŞÊNBER BIBE’
Li ser afirandina aliyê civakî yê pêvajoyê, ku Rêber Apo gelek caran işaret pê kir, Ûfûk Ûras nirxandineke bi vî rengî kir: “Di serî de DEM Partî hemû partî li Tirkiyeyê geriyan û ev mijar nirxandin. Di nava armancên komîsyonê de ev jî hebû. Lê belê divê komîsyon zemîna nîqaşê dirêj neke. Divê nîqaş bi lez veguherin diyarkirina çarçoveyeke hiqûqî û polîtîkayên şênber. Pêwîstî pê nîne ku zêde bê dirêjkirin.
Kêm, zêde mijar diyar e. Em ne mecbûr in ku jinûve dest bi wan mijaran bikin ku çil sal in pê zanin. Lê belê ji bo civakîbûna pêvajoya aştiyê partiyan dema havînê baş bi kar anîn. Hema bibêje hemû partiyan -MHP û AK Partî jî di nav de- li tevahiya Tirkiyeyê civînên berfireh lidar xistin. Dayikên şehîdan jî di nav de li holê îtirazek nîne.
Bi taybetî dayikên Diyarbakirê gotin ‘Em zarokên xwe dixwazin’; di nava neynûkê de vaye zarokên ku qalê dikirin tevlî vê pêvajoyê dibin. Kes dikare li ber vê rabe? Gavên bi vî rengî bi taybetî ji bo kêmkirina nerazîbûna eniya neteweperest gelekî hêja ne.”
Têkildarî îdîayên li ser hebûna nêrînên cuda yên AKP û MHP’ê jî Ûras got, “Bi dîtina min tiştekî bi vî rengî nîne. Dibe ku hêvî û bendewariya hin aliyan bi vî rengî be. Lê belê ev pêvajo ne meseleyeke welê ye ku tenê bi Tifaqa Cûmhûr sînorkirî ye; li pişt wê aqlekî dewletê heye.
Lewma li ser mijarê karekî cidî hatiye kirin. Lê belê bêyî aqlê civakê aqlê dewletê bi tena serê xwe nayê ti wateyê. Di vir de jî perspektîfa avakirina demokrasiya civakî ji jêrê ber bi jorê ya Ocalan dikeve dewrê û pêvajo bi wate dibe.”
Ûfûk Ûras herî dawî anî ziman ku hêviya aştiyê li pêş e û got, “Hebûna fikaran gelekî xwezayî ye; ji ber ku li holê planeke B nîne û rewşeke serûbinbûyîna Rojhilata Navîn heye. Wateyeke xwe nîne ku bê gotin, ‘Ma pêvajoyeke bi vî rengî vê desthilatdariyê dibe?’ Çareseriya gelek şerên li cîhanê bi desthilatdariyên heyî hatine meşandin û hema bibêje temamiya wan desthilatdariyan jî rastgir bûn.
Lewma rewşeke welê nîne ku bê gotin, ez vê desthilatdariyê naecibînim, ez ê bi hikumeteke li Norwêcê re hevdîtinê bikim. Di vir de ya girîng ew e ku desthilatdariya heyî neyê erêkirin; yê li hemberî xwe muxatab bibîne û zemîna têkoşînê ava bike. Ji ber vê yekê jî divê dest ji refleksa neecibandina desthilatdariyê bê berdan. Ev pêvajo ji bo guhertina desthilatdariya heyî tê meşandin û li her devera cîhanê pêvajo bi vî rengî bi rê ve diçin.
Em ji pêvajoyên welê derbas bûn ku bilêvkirina navê Kurd ji bo Kurdan zehmet bû. Lê belê hûn niha li kîjan qenalê guhdarî bikin ev mesele tê nîqaşkirin -bi rengekî yekalî jî be- ev yek girîng e. Ya ku me jî dixwest ev bû; yanî siyaset rojevê diyar bike.
Ya rast Ocalan, Devlet Bahçelî û yên din rojev diyar kirin. Ya girîng ew ku di vir de mirov bi înîsiyatîf rabin. Eger em hêviya aştiyê bixin meriyetê em ê bi ser bikevin.”