المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Kampanya îmzeyan a ji bo Rêber Apo bi dawî bû

0 6

Kampanyaya Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim ku li ser asta Sûriyeyê jî hatibû destpêkirin, îro bi dawî bû. Encama kampanyaya ku ji hemû parêzgehên Sûriyeyê gelek kes beşdar bûne, wê di 21`ê Îlonê de bê eşkerekirin.

Kampanya îmzeyan a ji bo Rêber Apo bi dawî bû

Kampanyaya ‘I Want to Visit Ocalan’/ ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ 5’ê Hezîrana 2025’an hate destpêkirin. Li Sûriyeyê jî di 20`ê Tebaxê de ji aliyê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, îro (10`ê Îlonê) bi dawî bû

Di daxuyaniya destpêkirina kampanyayê de hatibû gotin ku ev xebat wê 30`ê Tebaxê bi dawî bibe, ji ber eleqeya zêde ya ji bo kampanyayê dema vê xebatê heta îro (10`ê Îlonê) hate dirêjkirin.

Li gorî agahiyên ku Endamê Rêveberiya Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur dane ajansa me, hejmara kesayetên hiqûqnas, akademisyen, siyasetmedar, rewşenbîr, serokê eşîr, oldar, bijîşk, endezyar, rûspî (Suryan-Aşûr, Êzidî), pêkhate û mezhebên (Kurd, Ereb, Suryan-Aşûr, Êzidî, Tirkumen, Çerkes, Sinî, Elewî, Îsmaîlî, Durzî, Xiristiyan) yên ku daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re dikin, 2 hezar derbaskiriye, lê niha ew nikarin hejmara dawî ragihînin û wiha anî ziman: “Hejmara dawî ya tevlîbûnê wê di 21`ê Îlonê de bê eşkerekirin.”

Ferzende Munzur da zanîn ku ji hemû kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha hemû parêzgehên Sûriyeyê yên Şam, Heleb, Humis, Laziqiyê, Tertûs, Dera, Qûneytira, Idlib û Siwêdayê kesayet beşdar bûne. 

Îmzeyên hatine komkirin, wê pêşkêşî Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropayê, Konseya Mafê Mirovan a NY`ê, Rêxistina Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê bê kirin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin