المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Partiya Çep a Ewropayê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ bang li Konseya Ewropayê kir

0 3

Partiya Çep a Ewropayê ji bo naskirina ‘Mafê Hêviyê’ ji Rêber Apo re nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand û xwest, gavên bi biryar biavêje.

Serokê Giştî yê Partiya Çep a Ewropayê ku temsîla 26 partiyên çep ên welatên Yekîtiya Ewropayê dike Dr. Walter Baier ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Dr. Ian Borg re nameyek şand.

Di nameyê de ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hate xwestin, ku di mijara ‘Mafê Hêviyê’ de gavên bi biryar biavêje.

Her wiha işaret bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hate kirin ku ji ber binpêkirina mafên Rêber Apo gelek caran Tirkiye şermezar kiriye.

Serokê Partiya Çep a Ewropayê binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ bi bîr xist û destnîşan kir ku ji bo bicihanîna van biryaran, bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo û avakirina mekanîzmayên berdanê yên gengaz, rûniştina 15’ê Îlonê firsendeke krîtîk e.

Di nameyê de hate gotin, “Ocalan di heman demê de ji bo xwerêveberiya demokratîk û aştiyê ya li herêmê muzakerevanê sereke ye.

Azadî û tevlîbûna wî ne tenê ji bo edaletê, her wiha ji bo aştiyeke mayinde, demokrasî û aramiYê jî pêwîst e û girîng e. Em bi rêzdarî ji Komîteya Wezîran dixwazin ku ji bo Tirkiye hurmetê nîşanî mafên mirovan û serweriya hiqûqê bide, bi lez bikeve nava liv û tevgerê.”

EUTCC’ê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ bang li Konseya Ewropayê kir

Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC), der barê biryara ‘Mafê Hêviyê’ de ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Nûnerên welatên Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina…

Banga ‘mafê hêviyê’ li Konseya Ewropayê hate kirin

Di nameya hevpar de ku ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Ian Borg re hate şandin, Tirkiye hate rexnekirin ku biryarên têkildarî ‘Mafê Hêviyê’ yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME)…

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin