Meşa azadî ji Rêber Apo re di roja 2’yemîn de ye
Meşa bi dirûşma “Israra li ser mirovbûnê israra li ser sosyalîzmê ye, Azadî ji Ocalan re” ku li bajarê Kolnê yê Elmanyayê dest pê kir, di roja xwe ya duyemîn de li Dusseldorfê dewam kir.

Piştî daxuyaniya ku li ber avahiya DGB ya NRW’ê hate dayîn çalakvan bi meşeke ku dirêjahiya wê 10 km ye ber bi navenda bajêr ve çûn. Di meşê de enternasyonalîstan li ser fikrên Rêber Apo belavok belav kirin.
https://cdn.iframe.ly/Yj84UpSy
Meş wê êvarê li Corneliusplatzê bi dawî bibe. Her wiha piştî wê çalakvan wê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dortmundê tevlî çalakiyê bibin.
Bernameya meşê wê bi vî rengî dewam bike:
Roja sêyemîn (În): Wê li ber Stasyona Trênê ya Navendî ya Dortmundê li hev bicivin û bi sernavê “Ciwan û Çand” çalakî bê lidar xistin û bi dirêjahiya 11 km meş pêk bê. Bi şev jî wê peyama bi dîmen a Rêber Apo ku piştî 27 salan hat parvekirin bê temaşekirin û bi 5 zimanan daxuyaniyên çapemeniyê bên dayîn.
Roja çaremîn (Şemî): Meş wê li Dortmundê bi pêkhatina Festîvala Çanda Kurd bidawî bibe.