Karayilan: Di Newrozê de em ê mizgîniyê bidin gelê xwe.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan: Weke rêveberiya tevgera me, di vê Newrozê de, di nava çend rojên pêş de em ê mizgîniyekê bidin gelê xwe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan: Weke rêveberiya tevgera me, di vê Newrozê de, di nava çend rojên pêş de em ê mizgîniyekê bidin gelê xwe. Em ê mizgîniya xwe bi daxuyaniyeke nivîskî ragihînin. Ev mizgînî wê di têkoşîna me de hîmekî hîn xurt bi xwe re ava bike. Di bilindkirina têkoşînê de wê bibe amûrekî pir girîng û roleke xwe wê hebe. Ev mizgînî wê di rojên pêş me de bê îlankirin û weşandin. Di vê çarçoveyê de careke din Newroza tevahiya gelê me û tevahiya gelan bi dil û can pîroz dikim û ez dibêjim ‘Bijî, Bijî Newroz’.
Mûrat Karayilan ji ajansa me re axivî. Agahiyên berfireh wê bîskek din bêne weşandin…