Parçeyek ji paraznameyên: Rêber Ocalan
Di nav sînorên her dewletek an împaratorî de jîyana di şeklê pêkhateyek siyasî de, şeklê îdarî yê xwezayî ye. Tiştê nesirûştî înkarkirina hebûna van pêkhateyên siyasî an jî tepeserkirina wan e, ji bo asîmîlasyonê jî ev rêbazek ne muhtemel bû. Împaratoriyên Ereb ên Roma, Bîzans, Osmanî, Sasanî, Faris û Ebasiyan hebûna bi sedan yekeyên cuda yên siyasî-îdarî ji bo hebûna xwe dihesibînin, bi şertê ku wan yekîneyan rewabûna împarator an sultan nas bikin. Ya orîjînal ew bû ku bi parastina ziman, ol, folklor û xwerêveberiya xwe bijî, lê cinawirê netew-dewletê ev sîstem hilweşand. Ji ber vê yekê meyla ber bi faşîzmê ve çû û di encamê de gelek qirkirinên çandî û fizîkî çêbûn.
R.APo
