المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Prof. Alex Callinicos piştgirî da banga Rêber Apo û biryarên PKK’ê

0 8

Endamê Desteya Weşanê ya Sosyalîzma Navneteweyî Profesor Alex Callinicos piştgiriya xwe ji bo banga Rêber Apo ya di 27’ê Sibatê de ragihand û biryarên PKK’ê yên di kongreya 12’emîn de hatin girtin, anî ziman.

Endamê Desteya Weşanê ya Sosyalîzma Navneteweyî û nûnerê Brîtanî yê Fiilî Marksê Profesor Alex Callinicos, xwest ku aştiyekle mayînde were misogerkirin.

Prof. Callinicos der barê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo û biryarên kongreyê yên PKK’ê de peyama piştevaniyê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re şand û ev tiş anî ziman: 

“Ez kêfxweş im ku biryarên di demên dawî de ji aliyê PKK’ê ve hatine girtin hêviya aştiyê dide gelên Tirkiyeyê. Lê belê însiyatîfa ji aliyê PKK’ê û Abdullah Ocalan ve hat wergirtin, gog bi xurtî avêt nava dadgeha hikûmetê. Li gel vê yekê, niha bi awayekî aşkera berpirsiya Tirkiyê ye ku hemû fişarên li ser sîyaseta Kurdî bi dawî bîne, zindanîkirin û darizandina wan kesan rawestîne ku piştgiriya Kurdan dikin, rê bide vegerandina penaberên Kurd û nas bike ku hemû Kurd bi hemwelatiyên din yên Tirkiyê re xwedî mafên wekhev in. Tenê ev tevdîr dikarin aştiya rast garantî bikin û demokratîkbûna Tirkiyê misoger bikin. Bi gavên bi vî rengî re pêvajoya aştiyê jî dikare bibe alîkar ku çîna karker a li Tirkiyeyê bibe yek û tevkariyê li têkoşîna demokratîk û civakî ya li gelemperiya herêmê bike.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin