المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Sendîkayên Spanyayê banga ‘mafê hêviyê’ ji bo Rêber Apo li Konseya Ewropayê kir

0 3

Saziyên civaka sivîl ên li Spanyayê nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Ian Borg re şand û bang li Tirkiyeyê kirin ku ji bo bicîhanîna erkên xwe yên di çarçoveya “mafê hêviyê” yê Rêber Apo de bilez gavên lezgîn bavêje.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di navbera 15-17’ê Îlonê de civîna xwe ya sê mehane ya têkildarî mafên mirovan li dar bixe. Komîteya Wezîran di Îlona 2024’an de ji bo bicihanîna “mafê hêviyê” yê têkildarî Rêber Apo, Hayati Kaytan, Emin Gurban û Civan Boltan salek dem dabû dewleta Tirk.

Dema ku çend rojên dawî yên vê salekê mane, saziyên li Spanyayê ALA (Asociación Libre de Abogadas y Abogados – Madrîd, Komeleya Parêzerên Azad), Sendîkaya Perwerdehiyê CGT Madrîd û Koordînasyona Partiya Pacto Colombia Humana ji Serokê Komîteya Wezîran Ian Borg re ji bo bicihanîna “mafê hêviyê” bang kirin.

Di nameya ku ji hêla ALA, Sendîkaya Perwerdehiyê CGT û Koordînasyona Partiya Pacto Colombia Humana ya li Spanyayê ve ji Ian Borg re hat nivîsandin de Tirkiye hate rexnekirin ku biryarên têkildarî ‘mafê hêviyê’ yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih nayne. Sendîka û rêxistinên ji Bask, Katalonya, Galîçya û ji herêmên cuda yên Spanyayê bang li Komîteya Wezîran kir ku li dijî Tirkiyeyê bi lez gavan bavêje.

Di nameyê de işaret bi biryara Adara 2014’an a DMME’yê ya li ser doza Abdullah Ocalan / Tirkiye (No.2) hate kirin û hate bibîrxistin ku dadgehê tespîta wê yekê kir, cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî yê bêyî derfetê berdana bi şert binpêkirina Xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û bang li Tirkiyeyê kir ku reformên qanûnî yên pêwîst bike.

Di nameyê de her wiha hate bibîrxistin ku di civînên Îlona 2024’an de ji bo bicihanîna biryaran salek dem ji Tirkiyeyê re hate dayin û hate gotin, Enqereyê di plana çalakiyê ya nû de ku pêşkêş kir, ragihand ku Rêber Apo jî di nav de wê ‘mafê hêviyê’ hikumxwarên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî yê li wan hatiye birîn derbas nebe û ev nêzîkatiya Enqereyê bi tundî hate rexnekirin. Di nameyê de hate destnîşankirin ku ev helwest li dijî biryarên DMME’yê ye.

Sendîka û rêxistinan diyar kirin ku Tirkiye weke endamekî Konseya Ewropayê û namzetê Yekîtiya Ewropayê mecbûr e ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û bang li Komîteya Wezîran kirin ku li gorî biryarên xwe yên civîna Îlona 2024’an tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

Di nameyê de hate ragihandin ku bicihanîna ‘mafê hêviyê’ ji bo pêvajoya aştî û demokratîkbûnê ya li Tirkiyeyê girîng e. Her wiha işaret bi banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an a ji bo fesixkirina PKK’ê û çekbardanê hate kirin û hate destnîşankirin ku ev gav hem ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hem jî ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurdan girîng e.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin