المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Kampanya ‘Cihek ji bo Ocalan’ destpê dike

0 6

Kampanya Instagramê ku ji aliyê komek ji hunermendan a bi pêşengiya hunermendê Arjantînî Federico Racca destpê kiriye, qonaxa destpêkê ya meşa azadiyê ya di çarçoveya pêngavê de ye.

CIHEK JI BO OCALAN

Bi pêşengiya hunermendê Arjantînî Federico Racca komek ji hunermend bi armanca piştgiriya bi pêngava ‘Azadî ji Ocalan re, Statuya Siyasî ji gelê Kurd re’ li ser Instagramê dest bi kampanyayeke medya dîjîtal dikin. Kampanyaya bi navê ‘Cihek ji bo Ocalan’ wê bê meşandin ku ji seranserê cîhanê gelek aktîvîst, akademîsyen û pêşengên gel ên naskirî wê bi parvekirina dîmenan piştgiriyê bidin kampanyayê.

Metna bangê ya kampanya hunermendan bi vî rengî ye:

“Di têkoşîna ji bo gelê Kurd û Abdullah Ocalan de em li ser medya dîjîtal bi navê ‘Cihek ji bo Ocalan’ dest bi çalakiyeke hunerî dikin. Kampanya ‘Cihek ji bo Ocalan’ ji çend dîmenên ji bo me xwedî cihekî taybet e û em dixwazin bi Abdullah Ocalan re parve bikin, pêk tê.

A Place for Ocalan beşdarî têkoşîna azadiyê dibe ku sala 2023’an di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Ocalan re’ ji aliyê hewldan û tevgerên cuda ve hate destpêkirin (Mînak, nameya bi daxwaza azadiya Ocalan a sala 2024’an ku ji aliyê 69 xelatgirên Nobelê ve hate weşandin). Em ji her kesî dixwazin ku dîmenê xwe bikişîne û li ser torên medya dîjîtal parve bikin.”

Pîvanên ji bo kişandina dîmen:

  • Dîmen divê ji 10 saniyeyan dirêjtir nebe
  • Dîmen divê bi rengekî tîkanî bê kişandin
  • Li kêlekê divê kursiya vala hebe
  • Divê bêdeng be yan jî li ber muzîkekê be ku hûn dixwazin bi Abdullah Ocalan re parve bikin

Yên ku divê li her dîmenî bên bicihkirin:

  • Navê kesê di dîmen de
  • Pîşe
  • Cihê ku ji bo Ocalan veqetandiye û cihê ku diyarî wî dike

Endamên komê bang li her kesî kirin ku bi rengekî çalak tevlî kampanyayê bibe û lînka wê parve bikin.

Çalakî li ser Instagramê 12’ê Îlonê roja Înê (îro) bi dema Arjantînê saet di 11:00, bi dema Brukselê saet di 16:00 û bi dema Amedê jî saet di 17:00 de wê destpê bike.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin