المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Muzîkjenê navdar Wecker: Ji bo aştiyeke adil divê Abdullah Ocalan azad bibe

0 3

Muzîkjen û aktîvîstê Elman Konstantin Wecker bi peyamekê xwest, Rêber Apo azad bibe, qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanyayê bê rakirin û ji bo aştî, demokrasî û wekheviya li Tirkiye û Kurdistanê têkoşîneke hevpar bê meşandin.

Muzîkjenê Elman Konstantin Wecker ku bi nasnameya xwe ya anarşîst û antîfaşîst tê naskirin, peyamek bi dîmen weşand û diyar kir ku ew piştgiriyê dide pêvajoya aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê ku ji aliyê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hate destpêkirin.

https://cdn.iframe.ly/RGgeY0ui

Wecker got, “Weke hunermend û dijberekî şer ez ji dil piştgiriyê didim înîsiyatîfa Abdullah ocalan û tevgera Kurd ku ji bo aştiyeke adilane ya li Tirkiyeyê dane destpêkirin. Dem dema pêvajoya aştî û demokratîkbûnê ya berfireh e. Ev pêvajo wê ji bo mirovên li Tirkiye û Kurdistanê jiyaneke hîn baş bi xwe re bîne. Ji bo vê jî pêwîstî bi wekheviya navbera civakan, piştevanî û edaletê heye. Divê em bi hev re bixebitin.”

Wecker destnîşan kir ku pêwîstiya cîhanê bi aştiyeke bi lez heye û destnîşan kir ku şer, zilm, nijadperestî, serweriya mêr û talankirina xwezayê tenê bi aştiyê dikare bi dawî bibe.

Hunermend bal kişand ser ‘Manîfstoya li dijî Şer’ ku li gel xelatgira Nobelê ya wêjeyê nivîskar Elfriede Jelinek nivîsî û bi bîr xist ku wan ev metn ji bo piştgiriya bi Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 1’ê Îlona 2023’an nivîsî û ev bang kir, “Werin em careke din hêviyê biafirînin û xwe ji şerên emperyal hemûyan vekişînin.”

Konstantin Wecker diyar kir ku ji bo çareseriyeke aştiyane û adil a gelê Kurd divê Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanyayê bê rakirin. Wecker got, “Hêvî jiyanê diafirîne, piştevanî sînoran nas nake” û daxwaza azadiya Rêber Apo û girtiyên siyasî hemûyan kir.

Wecker her wiha destnîşan kir ku Rojava ji bo Rojhilata Navîn dikare bibe civaka mînak a demokrasî û aştiyê.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin