المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

2006 kesan daxwaza hevdîtina Rêber Apo kir; dema kampanyayê hat dirêjkirin

0 10

Dema xebatên komkirina îmzeyan ku li tevahiya Sûriyeyê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re hatibû destpêkirin, ji ber eleqeya zêde hate dirêjkirin. Di 12 rojan de 2006 kesayetan bi daxwaza hevdîtinê navên xwe dan nivîsandin.

2006 kesan daxwaza hevdîtina Rêber Apo kir; dema kampanyayê hat dirêjkirin

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah, di 20`ê Tebaxê (2025) de, di çarçoveya kampanyaya “I Want to Visit Ocalan / `Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim`” de li ser asta Sûriyeyê ji rewşenbîr, akademisyen, siyasetmedar, pêşengên civak û serokeşîran dest bi komkirina îmzeyan kiribûn.

Di daxuyaniya destpêkirina kampanyayê de hatibû gotin ku ev xebat wê 30`ê Tebaxê bi dawî bibe, lê li gorî daxwazan dibe ku were dirêjkirin.

Endamê Rêveberiya Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur duh agahî dabûn ajansa me û diyar kiribû ku zêdetirî 800 îmzeyan hatine komkirin. Munzur her wiha gotibû ku ew ê 1`ê Îlonê (îro) li ser mijarê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê û agahiyên berfirehtir parve bikin.

DEM HAT DIRÊKIRIN

Li gorî agahiyên ku Ferzende Munzur dane ANHA`yê ji ber eleqeya zêde ya ji bo kampanyayê dema vê xebatê heta 10`ê Îlonê hatiye dirêjkirin, daxuyaniya îro jî ji ber wê nayê dayîn.

Ferzende Munzur da zanîn ku kampanyaye berfireh bû, ji bawerî û ola Îslamê, Xiristiyan, Durzî, Êzidî, Elewî, Ismaîlî û Sinî, deverên cuda yên Sûriyeyê Şam, Selemiyê, Siwêda, Tertûs, Humis, Laziqiyê û Hemayê, her wiha pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Şîşan û Ermen, kesayetên Sûriyeyî yên dervî welat jî ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re navê xwe dan.

2 HEZAR Û 6 KESAYET

Ferzende Munzur destnîşan kir ku hedefa wan xwegihandina hezar kesayetan bû, lê hejmara ku niha beşdarî kampanyayê dibin, her ku diçe zêde dibe û got: “Ji dema destpêkirina kampanyayê heta niha 2 hezar û 6 kesayet tevlî bûne.”

21`Ê ÎLONÊ ENCAMA DAWÎ EŞKERE DIBE

Têkildarî qebûlkirina navên kesayetan û dayîna encamên dawî yên kampanyayê Ferzende Munzur got: “Ji bo ku hemû nav û sîfet li ber çavan werin derbaskirin, li gorî pîvanên hatine diyarkirin (pêşengên civakê, akademisyen û ..hwd) wê komîte wan navan qebûl bike. 21`ê Îlonê ku wekî Roja Aştî ya Cîhanê li gorî NY`ê tê naskirin, dê encama dawî ya kampanyayê bê eşkerekirin.”

ANHA

https://hawarnews.video//embed/rDV37OpxEuHb5ke

Etîket:

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin