Mîtîngên 1’ê Îlonê: Divê komîsyon bi lezgînî bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike
Li Mêrdîn, Xarpet û Antalyayê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê mîtîng hatin lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari di mîtîna li Mêrdînê de axivî û got: “Divê komîsyon bi lezgînî bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike.

Li navçeya Artûliya Mêrdînê, li bajarokê Yazî Konak ê Xarpêtê û Antalyayê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê mîtîng hatin lidarxistin.
MÊRDÎN
Platforma Saziyên Demokratîk, bi beşdariya Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari, bi boneya 1’ê Îlonê li Parka Karayollari ya Artûkliya Mêrdînê şahî li dar xist. Gelek kes tevlî şahiyê bûn û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.
Di mîtînê de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari axivî û got: “Divê her kes bi ciddîyek mezin nêzî pêvajoyê bibe. Divê kes pêvajoyê bi berjewendiyên xwe ve sînordar neke. Divê Aştî û Civaka Demokratîk bi hev re werin avakirin. Divê komîsyon bi lezgînî bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Divê em di vê serdemê de hîn bêtir xwe birêxistin bikin û bixebitin. Divê her kes berpirsiyariyên xwe bicîh bîne. Têkoşîna me dê berdewam bike heta ku em encamên siyasî û yasayî yên ku xwişk û biratiya hemû gelan nîşan didin bi dest bixin.”
Girseyê bi coşeke mezin stranên ku ji hêla Hamit Karadeniz ve hatin gotin, guhdar kir.
Şahî bi dirûşm, stran û govendê bi dawî bû.
XARPÊT
Li bajarokê Yazî Konak ê Xarpêtê, Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Xarpêtê, ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê şahiyek li dar xist. Rêvebirên bajêr û navçeyan ên DEM Partiyê ya Xarpêtê, rêveberiya bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak ku qeyûm tayinî şuna wî hatiye kirin û gelek welatî beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de pankartên bi nivîsên “Aştî û civaka demokratîk ji bo azadiyê ked e”, “Ji şer re na, aştî niha”, û “Bijî aştî, bijî aştî” hatin hilgirtin û meşale hatin vêxistin.
Piştî govendê endamê Meclîsa Ciwanan a Xarpetê ya DEM Partiyê Enver Havikli axivî û diyar kir ku gelê Kurd ji dîrokê heta niha bi gelek zext, êşkence, paşguhkirin û mêtingeriyê re rû bi rû maye û got: “Tevgera ciwanan û jinan dê bibin pêşengên aştî û siyaseta demokratîk.”
Di dawiyê de, Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak axivî. Konak anî ziman ku 50 sal in têkoşîneke azadiyê heye û got: “Di vê têkoşînê de bedelên mezin hatine dayîn û heta roja îro hatine.”
ANTALYA
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Antalyayê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li salona konferansê ya Baroya Antalyayê panelek li dar xist. Di panelê da Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kucukbalaban, Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Coşkûn Ustercî, Akademisyena Aşitiyê Hafize Ozturk Turkmen û Dayika Aşitiyê Hulya Ayik beşdar bûn.
Di panelê de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kucukbalaban axivî. Kucukbalaban bi bîr xist ku di salên 1990’î de li 20 bajarokan zêdetirî 900 gund hatin valakirin û bi sed hezar kes hatin koçber kirin. Kucukbalaban diyar kir ku di gorên komî yên hatin vekirin da cenazeyên bi sedan kesan hatin dîtin.
Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Ustercî jî axivî û bal kişand bi ser giringiya rojê. Dayika Aşitiyê Hulya Ayik jî got: “Di şerê 40 salan da bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane. Em dixwazin êdî rondikên dayikan rawestin.”
Panel bi bangewaziya meş û daxuyaniya çapemeniyê ya ku sibê li Antalyayê bê kirin bi dawî bû.