Rêber Apo: Banga yekîtiyê li Kurdan hemûyan dikim
Rêber Apo peyamek ji konferanseke li Hewlêrê re şand û bang li Kurdan hemûyan kir ku li ser zemîneke demokratîk bicivin û bibin yek.

Li Hewlêrê li ser pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê konferanseke bi navê ‘Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi zehmetî bi dest dikeve’ konferansek tê lidarxistin.
Rêber Apo jî peyamek ji konferansê re şand. Peyama Rêber Apo bi vî awayî ye:
“Navenda Lêkolînên Rûdawê, ji ber lidarxistina vê konferansê û bi taybetî jî ji bo ku sernavê ‘Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi zehmetî bi dest dikeve’ diyar kiriye pîroz dikim. Ev sernav, rastiyê bi awayekî rast nîşan dide. Me di çil salên bihurî de bi tecrubeyên tahl gelek caran dîtin, li Tirkiyeyê aştî îhtimal û rewşek e ku bi zehmetî bi dest dikeve. Vê carê jî derfeta aştiyê ‘bi zehmetî bi dest xist’, lê ji bo gihandina encamê em bi hemû hêz û hesasbûna xwe hewl didin.
Eger ev pêvajoya li Tirkiyeyê bi ser bikeve, wê qedera hemû Rojhilata Navîn biguhere; wê serdemeke nû destpê bike ku tê de li şûna şer û wêraniyan, jiyaneke demokratîk a li ser bingeha aştiyê cih bigire.
Tercîha min ew e ku Kurd, bi wan dewletên ku derfeta pêwendiyeke li ser bingeha civaka demokratîk didin wan re, di nav yekîtî û hevgirtinê de bin. Ez vê yekê wekî ‘entegrasyona li ser bingeha civaka demokratîk’ pênase dikim. Pêvajoya ku em niha dimeşînin dispêrim ser vî esasî û ez di wê baweriyê de me ku wê bi ser bikeve.
Li gorî min, divê pêwendiyên di navbera Kurdan de jî di şêweyê yekîtiyeke li ser bingeha demokratîk de bin. Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bicivin û bibin yek.
Ez ji bo konferansa we hêviya serketinê dixwazim û silav û rêzên xwe yên ji dil pêşkêş dikim.
Abdullah Ocalan
Girava Îmraliyê”