Rêber Apo: Veguherîna civakî peywira sereke ya serdema nû ye
Rêber Apo di peyama xwe ya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de diyar kir ku aştî ne tenê daxwazek e, rastiyeke şênber e û wiha got, “Veguherîna civakî, ji bo gelên me ne tenê mafek e; di heman demê de peywira sereke ya serdema nû ye.”

Rêber Apo, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek şand. Peyama Rêber Apo a di mitînga Stenbolê de hate xwendin wiha ye:
“Ji kesên bo aştî û demokrasiyê têdikoşin re…
Banga me ya ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk, ne gaveke siyasî ya jirêzê ye; gaveke stratejîk e û qonaxeke dîrokî ye. Bi vê bangê re hem li Tirkiyeyê hem jî li seranserî Rojhilata Navîn, deriyên serdemeke nû ya jiyaneke demokratîk a ser bingeha aştiyê heta dawiyê hatine vekirin ku dê şûna şer û wêraniyan bigire.
Ev, ne tenê daxwazek e; rastiyeke şênber e ku divê bi derfetên xurt û gavên pratîkî yên cidî were avakirin. Ji ber ku aştiyeke rasteqîn, tenê bêdengbûna çekan an jî bidawîbûna pevçûnan nîne. Aştiya rasteqîn, wê demê pêkan e dema azadî, demokrasî û edaleta civakî di hemû qadên jiyanê de ava bû.
Veguherîna civakî ji bo gelên me ne tenê mafek e; di heman demê de peywira sereke ya serdema nû ya pêşiya me ye.
Aştî, demokrasî û nirxên azadiyê dê bi têkoşîna gelên me re teqez mayinde bibin û di nava jiyana civakî de cihê xwe bigirin. Ev welat êdî dê bibe welatê wan kesan ên ku aştî û jiyana demokratîk hem weke mafê xwe hem jî peywira xwe dibînin.
Bi wesîleya 1’ê Îlonê ez bang li gelên me dikim ku xwedî li vê peywira dîrokî derkevin û meşa aştî û azadiyê hêj bêhtir mezin bikin.
Di wê baweriyê de me ku hemû kes dê cidiyeta vê serdemê fêm bike, xwe li ber çavan derbas bike û li gorî ruhê aştiyê tevbigere. Bi vê baweriyê, ez we hemûyan bi hezkirin û rêzên xwe yên bêdawî silav dikim.
Abdullah Ocalan
Girava Îmraliyê.”