Şandeya Îmraliyê: Belge û agahiyên hatine guhertin esas negirin
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê xwest ku divê agahî û belgeyên “hatine guhertin”, “spekulatîf” û “bêbingeh” ên ku li ser navê “nîşeyên hevdîtinê” li ser medyaya dijîtal têne belavkirin esas negirin.

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi daxuyaniyek nivîskî ev tişt parve kir: “Ev demeke hin derdor li ser medyaya dijîtal nîşeyên tên îdiakirin têkildarî hevdîtinên li Girava Îmraliyê ne parve dikin û şîrove dikin.”
Daxuyanî wiha berdewam kir:
“Bêguman raya giştî hevdîtinên di navbera birêz Ocalan û şandeyê de û nêrînên birêz Ocalan ên têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk mereq dike, li bendê ye û dişopîne. Têkildarî hevdîtinan, şandeya me bi çapemenî û raya giştî re agahiyan parve dike. Divê kesek ji bilî belge û agahiyên şandeya me parve dikin, ji ti agahî û belgeyên hatine guhertin, spekulatîf û bêbingeh esas negirin.
Weke rêgezeke civaka demokratîk em ji bo hemû nêrînên dijber û yên nedijber rêzê digirin. Lêbelê em helwestên ku xwe dispêrin agahiyên nerast û belge û agahiyên bêbingeh ku baweriyê dişikînin jî weke hewldanên provakatîf dinirxînin.
Mijarên têkildarî aştiya civakî, ji nîqaş û hevdîtinên cidî, pêbawer û heta astekî veşarî digirin nav xwe. Weke DEM Partî û Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê em di mijara xebatên xwe de pir bi baldarî tevdigerin.
Hemû hevdîtinên li Girava Îmraliyê tên kirin, bi beşdariya şandeya me hatine kirin. Ji bilî vê tevahiya îdiayên din tu eleqeya xwe bi rastiyê re nîne. Her wiha ji bilî nîşe û belgeyên şandeya me parve kirine, divê tu nîşe û belgeyên din esas neyên girtin.
Em bi rêzdarî pêşkêşî raya giştî dikin.”