المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em banga Rêbertî ji xwe re dikin esas

0 17

Endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk Canfeda Bahoz, Şiyar Dersim û Bengîn Ronahî beriya merasîma îmhakirina çekan nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew banga Rêbertî ji xwe re dikin esas.

Endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk li ber şikefta Canese ya li herêma Raperîn a Başûrê Kurdistanê li ser banga Rêber Apo merasîma şewitandina çekan lidar xistin. Ji gerîlayên azadiyê yên tevlî merasîmê bûn Canfeda Bahoz, Şiyar Dersim û Bengîn Ronahî beriya çalakiya dîrokî nirxandin kirin. Endamên koma gerîla nêrînên xwe ji ANF’ê re parve kirin.

Canfeda Bahoz: Em niha amadekariyê ji çalakiyeke mezin û dîrokî re dikin. Ev çalakiya hem em li qada navneteweyî hem jî li nava dewletan bûye sedema şoqeke mezin. Kes ne li bendê bû ku PKK gavên bi vî rengî mezin biavêje û bersivê bide Rêbertî. Banga 27’ê Sibatê ya Rêbertî jî li qada navneteweyî, li nava dewletê bû sedema nîqaşan. Di nîqaşan de hate gotin, vaye Rêbertî bang kir, gelo PKK wê li gorî bangê tevbigere yan ne, yan jî hêza Rêbertî hîn jî li ser PKK’ê heye yan na. Ev nîqaş hemû pûç bûn. Lê belê piştî Kongreya PKK’ê bi biryara terikandina têkoşîna çekdarî re Tevgera Azadiyê ispat kir ku ji destpêka avabûnê û vir ve partiya Rêbertî, partiya şehîdan e.

Em niha li ser banga Rêbertî diçin çalakiyê. Bêguman bi kelecan in, bi moral in, belê mijara çekdanînê destpêkê hinekî atmosfereke hestewarî afirand, lê belê piştî kûrbûnê, piştî xwendina manîfestoya Rêbertî me dît ku ev çalakî wê destketiyan ji gelê me re bîne, destê Rêberê me xurt bike, lewma em bi coş û kelecan in. Ji ber ku hevalan jî ji me re gotin; hûn yekser bi banga Rêbertî ve dilsoz in. Ji ber ku rêxistinê ev şens daye me em gelekî kêfxweş in. Ji ber ku ev çalakiyeke gelekî mezin û dîrokî ye. Dibe ku bi rojan, bi mehan, bi salan li ser bê axaftin. Çalakiyeke ku cihê xwe di dîrokê de girtiye. 11’ê Tîrmehê wê biekve dîroka Kurdistanê û cîhanê. Kes ne li benda tiştekî bi vî rengî bû. Ji bo dagirkeran jî bû surprîz. Ya girîng ew e ku ji niha û pê ve wê dewlet çi bike.

Ji ber ku Devlet Bahçelî di roja vekirina meclîsê de silav da endamên DEM PartiYê û got, ‘Em dixwazin xwişk û biratiya Kurd û Tirkan ji nû ve ava bikin, ruhê Malazgîrtê jinûve geş bikin’. Ji ber vê yekê jî girîng e ku dewlet wê çi bike. Ji aliyê hiqûqî ve wê qanûnan amade bike yan na, ev yek girîng e. Madem qala xwişk û biratiyê dikin, xwişk û birayê min xwedî kîjan mafî be, ez jî dixwazim xwedî heman mafî bim. Eger ev birayê min wê zilmê li min bike, xwe ferz bike, qirkirinê bike, komkujiyê bike, hingî em ê jî wê xwişk û biraiyê nîqaş bikin. Eger Devlet Bahçelî, dewleta Tirk ji dil û durust be vaye PKK’ê gava dîrokî avêt, neçar e bersivê bide vê gavê, bersivê bide banga dîrokî ya Rêber Apo. Mafên Devlet Bahçelî çi be mafên Kurdan jî divê ew be.

Çawa ku Tirk li her derê bi rengekî azad bi zimanê xwe yê dayikê dikare biaxive, dikare perwerdeyê werbigire, hingî divê zarokên Kurd jî karibin bi zimanê xwe yê dayikê biaxive, hîn bibe, perwerdeyê bibîne. Li hemû qadên perwerde, çand û jiyanê divê mafên gelê Kurd bêne naskirin, naxwe piştî ku me ev gav avêt, eger dewlet me û Rêberê me mijûl bike hingî wê berdêlên gelekî giran ji dest bide. Weke ku min di destpêkê de got, ji ber ku di nava vê çalakiyê de me, ji ber ku banga Rêber Apo bi cih tînim gelekî kêfxweş im. Ji niha ve hemû hevalên di nava komê de ne û yên amadekariya komê kirine serketinê dixwazim Bijî Serok Apo.

PKK’Ê Û RÊBER APO MOHRA XWE LI 50 SALÊN DAWÎ YÊN DÎROKA KURDISTANÊ XIST

Şiyar Dersim: Hevalê Canfeda jî got; em di pêvajoyeke asayî de nînin, me giraniya pêvajoyê, hesasiyet û girîngiya wê fêhm kirine. Kûrahiya Rêbertî, analîzên Rêbertî, nirxandinên nû yên li ser hişmendiya dîrokê, nêrînên wî yên nû dibe ku me hîn ji vî alî ve xwe baş kûr nekiribin, lê belê haya me ji vê yekê heye; di dîroka bi hezaran salî ya Kurdistanê de PKK’ê û Rêbertiya Apoyî mohra xwe li 50 salên dawî xistin. Dost û dijmin her kes vê qebûl dike. Kes nikare vê biguherîne, nikare bi rengekî cuda bê şîrovekirin. Ji ber ku li pêş çavên cîhanê ev yek qewimî. Têkildarî bûyerên di nava 50 salan de qewimîn bêguman em ê bêhtir kûr bibin, dîroka Kurdan a serberjêr bûbû çawa sererast bû, gelekî ku timî bûbû hêza leşkerî ya hinekî din, çawa gihîşt wê astê ku ji bo xwe têbikoşe? Em ê van hemûyan weke destketiyên têkoşînê yên 50 salan binirxînin û hîn bêhtir hewl bidin fêhm bikin. Bi fêhmkirina vê yekê re wezîfeya me ye ku vê yekê bigihînin civakê, jin û ciwanan. Ji ber ku bûyerên di nava 50 salên dawî de qewimîn di dîroka Kurdistanê ya hezaran salî de û di nava civaka Kurd de heta niha rû nedabûn.

Guherîn û veguherîneke zîhniyetê pêk hat. Têkoşîna azadiyê ya jinê bi pêş ket, şoreşa azadiyê ya jinê pêk hat. Bi pêşengiya jinê şoreşek pêk hat. Niha li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn têkoşîna azadiya jinê heye ku bûye îlham ji civakên bindest ên li cîhanê re. Rêbertî wezîfeyek danî pêşiya me. Ev wezîfe tê wateya karên divê bêne kirin. Ev wezîfe ji rêzê nîne. Bêguman pêvajoyeke awarte ye, wezîfeyeke awarte ye. Wezîfeyên ku Rêbertî danî pêşiya me, em di pratîkê de bi afirandina zîhniyet û feraseta serketinê bi cih tînin. Nêzîkatiyeke hestewarî, ji nişka û refleksê nîne. Em di wê astê de ne ku bi feraseta Rêbertî li ser bingeha hişmendiya Rêbertî xwe perwerde bikin, kûr bibin û wezîfeya xwe bi ser bixînin. Ji ber ku em tevgereke gerîla ne ku bi biryardariya pêşengiya ji civakê re dest bi têkoşînê kirine. Gerîla şêweyekî jiyanê ye, li bajaran dibe, li deştê dibe, li çiyê dibe, li qadên cuda yên şer dibe, em ê vê rêbaza jiyanê li her derê bijîn û 24 saetan gerîlatiyê bikin.

Bêguman wezîfeyên me yên dîrokî hene û em ê van wezîfeyan bi ser bixînin. Bi kurtasî bi stratejiya şerê rizgariya neteweyî û têkoşîna rizgariya neteweyî pirsgirêka Kurd çareser nabe. Rêbertî jî dibêje, li şûna stratejiya rizgariya neteweyî em ê stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk bi cih bînin. Ev yek tê vê wateyê; pirsgirêka Kurd ji ser zemîna şer a 50 salî derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî dibe. Stratejiya Rêbertî ya azadiya gelan û civakan a bi feraseta sosyalîst a bindestan, gelan, civakan û zîhniyeta şoreşgerî rasteqînî ye, fikrên Rêbertî ku niha weke manîfestoyê gihandiye me hemû jî perspektîfa azadiya bindestan e, reçeteya pêkanîna demokrasiyê li tevahiya cîhanê ye. Ji bo sosyalîstan, şoreşgeran, bindestan hêviyeke mezin e. Manîfestoya Rêbertî manîfestoyeke tevgera demokrasiyê ya cîhanê ye, ne tenê ji bo Kurdistanê û Rojhilata Navîn.

DIVÊ CIWAN PÊŞENGIYÊ JI PÊVAJOYÊ RE BIKIN

Bêguman şoreşgerên cîhanê wê sûdê ji vê manîfestoyê werbigirin. Wê hewl bidin fêhm bikin, ji ber ku ew jî di nava lêgerînekê de ne. Pêşengî li ser bingeha zîhniyeta têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê tê wateya rêxistinkirina civakê ya xwe bi xwe. Di bingeha perspektîfê Rêbertî de rêxistinî heye. Bi rastî divê ciwanên Kurdistanê xwe bi rêxistin bikin. Bêguman di vir de roleke girîng a ciwanên Kurdistanê heye, roleke mezin a têkoşîna azadiya jinê heye. Bi taybetî di nava 10 salên dawî de xwe ispat kirin, ciwanên Kurdistanê xwe ispat kirin. Mînak eger têkoşîna gerîla di nava 10 salên dawî de gihîştibe asta têk naçe, di vir de rola ciwanên Kurdistanê diyarker e. Li hemberî artêşa 2. a NATO’yê ku pesnê xwe dide, 2 kesan 3 mehan çeper parastin, 5 kesan 3 mehan, 4 mehan çeper parastin.

Ciwanên li Ewropayê divê pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin. Mînak di çalakiyan de têkilîdanîn girîng e, ciwan teknîka heyî ya dawî di asta profesyoneliyê de bi kar tînin. Li gorî derfetên xwe divê binirxînin, li ku derê çalakî hebe divê tevlî bibin. Xwe bi rêxistin û perwerde bikin. Potansiyela ciwanên li Ewropayê, potansiyela ciwanên li Başûr, potansiyela ciwanên li 4 parçeyên Kurdistanê pêşengên pêvajoyê ne, pêşengên paradîgmaya me ne. Ciwan pêşeng e, têkoşîna azadiya ya jinê ye, karên azadiyê yên jinê ye.

PKK NE NAVEK E, RUHEK E

Canfeda Bahoz: Ciwanên Kurdistanê bi taybetî jî ciwanên Amedê divê vê yekê ji bîr nekin; dema ku Rêberê me tevger ava kir got ‘Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin’. Çawa ku ji bo partiya me partiay şehîdan, partiya jinan tê gotin, di heman demê de partiya ciwanan e. Ciwanên Amedê ciwanên serhildêr, berxwedêr e. Bi taybetî piştî berxwedana li zindana Amedê şahidî ji cewhera berxwedan û serhildanê ya li Amedê re kir. Keda 52 salan bêguman wê bibe dewama nirxên ku 40, 50 hezar şehîdan afirandin. Li ser banga Rêbertî me PKK fesix kir, lê belê PKK ne tenê navek e, ew ruhek e, 50 sal in, 3, 4 nifş bi vî ruhî mezin bû. PKK wê di nava ciwanên Apoyî, di nava ciwanên Kurdistanî de timî zindî be. Banga me li ciwanên Amedê li ciwanên Kurdistanê; Ruhê stêrka me ya sor Alî Çîçek timî zindî bihêlin ku têkşoîna demokrasî û siyasî bi rêbazên hîn xurt bê meşandin. Ciwan wê pêşengiyê ji vê re bikin, ciwanên Amedê wê pêşengiyê bikin. Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna bi ked, fedakariyê gihîşt vê astê wê hîn bi xurtî bê meşandin. Ruhê şehîdên me wê şa bibe.

TÊKOŞÎNEKE NÛ DESTPÊ DIKE

Bengîn Ronahî: Navê min Bengîn Ronahî ye, ji Amedê me. Ji sala 2024’an û vir ve weke kadroyeek vê tevgerê li çiyê me. Rêber Apo weke tevgera hevrêtiya komunalîst silav ji me re şand û pêvajoyeke nû da destpêkirin. Gelê me, gelên bindest timî li ber xwe dide, her wiha ciwan, jin li hemberî zilm û zextê di nava têkoşîneke mezin de ne, serî natewînin, bi vê wesîleyê hemûyan silav dikim. Bêguman ev pêvajo kelecaneke mezin diafirîne, di heman demê de hin pirsan jî dixe rojevê. Lê belê dikarim vê bibêjim; Rêbertî banga têkoşîna li ser bingeha bê çek kir, em vê bangê ji xwe re dikin esas û bi rê dikevin. Di vê mijarê de fikar û dudiliya me nîne ku çekên xwe biavêjin nava êgir û bişewitînin. Jİ ber ku her pêvajo, her dem rê û rêbazên nû datîne pêşiya me. Di vê pêvajoyê de em ê bi stratejî û rêbazên siyaseta demokratî bimeşin. Weke ku min got, PKK’ê hebûna Kurdan da qebûlkirin.

Armanca PKK’ê ispatkirina hebûna Kurdan bû, ev yek niha temam bû. Di asta heyî de divê ji deriyê azadiyê derbas bibe û em jî li gorî vê yekê divê têkoşînê bimeşînin. Divê nekevin xefletê; nebêjin milîtan, kadroyên PKK’ê çekên xwe şewitandin, teslîm dibin, êdî PKK tasfiye bû û têkoşîn qediya. Divê xefleteke bi vî rengî nebe. Berevajî, em nû destpê dikin. Agirê ku em çekên xwe diavêjin nav, dîroka Kurdan temsîl dike. Di dîroka Kurdan de ji Kawayê Hesinkar heta bi dîroka PKK’ê ji Mazlûm Dogan heta Zekiye, Rahşan û gelek hevalan agir ji nûve dadan û ew agirê azadiyê mezin kirin. Şewitandina çekan ji bo me tê wê wateyê. Em ê çekên xwe bişewitînin, lê belê ew agir wê venemire, wê hîn gur bibe, em ê dijminatiyê, siyaseta înkar û îmhayê, polîtîkaya asîmîlasyonê di nava wî agirî de bişewitînin.

Stratejiya me ya demokratîk bi vê çalakiyê wê encamê werbigire. Dema ku me Rêbertî li ser ekranê dît, hestên ku me jiyan, zehmet e bê vegotin. Lê belê min fêhm kir ku di jiyana min de biryara herî rast ew bû ku tevlî nava vê tevgerê bibim. Fikareke mirovan nîne ku bibêje, gelo wê çawa bi encam bibe. Rêbertî tê wateya ronahiyê, em ê heta dawiyê li pê wî bin.

PKK’ê ji bo jinan çi afirand? Jin li qada siyasî, civakî, li her qada jiyanê bêçare hatibû hiştin, weke meta lê hatibû kirin. Ji bilî anîna zarokan a dinyayê, karê mutbexê û bersivdana li pêwîstiyên mêr roleke xwe tine bû. PKK’ê ev yek ji holê rakir, hebûna gelê Kurd da ispatkirin, jinan bi îradeya xwe di jiyanê de temsîlkariya xwe kir.

Jin li hemberî metirsiya bêîradekirina jinê dikarin bi fikirên Rêbertî xwe rizgar bikin. Ji ber vê yekê jinên ciwan divê herî zêde di vê pêvajoyê de cih bigirin. Di têkoşîna me ya avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de divê mil bi mil têbikoşin. Divê tevlî fikir û îdeolojiya Rêbertî bibin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin