Dema hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi lîderên partiyên siyasî re diyar bû
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê di nava hefteyê de bi Serokê CHP’ê Ozgur Ozel, Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re hevdîtinê bike.

Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol di nava hefteyê de wê bi serokên partiyên CHP, MHP û Gelecek re hevdîtinê bikin.
Bernemaya Heyeta Îmraliyê bi vî rengî ye:
16’Ê TÎRMEHÊ
Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû
Saet: 12.00
Cih: Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî
Saet: 14.00
Cih: Odeya Koma Meclisê
17’Ê TÎRMEHÊ
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel
Saet: 13.00
Cih: Navenda Giştî ya CHP’ê