Nirxandinên Rêber Apo yên li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê
Bi ser berxwedêriya mezin a 14 Tîrmehê re 43 sal derbas bûn. Lê ev berxwedêrî ewqas mezin, ewqas bi wate ye ku bû ye bingeha têkoşîna azadiya gel. Ev berxwedêrî wekî duh, îro jî zîndî ye.

Di 14’ê Tîrmeha sala 1982’an de li zindana Amedê, li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê ya cuntaya faşist, bi pêşengiya Kemal Pîr û Mehmet Xeyrî Dûrmûş, komeke berxwedêr dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin. Berxwedana wan roj bi roj mezin bu. Li hemberî polîtîkayên înkar, îmha û qirkirinê ku heta zindana Amedê belav bibû, lehengên nemir, parçe parçe helandina bedenên xwe dan ber çavan. Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş Akîf Yilmaz û Elî Çîçek heta dawiyê li ber xwe dan û kevneşopiya tekoşîna mezin û jiyana ku di rêya wê de bedêl tê dayîn hêştin.
https://cdn.iframe.ly/5UIBLMYj
Rêber APO ku her dem dilsoziya xwe ya li pêşberî şehîdên berxwedêriya 14 Tîrmehê tîne ziman, berxwedêriya mezin wiha pênase dike:
“Em 14’ê Tîrmehê bi bîr tînin. Îro komeke berxwedêrên zindanan, li hemberî dijminê ku dixwest hemû hêviyên azadiyê yên gel têk bibe, berxwedêriya PKK’ê di şexsê xwe de nîşandan. Ev rastiyeke bê niqaş e.”
Rêber APO bûyerên ku li zindana Amedê qewimîn bi vî rengî vedibêje:
“Di destpêka sala 1980’an de li hemberî polîtîkayên ku her tiştê li ser lingane dixwaze îmha bike, piştî ku her cûre berxwedanî tê nîşandan, bi helandina bedenên xwe rêya herî dawî diceribînin û biryara çalakiya herî bi hêz didin. Bi diruşmeya ‘berxwedan jiyan e’ derdikevin holê. Ev bi temamî dibe hêvî û banga gel a bi rûmet. Tê gotin ku ‘em dev ji hêviyê, ji partiyê bernadin. Em ê xwe bihelînin û bikin jiyan’. Va ye berxwedêriya Newrozê ya Mazlûman, va ye biryara berxwedêrên 14 Tîrmehê, vaye Ferhatên ku xwe kirin meşale, bi temamî wiha ye.
Bîranînên berxwedana ku Mazlum, Xeyrî û Kemal pêşengiya wê dikin, careke din zindî bûn. Ew bûn meşaleya ku gel ronî dike. Bûn hêviya jiyanê, bûn rêbaza jiyanê.
Mîrov dikare çend pirsan ji bo berxwedana 14’ê Tirmehê bipirse; Heval Xeyrî, Kemal û hevalên din jî, dema ku ji bo çalakiya rojiya mirinê biryar dan, çi dikirin armanc? Dijmin bi ser wan de dihat ku di tengahiyê de wan bifetisîne, xwe înkar bikin, Kurdayetiyê înkar bikin, baweriya partiyê înkar bikin, partiyê înkar bikin. Dijmin digot: ‘Heta hûn xwe înkar nekin ji were jiyan tine ye.’ Dema dijmin bi her awayî, bi her êşkenceyê xwest ku van tiştan li ser wan bimeşîne, wan jî got: ‘Mirin ji me re jiyane, ev ne jiyana însanan e, ne jî jiyana ku em ji bo gelê xwe qebûl bikin e. Em înkarkirina partiyê qebûl nakin.’ Wiha biryar dan û dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin. 14’ê Tirmehê bi rastî gaveke mezin bû. Gaveke di cih de bû.
Em Xeyriyan, Kemal’an baş nas dikin. Hevrêyên ku dixwazin têkoşîna herî mezin bidin in. Piratîka şoreşgerî ji bo wan jiyan bi xwe ye. Xeyrî, kesayetekî mezin bû ku xebat û propagandaya partiyê bê bêhnvedan dikir û ji derveyî vê ti rojeke wî vala tinebû. Kemal, kesayetekî ku ji serî heta binî her tiştê xwe xistibû xizmeta partiyê, bi her tiştê xwe xeta tekoşînê dijiya. Dîsa tarzê jiyana partiyê bê bêhnvedan birêvedibir.
Hevrêyên me yên ku xwe di şert û mercên zehmet û bêderfetiyan de pêşxistibûn in. Şoreşgerek çawa dijî? Wan bi berxwedêriya zindana Amedê ya bê eman li hemberî hemû êşkenceyan li ber xwe dan. Deqîqeyek wê kêliyê jî bi qasî salekê dirêj û bi qehr e. Ji bo ku navê partiyê hinekî din bînin ziman û ji bo ku di nav hin şertên guncav de têbikoşin, van salan bi vî awayî dinirxînin.
Di dîrokê de tu kes mîna van hevalên me bêderfet nînin. Ev hevalên me di nav bêderfetiyên mezin de bûn. Derfetên wan, tenê can û bedena wan bû, wan jî bi lehengî danîn holê. Cihê ku lê bûn, cihê zor û zehmetî, cihên herî hovane yên îşkenceyê bû. Gelo ruxmî vê, lehengiya herî mezin nîşan nedan? Gelo di demeke ku bawerî û hêvî herî kêmbû, belkî di pêvajoyeke ku partî ‘ha çû, ha li ber çûyînê ye’ de, bi temamî kesayeta xwe di danîna holê de, di rizgarkirina partiyê, dîrokê de nebûn xwediyê roleke girîng? Ma bawerî û hêvî heta dawiyê mezin nînbû? Hem jî li wê zemînê. Dîsa gelo coş, girêdanbûna bi jiyanê ve ne di asteke jor de bû?
Berxwedêriya 14 Tîrmehê encax bi şoreşgertiyeke ku serkeftinên bênavber gengaz dike dibe û di dawiyê de bi serkeftina wan gengaz bûye.
Ji bo bîranîna nirxên berxwedana ewqas mezin çi nayê kirin? Careke din ku wateyeke ji berxwedêriya 14 Tîrmehê were derxistin, li hemberî polîtîkayên îmhayê ku di şexsê berxwedêran de ji bo partiyê û gel dihat pêşbinîkirin, hat pêşxistin bû. Ya ku di tarîtiya dîrokê de binaxkirina wê dihate xwestin, nasnameya gelekî û berxwedêriya di PKK’ê de dihat temsîlkirin bû. Divê wateyeke vê hebe. Ev, rastiya gel, rastiya şer e.
Careke din em ji xwediyê doza berxwedanê ya mezin re û di serî de ji biryara şehîdan û ya berxwedêrên ku pêl bi pêl pêş dikeve re, li ser vê esasê ji şahadeta wan, ji jiyana wan û ji şerkeriya wan re dilsoziya xwe nîşan didin.
Rêxistina şoreşgeran, rêxistina ku fetih dike ye, rêxistina coşê ye, rêxistina biryardariya mezin e.”
Bi ser berxwedêriya mezin a 14 Tîrmehê re 43 sal derbas bûn. Lê ev berxwedêrî ewqas mezin, ewqas bi wate ye ku bû ye bingeha têkoşîna azadiya gel. Ev berxwedêrî wekî duh, îro jî zîndî ye.