المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Yaşar Îsmaîloglû: Serok Apo mirovekî efsûnî û bi bandor e

0 19

Dostê 55 salan ê Rêber Apo, nivîskar û helbestvanê ji Qibrisê Yaşar Îsmaîloglû got, “Rojekê em ê teqez hevdu hembêz bikin û weke li Sûriyeyê wê rojekê destê xwe bide pişta min. Serok Apo mirovekî efsûnî ye.”

YAŞAR ÎSMAÎLOGL

Nivîskar, helbestvan û lêkolînerê ji Qibrisê Yaşar Îsmaîloglû (Yaşar Hoca) zêdeyî 50 sal in li Londonê dimîne û 40 sal in jî dostaniyê ji gelê Kurd re dike. Heta niha 8 jê pirtûkên helbestê 46 pirtûkên wî hatin weşandin. Di têkiliya demdirêj a Yaşar Îsmaîloglû ya bi gelê Kurd re bandora Rêber Apo zêde ye.

https://cdn.iframe.ly/9Zc8vAvu

Yaşar Îsmaîloglû ku sala 1964’an di nava Mucahîtên Qibrisê de bû, fikir û jiyana wî ya polîtîk sala 1966’an piştî ku mafê xwendina li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê bi dest xist, guherî. Îsmaîloglû di vê demê de bi bandora rêberên şoreşger ên çep li nava refên Dev-Solê têkoşiya û piştî ku demeke kurt Rêber Apo nas kir, bû dostê qedîm ê Kurdan. Yaşar Îsmaîloglû ku piştre li Şamê serdana Rêber Apo kir, piştî 26 salan dîmen û dengê Rêber Apo bihîst. Weke bi milyonan Kurdistaniyan Yaşar Îsmaîloglû jî ev yek bi kêfxweşî û hestewarî pêşwazî kir. Îsmaîloglû ku li Londonê dimîne ji ANF’ê re li ser mijarê axivî.

Yaşar Îsmaîloglû got, “Ji me re dibêje, ‘Çekan dînin. Danîna çekan teslîmiyet nîne, destketî ye’. Bi xwendina konjonktura îro û cîhanê dibêje, di vê qonaxê de danîna çekan windahî nîne. Dema înkarê qediya û niha têkoşîna demokratîk datîne pêşiya me.

Serok Apo eger azad bibe wê tiştên hîn mezin hilberîne. Ez ji vê yekê bawer dikim. Eger em bi sebir bin û karekî baş bê kirin wê destketî jî mezin be.”

‘DEMA KU MIN DENGÊ WÎ BIHÎST, EZ GIRIYAM’

Îsmaîloglû diyar kir ku piştî 26 salan dema dengê Rêber Apo bihîst, giriya, hestewar bû û got, “Bêguman porên Serok Apo weke yên min spî bûne. Lê belê îradeya wî di cih de ye. Li gel zext û şert û mercên ewqasî giran li ser xwe ye. 26 salan me ew nedît û em timî di nava fikaran de bûn. Di nava wan şert û mercan de jî dikare ewqasî hilberînê bike. Ji dîmenê ku bandor li milyonan Kurdî kir, ev îradeya wî ya xurt tê dîtin. Ez ji Serok bawer dikim.”

Îsmaîloglû destnîşan kir ku sekna Rêber Apo gelekî şênber e, lê belê dîmen û deng têrê nake û got, “Divê êdî azad bibe. Ji ber ku wê hîn bêhtir hilberîne. Dixwazim ku ew azad bibe. Ti carî nekarîn wê bigirin. Lê belê divê êdî ji aliyê fîzîkî ve jî azad bibe. Gelekî xweş diaxive…”

‘GAVA HERÎ MEZIN A SIYASÎ YA SEDSALÊ YE’

Îsmaîloglû destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd e û got, “Tirkiye neçar e bi Kurdan re li hev bike, bi taybetî rewşa li Rojhilata Navîn Tirkiyeyê neçarî vê yekê dihêle. Dema ku pirsgirêka Kurd hate çareserkirin wê pirsgirêka Qibrisê jî çareser bibe. Tirkiye ya ku pirsgirêka Kurd çareser kiriye, eger bi paradîgmaya Serok re guhertin û veguhertineke civakî pêk bîne ne tenê li Qibrisê wê li tevahiya Rojhilata Navîn şer çareser bike.

Paradîgmaya Civaka Demokratîk a ku Serok danî holê fikir û gava herî mezin a siyasî ya sedsala dawî ye. Li dijî sîstema kapîtalîst pêşniyar û çalakiyeke alternatîf pêşniyar dike.”

‘HEVAL, HEVRÊYÊ MIN Ê HÊJA…’

Yaşar Hoca weke dostekî 55 salan ê Rêber Apo peyamek şand û got, “Ez gelekî ji te hez dikim. Em li bendê ne ku te di nava xwe de bibînin. Baş e ku tu heye. Çareseriya ku me ji nava çiravê rizgar bike, te pêşkêş kir.  Baweriya min a bi te tam e heval û hevrêyê min ê hêja.

Di vê mijarê de gelekî hestewar im; ev yek hevaltî, dostaniyeke ku namire. Tu nabîne, bi destê xwe nagihêje le belê 24 saetan hîs dike. Ez bawer dikim ku rojekê em ê teqez hevdu hembêz bikin. Weke li Sûriyeyê wê destê xwe bide pişta min.

Serok Apo mirovekî efsûnî û bi bandor e. Nêrîn, mejî, rûyê wî… her tiştên wî bi bandor e.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin