Pagani: Divê Erdogan hebûna hêzeke çavdêr a navneteweyî qebûl bike!
Siyasetmedarê Swîsreyî Remy Pagani ku pêvajoya navbera hikumeta Kolombiya û FARC’ê ji nêz ve şopand got, “Pêvajo divê bi qanûnên navneteweyî bê ewlekirin. Erdogan divê hebûna hêzeke çavdêr a navneteweyî qebûl bike.”

Ji bo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ di asta navneteweyî de piştgirî dewam dikin. Beriya çend rojan komek ji siyasetmedar, parlamenter û akademîsyen ên ji qada navneteweyî di çarçoveya kampanya ‘Dixwazim hevdîtinê bi Ocalan re bikim’ li Tirkiyeyê hin hevdîtin kirin. Yek ji endamên komê siyasetmedarê Swîsreyî û Şaredarê berê yê Cenevreyê Remy Pagani bû
Remy Pagani ku hevdîtinên navbera hikumeta Kolombyayê û Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) ji nêz ve şopand, têkildarî serdana li Tirkiyeyê û hewldanên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji ANF’ê re axivî.
Pagani bi bîr xist ku bi heyeteke ji 50 kesî ya ji gelên cuda wan serdana Tirkiyeyê kirin û got, “Di nava me de sendîkavan, parlamenter, zanyar, profesor hebûn. Armanca me ya bingehîn dîtina Birêz Ocalan û piştgiriya ji bo pêvajoya aştiyê bû ku bi banga wî destpê kir. Di heman demê de me xwest piştgiriyeke navneteweyî bidin pêvajoyê.
Bi rêya DEM Partiyê me xwest bi nûnerên partiyên li Tirkiyeyê re li Stenbol, Enqereyê hevdîtinan bikin û piştgiriyê bidin pêvajoyê. Li gel hevdîtina bi Birêz Ocalan re me xwest piştgiriyeke navneteweyî bidin pêvajoyê.”
Pagani ragihand ku bi rêya parêzerên Ocalan wan daxwaza hevdîtinê kirin û hêvî dikin vê hevdîtina bi Ocalan re pêk bînin.
Remy Pagani got, “Piştî rojekê me nameyek ji Birêz Ocalan wergirt ku tê de hewldanên me bi erênî dihate nirxandin û diyar dikir ku pêvajoya aştiyê wê dewam bike. Ev name ji bo me bi wate û girîng bû.”
Têkildarî rêveçûna pêvajoyê, her wiha îmhakirina çekan a komek ji 30 gerîlayan Remy Pagani got, “Beriya her tiştî ev gav ji bo serketina pêvajoyê girîng e. Lê belê ji ber helwesta dewletê bi fikar im. Ji pêvajoya navbera hikumeta Kolombiya û FARC’ê tecrûbeya min heye. Bi rastî jî çûm û ji pêvajoya danîna çekan re bûm alîkar. Min bi çavên xwe dît ku çek li konteyniran hatin bicihkirin û hatin îmhakirin.
Lê belê me piştre li Kolombiyayê jî dît. Ji şervanên ku vegeriyan nava jiyana sivîl 400 hatin kuştin. Me ev yek dît. Ev rîsekeke gelekî mezin e. Divê mirov rîskên bi vî rengî bidin ber çavên xwe. Çalakiyên bi vî rengî weke peyameke sembolîk a bi rengê ‘Belê, em çekan datînin, ji vê re amade ne’ dibînim. Di vê mijarê de divê mirov gelekî baldar bin. Ji ber ku şer hîn neqediya ye. Kîneke mezin heye û ev kîn jî bi hêsanî dikare veguhere tundiyê.”
Li ser bandora şewitandina çekan li ser dewleta Tirk jî Pagani got, “Bi dîtina min her tim tiştekî baş e ku mirov destê xwe dirêj dijmin -ji ber ku di şer de dijmin tê gotin- bike. Ji xwe Birêz Ocalan bi daxwaza ji bo fesixkirina PKK’ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî ji girtîgehê heman tişt kir. Belê ev yek bangeke ji bo dirêjkirina dest e. Lê belê divê mirov baldar bin; ji bo aliyê dijber jî destê xwe dirêj bike divê hin şert û merc bêne afirandin.
Ji aliyê dijber me hin gavên destpêkê dîtin. Birêz Erdogan destûr da ku parêzerên Birêz Ocalan biçe girtîgehê, endamên partiyê pê re hevdîtinê bikin, karibin stratejiyê, siyasetê diyar bikin. Lê belê ji bo serketina pêvajoyê ev yek têrê nake. Gavên siyasî û hiqûqî divê bêne avêtin. Ji ber ku heta niha ev gav nehatine avêtin, têkildarî pêvajoyê fikarên min ên cidî hene.”
Remy Pagani li ser berpirsyariya civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, welatên Ewropayê ya di vê pêvajoyê de got, “Belê, berpirsyariyên xwe hene. Swîsre xwedî berpirsyariyeke bi vî rengî ye. Min bi xwe pêşniyar kir ku ji bo têkilî bi Xaça Sor a Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re bê danîn bibim navbeynkar. Armanca min ew e ku piştgiriyê bidim vê pêvajoyê û di çarçoveya qanûnekê de ya bi meqamên navneteweyî û rayedarên Neteweyên Yekbûyî bê îmzekirin pêvajo were fermîkirin.
Her wiha Swîsre xwedî kapasîteya personelan e ku piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Xwedî pisporên bi wesif e ku beriya niha di şerên cuda de li wan rast hatim.”
Ji bo pirsa “We ji nêz ve şahidî ji pêvajoya navbera hikumeta Kolombiya û FARC’ê re kir. Li gorî mînakên cîhanê, di vê pêvajoyê de tişta divê mirov baldar bin çi ye?” Pagani bersiveke bi vî rengî da:
“Ev yek mijara axaftina min a bi parêzerên Birêz Ocalan bû. Belê, min pirsî ku pêvajoyên aştiyê yên li welatên din -çi Efrîkaya Başûr, çi jî Kolombiya- lêkolîn kirine yan na. Şerên bi vî rengî sûd ji hin amûran wergirtin. Ji min re goti, belê baş zanin, lê belê Tirkiye cuda ye.
Bi dîtina min pêvajoyên bi vî rengî zêde ji hev cuda nînin. Şer li ku dibe bila bibe heman tişt e. Ya cuda ew e ku aştî bi çi rengî pêk tê, çek bi çi rengî tê terikandin. Cudahî ev e. Ji xwe ji ber vê yekê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn welatan biryar dan ku hiqûqa şer kodîfiye bikin. Ji ber ku beriya wê hiqûqeke bi vî rengî ya nivîskî tine bû.
Îro hiqûqa şer nivîskî ye û hemû aliyan pênaseyên weke sûcên li dijî mirovahiyê, sûcên şer îmze kirine. Ji xwe Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) xwe dispêre van pênaseyan. Sûcên weke qirkirinê, sûcên li dijî mirovahiyê, sûcên şer. Ev pênase gelekî kevn nînin; di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de tevlî hiqûq anavneteweyî hatine kirin.
Ev yek nuqteyeke girîng e. Ji be vê yekê li gorî min hiqûqa navneteweyî ya heyî dikare ji pêvajoya aştiyê re ya ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin bibe çarçoveyek. Divê Birêz Erdogan destûrê bide ku hêzên navneteweyî vê pêvajoyê bişopînin û bibin navbeynkar. Divê qebûl bike ku bi organên navneteweyî yên Neteweyên Yekbûyî re hevdîtinê bike. Pêwîstî bi navbeynarekî heye ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bê tayînkirin. Mirovên pispor divê vê pêvajoyê bişopînin. Û ji bo şênberkirina vê pêvajoyê divê meclîs qanûnekê amade bike.”