المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Li Swîsreyê çalakiyên ji bo Rêber Apo

0 5

Ji bo azadiya Rêber Apo li bajarên Lozan û Winterthurê bi pêşengiya ciwanan çalakî hatin lidarxistin.

Ji bo azadiya Rêber Apo bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Lozan û Winterthurê çalakî hatin lidarxistin.

LOZAN

https://cdn.iframe.ly/xMdpmPg

Li qada Rue Saint Laurentê ya Lozanê endamên TCŞ’ê li hev kom bûn û ji bo azadiya Rêber Apo bang kirin.

Şaredarê Lausanne POP Julien Schwab piştgirî da çalakiyê, axaftinek lê kir û got, “Li gel şerê ku bi dehan sal in dewam dike gelê Kurd hîn li ser piyan e û ji bo aştiyê têdikoşe.”

Schwab bal kişand ser banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo ku li şûna têkoşîna çekdarî işaret bi rêya çareseriya demokratîk kir û bang li dewleta Tirk ku pêwîstiyên vê pêvajoyê bi cih bîne. Her wiha ji bo serbestberdana Rêber Apo jî bang li meqamên Swîsreyê kir ku zextê li Tirkiyeyê bike û xwedî li aktîvîstên siyasî yên li sirgûnê derkevin.

Hevserokê Komeleya Çanda Kurd a Lozanê Mûsa Îtah jî bi bîr xist ku Rêber Apo li gel şert û mercên giran ên tecrîdê jî pêvajoyeke nû ji bo çareseriyê da destpêkirin û anî ziman ku gelê Kurd li dora vê bangê civiya ye û ji bo avakirina civaka demokratîk gavên girîng avêtiye.

Piştre Ahmet Torî bi navê TCŞ’ê belavok xwend û destnîşan kir ku heta pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê li qadan bin.

Daxuyanî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

WINTERTHUR

https://cdn.iframe.ly/LlQOwGG

Çalakiya li Winterthurê jî bi dirûşman destpê kir. Piştre endamê TCŞ’ê Mîran Mêrdîn axivî û diyar kir ku ciwanên Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşînê mezin bikin.

Hevseroka CDK-S Swîsre Dîlan Çetînkaya jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo pêşveçûna pêvajoyê banga têkoşînê kir.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin