المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Li Dusseldorfê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

0 6

Li Dusseldorfê ji bo azadiya Rêber Apo meşek hate lidarxistin. Di meşê de ev peyam ji dewleta Tirk re hate dayîn “Bêyî azadiya Rêbertî ev pêvajo pêk nayê. Ji bo ku çareseriyekî demokratîk li Tirkiyeyê pêş bikeve, em ê li kolanan bin.”

Kurdistaniyên ku li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê li pêşiya DGB Hausê li hev civiyan, bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Federasyona Civaka Azad a Mezopotamyayê (FED-MED) û saziyên Kurd piştgirî dan meşê.

Piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê, li ser navê YJK-E’yê Ayten Kaplan axivî. Ayten Kaplan got ku ew bi wesîleya rojbûna 76’an a Rêber Apo cejna vejînê ya gelê Kurd pîroz dikin.

Ayten Kaplan îşaret bi Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo kir û wiha got: “Gelek mijar hebûn ku divê dewlet di vê mijarê de gav avêtiba, lê dewlet van gavan navêje. Bêyî azadiya Rêbertî, ev pêvajo pêk nayê. Em ê bi meşên xwe vê dîsa bînin ser ziman û em ê ji bo azadiya Rêbertî meş lidarbixin. Di vê wateyê de em ê hem xwedî li îradeya xwe derbikevin hem jî ji bo pêkanîna çareseriya demokratîk li Tirkiyeyê li kolanan bin. Ji bo mezinkirina pêngava Rêbertiyê divê her hevalek di vê serdemê de hazir be û xebatê xwe xurt bike.”

Endamê TCŞ’ê Ahmet Amed jî rojbûna Rêber Apo pîroz kir û wiha got: “Rêber Apo pêvajoyekî nû da destpêkirin. Em jî tevlî vê gavê ku ji bo demokrasî û aşitiyê avêt dibin. Em ê li hemû qadan ji bo xurtkirina pêngava Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kar bikin.”

Hevseroka FED-MED’ê Şevîn Sîncar diyar kir ku gel ji 8’ê Adar û Newrozê ve dev ji qadan bernedane û got ku ev têkoşîna ku beriya 52 salan bi 6 kesan re destpê kir, îro gihiştiye bi milyonan kesan. Em ji vê derê spasiya Rêbertiya xwe dikin ku vê têkoşînê anî heta van rojan. Em bi vê wesîleyê re rojbûna Rêbertî û gelê Kurd pîroz dikin.”

Kurdistaniyan piştî meşê bi tîşortên wêneyê Rêber Apo li ser kortejê çêkirin û dest bi meşê kirin. Kurdistaniyên ku posterên Rêber Apo hilgirtin, bi pankart û dowîzên ku daxwaza azadiya Rêber Apo dikin meşiyan. Kurdistaniyan gelek caran dirûşmeyên Bijî Serok Apo” avêtin û meşa xwe li Corneliusplatzê bi dawî kirin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin