المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Karasû: Sozên hatine dayin eger bi cih neyên anîn, em ê nesekinin

0 7

Mûstafa Karasû anî ziman ku pirsgirêka Kurd, bêdengkirina çekan, fesihkirina rêxistinê ne ew mesele ne ku bi berjewendiyên ji rêzê nêzîkatî jê re bêne nîşandan û got, “Eger sozên hatine danîn bi cih neyên anîn, em ê jî bi vî rengî nesekinin.”

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ

Nirxandina Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa karasû bi vî rengî ye:

“Di vê mehê de gelek şehadetên girîng hebûn. Her wiha beriya demeke kurt yek ji dayikên me yên hêja ku di têkoşîna me de xwedî cihekî girîng bû Dayika Sakîne (Sakîne Arat) jiyana xwe ji dest, bila rehma Xwedê lê be. Yek ji damezrînerên PJAK’ê Hecî Ehmedî jî di nava vê mehê de jiyana xwe ji dest da Wî jî bi minet bi bîr tînim. Mirovekî gelekî hêja bû. Di nava têkoşîna gelê Kurd de xwedî cihekî girîng bû. Hem di nava têkoşîna azadiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê de hem jî di nava têkoşîna azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê de Hecî Ehmedî tevkariyên gelekî girîng kir. Wê her tim bê bîranîn.

Di vê meha Newrozê de Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, hevrê Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvan ku Newroz gihandin vê astê bi hurmet û minetdarî bi bîr tînim. Eger Newroz gihîştibe vê astê helwest, sekn û têkoşîna wan xwedî roleke gelekî girîng e.

Her wiha di Hefteya Lehengiyê de 28’ê Adarê hevrê Mahsûm Korkmaz şehîd bû. Cihê Mahsûm Korkmaz ê di nava vê têkoşînê de tê zanîn. Di artêşbûna gel de, di destpêkirina têkoşîna giştî û pêşvebirina wê de sekn, helwesta wî xwedî roleke gelekî girîng bû. Weke gel em ê her tim wî bi bîr bînin, di nava têkoşîna xwe de xwedî li wî derkevin.

Ji şehîdên serdema destpêkê ya têkoşîna me, di 28’ê Adara 1980’î de li Şikestûn a Mêrdînê sê hevrêyên me şehîd bûn. Mehmet Kûrt, Ahmet Kûrt û Salman Dogrû… Ew jî ji milîtanên destpêkê yên girîng ên têkoşîna me bûn. Hevalên gelekî hêja bûn. Wan jî bi minet û hurmet bi bîr tînim. Dema ku ew şehîd bûn em li girtîgehê bûn.

Her wiha Abdûrrahman Timokî bi minet û hurmet bi bîr tînin ku di nava vê mehê de şehîd bû. Mirovekî gelekî hêja bû, oldarek bû, mirovekî xwedî baweriyê bû. Li gel temenê xwe jî di salên dawî de bû Apoyî, bû PKK’yî, tevlî PKK’ê bû. Ji ber ku wî ola ku jê bawer dikir, nirxên erênî yên li nava Îslamê di nava partiya me de dît. Dît ku partiya me xwedî li nirxên exlaqî yên rasteqîn ên ku ew jê bawer dike, li nirxên wijdanî, nirxên civakî xwedî derdikeve. Bi rastî jî bû Apoyî.

Di wî temenî de piştî ku tevlî nava partiyê bû li Helebê karê gel kir. Dibe ku kêm tê zanîn, lê belê di nava komîteyekê de bû ku yekser ji aliyê Rêber Apo ve hate wezîfedarkirin, li Helebê karê gel kir. Ji ber ku pêşketina têkoşîna PKK’ê weke pêkhatina nirx û armancên xwe didît. Heta nefesa xwe ya dawî dilsozê vê têkoşînê bû. Wî bi minet û hurmet bi bîr tînim.

PKK ŞOPDARÊ ŞEHÎDÊN AZADIYÊ YE

Bêguman di nava vê mehê de du bûyerên girîng hene. Ya destpêkê, piştî hilweşîna Komara Mahabadê ya li Rojhilatê Kurdistanê rêberên wê hatin darvekirin û şehîd bûn. Qazî Mihemed û hevalên wî hatin darvekirin. Wan jî bi minet bi bîr tînim. Ew di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng in. Di rabûna Kurdan de di zindîbûna dilxwaziya azadiyê ya Kurdan de bi roleke girîng rabûn. Wan tevkariyeke mezin li vê têkoşînê kir. Em jî ji xwe bi têkoşîna xwe bersivê didin bîranîna wan.

PKK şopdarê hemû şehîdên azadiyê ye ku berê ji bo Kurdistanê têkoşiyan. Di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna wan û têkoşîna wan derket. Doh jî bi vî rengî bû, îro jî bi heman rengî ye, sibe jî wê bi wî rengî be.

Bêguman şehîdên din jî hene ku divê em wan bi bîr bînin. Ev jî Mahîr Çayan û hevalên wî ne ku 30’ê Adara 1972’an li Kizildereyê di şer de şehîd bûn. Mahîr Çayan yek ji rêberên girîng ên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê bû. Eger îro li Tirkiyeyê çepgiriyek hebe, ruhekî şoreşgerî hebe, kelecanek hebe, di afirandin û dewamkirina vê de fikir, pratîka Mahîr Çayan xwedî bandoreke girîng e.

Rêber Apo jî sempatîzanê Mahîr Çayan e. Ji xwe dema ku Mahîr Çayan li Kizildereyê hate qetilkirin, li Fakulteya Zanyariyên Siyasî ku dibistana Mahîr Çayan lê dixwend, Rêber Apo pêşengî ji boykotê re kir. Wê demê cwian bû, xwendekarê polsa yekemîn a zanîngehê bû. Di nava ti rêxistinê de nebû. Sempatîzanekî şoreşger bû, sempatîzanê Mahîr Çayan bû. Û pêşengî ji boykotê re kir. Ji ber vê pêşengiya xwe demekê hate girtin. Dema ku Denîz, Yûsûf, Huseyîn hatin darvekirin, Rêber Apo heft mehan girtî ma.

Têkoşîna Mahîr Çayan, berxwedana wî bandora xwe li têkoşîna me jî kir. Em hîn jî di têkoşîna xwe de xwedî li wî derdikevin. Wan bi minetdarî û hurmet bi bîr tînim.

GELÊ KURD 50 SAL IN XWE JI NÛ VE DIAFIRÎNE

Di vê mehê de her wiha bûyereke gelekî girîng qewimî. Li Mûşê 14 hevrêyên me yên gerîla bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Ev rewş li Amedê û tevahiya Kurdistanê bû sedema serhildanê û hêrseke dîrokî. Di encama vê de jî Amed rabû ser piyan. Çalakiya Adara 2006’an a Amedê di dîroka Kurdistanê de yek ji çalakiyên herî girîng e. Rojeke welê ye ku welatparêziya Kurdistanê, ruhê berxwedanê, sekna milîtaniyê, welatparêziya gel û pîvanên têkoşînê xurt bû. Wê rojê Amedê xwe careke din ji nû ve afirand. Ji xwe di nava têkoşîna me ya 50 salî de gelê Kurdistanê xwe timî ji nû ve diafirîne. Serhildana Adara 2006’an jî bû rûpelekî nû ku gelê Kurdistanê, gelê Amedê xwe ji nû ve afirand.

Ev yek girîng e. Amed tê wateya ruh, ruhê Kurdistanê. Berxwedêriğya Amedê berxwedêriya Kurdistanê ye. Pîvanên welatparêziyê, pîvanên têkoşînê yên Amedê di heman demê de pîvanên welatparêzî û têkoşînê yên Kurdistanê ne. Lewma Serhildana Amedê ya sala 2006’an rojeke welê ye ku pîvanên serhildan, têkoşîn û welatparêziyê yên li Kurdistanê bilind bû. Em careke din destnîşan bikin; wê rojê xelkê Amedê xwe ji nû ve afirand. Hemû pîvanên nirxan ên gelê Kurdistanê jî bilind bûn. Ne tenê pîvanên xwe yên têkoşîn, welatparêzî û berxwedêriyê, her wiha pîvanên welatparêzî, têkoşîn û berxweriyê yên gelê Kurdistanê jî bilind kir. Bi wesîleya vê mehê wan 14 hevrêyên me bi minet û hurmet bi bîr tînim, xelkê Amedê yê rabû ser piyan careke din silav dikim.

Me Hefteya Lehengiyê derbas kir. Bêguman hefteyeke sembolîk e lê belê îro gerîlayên Kurdistanê hemû bûne leheng. Gel bi temamî bûye leheng. Ev yek bêguman encama têkoşîna 50 salî ye. Lê belê yê ku ev destpêk afirand fedaiyê herî mezin Rêber Apo ye. Di nava wan şert û mercan de ku Kurd û Kurdistan hatibû jibîrkirin, têkoşîna ji bo Kurd û Kurdistanê weke sûcê herî mezin dihate dîtin, Rêber Apo ev yek da ber çavên xwe, têkoşîn da destpêkirin û fedakariyeke mezin kir. Divê bi vî rengî bê fêhmmkirin. Ji xwe Rêber Apo dema ku got ‘Kurdistan di bin mêtingeriyê de ye’ wê demê bêdengî hebû. Ji ber ku destpêkirina rêxistineke radîkal, destpêkirina rêxistineke ku çarenûsa Kurdistanê biguherîne ji bo dewleta Tirk dijminatiya herî mezin, metirsiya herî mezin bû. Rêbertî bi vê wêrekiyê rabû.

Her wiha gava Rêbertî ya wê demê divê bi vî rengî jî bê nirxandin. Wê demê çepgiriya Tirkiyeyê bêguman bi bandor bû. Di nava ciwanan de, di nava derdorên çep de bi bandor bû. Di nava ciwanên Kurd de jî hin kom hebûn, komên weke Rizgarî yan jî DDKD bi bandor bûn. Yanî neteweperestiya reformîst yan jî neteweperestiya hevkar bi bandor bû. Di rewşeke bi vî rengî de rabûna weke komekê wêrekî bû, gaveke girîng bû. Ne hêsan bû. Rabûna ji nava wan şert û mercan, avakirina komê, pêşvebirina wê ne karekî hêsan bû. Pêşvebirin û birêxistina komeke bi vî rengî, têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê ne hêsan bû. Ji xwe ji roja destpêkê û pê ve hem hêzên çep ên li Tirkiyeyê xwe qebûl nekir, ji xwe nedît, hem jî komên Kurd ew biçûk dît û ji xwe nedît.

RÊBER APO ARTÊŞA FEDAIYAN, GELEKÎ FEDAÎ AFIRAND

Dema ku komê destpê kir hem li nava komên çep ên Tirk beşeke girîng hem jî hin komên Kurd bi gotina, ‘Apo 15-20 kes ber bi xwe ve kişandiye, wê Kurdistanê ava bike’ henekê xwe dikirin. Biçûk didîtin, pê dikeniyan. Di rewşeke bi vî rengî de komê destpê kir û Rêber Apo ev gotina destpêkê kir: ‘Şoreşa Kurdistanê zehmet e, hêsan nîne. Eger weke komekê em ê ava bibin, vê têkoşînê bimeşînin divê em van zor û zehmetiyan bidin ber çavên xwe. Divê her kes vê bide ber çavên xwe’.

Yanî ji me re negot, ‘Şoreş tiştekî hêsan e, derfetên vê hene’. Got, ‘Şert û merc gelekî zehmet in, derfet nîne, demeke bi pirsgirêk e, cografyayeke zehmet e, dijmin zalim e’. Her wiha dema ku qala rastiya civaka Kurd dikir, ji bo nîşan bide bê mêtingerî di kîjan astê de li Kurdistanê serwer e, ji bo nîşan bide bê civaka Kurdistanê çiqasî bala xwe li ser me ye yan na, gotibû ‘Hema bibêje Kurdekî bi tenê nema ye ku xiyanet li xwe nekiriye’. Dema ku ev got, mebesta wî ew bû ku kesayetek, fikrek û seknekî ku karibe li dijî qirkirin û mêtingeriyê îradeyê nîşan bide û têbikoşe nemaye. Ji ber ku têkoşîna li hemberî dewleta Tirk, têkoşîna li hemberî dewleta Tirk a mêtinger qirker ne hêsan bû. Ev yek bi gotinê, bi dirûşmê nedibû.

Lewma Rêbertî her tim qala nebûna fikir û hesteke bi vî rengî, kêmasiya feraseta berxwedanê ya bi vî rengî, nebûna feraseteke bi vî rengî dikir. Bêguman rastiya Kurd, rastiya gelê Kurd hebû lê belê îrade û sekneke ku karibe vê polîtîkaya qirker mêtinger a dewleta Tirk asteng bike, rawestîne tine bû. Wê demê rastiya civakeke welê hebû ku di nava dorpêçiya mêtingerî-qirkeriyê de tevdigeriya hebû.

Di nava rastiyeke bi vî rengî ya civakê de artêşa fedaiyan afirand, gelekî fedaî afirand. Gelê Kurd îro fedaî ye, gelê herî fedaî yê cîhanê ye. Gelo ev çawa hate afirandin? Roja destpêkê Kurd rexne kir, kêmasiyên wê nîşan da. Bêguman bi rexnekirina Kurdan re di heman demê de xwe rexne kir. Her wiha digot, ‘Li Kurdistanê mirovekî tam nîne, em ê têkoşîna tambûyînê bimeşînin’. Rastiyeke bi vî rengî fedaîtî afirand.

Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên Rêbertî gelekî girîng e: Welatparêziyeke kûr, dilxwaziyeke azadiyê ya kûr pê re heye ku bi vî hestî fikrî, bi uslûbê, rêbaza xwe hêrsa li nava mirovan nîşan dide, li hemberî mêtingerî û qirkeriya li Kurdistanê hêrsê diafirîne, hêrsê mezin dike. Vê yekê fedaîtî afirand, rastiya gel ê mezin afirand.

Ji ber ku eger tu zilma li ser me, zextê hîs neke, hêrsa xwe nîşan nede, tu yê nikaribe kûrahiya wê fêhm bike, tu yê nikaribe têkoşîneke mezin bimeşîne. Bandora herî girîng a Rêbertî ev bû. Gel be, ciwanek be, komek be, kesek be hêrs, hişmendî û dilxwaziya azadiyê dida her kesî.

Fedaîtî bi vî rengî tê afirandin. Ruhekî fedaî yê ji bo azadiyê afirand. Çawa ku Kemal Pîr gotibû, ‘Ez ji jiyanê gelekî hez dikim ku di oxira wê de dikarim canê xwe feda bikim’, Rêbertî jî ji bo mirovan xeteke jiyanê, armancek danî holê ku karibin di oxira wê de fedakariyê bikin. Di rewşeke bi vî rengî de fedakariyên mezin hate afirandin. Ya ku Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê afirand, kesayetiya fedaî ya Rêber Apo ye. Ruhê Rêber Apo ye. Hêrsa Rêber Apo ya li dijî mêtingeriya qirker e, ruhê wî yên têkoşînê ye, dilxwaziya wî ya azadiyê ye, asta berxwedanê ya li zindanê afirand. Divê bi vî rengî bê dîtin.

Fedaîtî, dilxwazî, eşqa azadiyê, hêrsa li dijî dijmin, mêtingerî û qirkeriyê ya Rêber Apo li zindanê di asta herî bilind de derbasî pratîkê bû. Hestên Rêbertî kete pratîkê.

Rêber Apo 50 salan Rêbertî ji vê re kir û ji Mazlûman heta Mahsûman, ji Asyayan heta Rojgeran bi sedan, bi hezaran fedaî afirand. Ev hemû encama dilxwaziya azadiyê ya Rêber Apo, hişmendî û kûrahiya dilsoziya bi armancê re ya Rêber Apo ye. Divê bi vî rengî bê dîtin.

DILXWAZIYA NEWROZÊ DILXWAZIYAN AZADIYÊ YE

Bi rastî jî ev Newroz bû Newroza asta herî bilind. Bi rastî jî bi vî rengî bû. Ji bendewariyên me wêdetir sekn, kelecan, coş û xwedîderketina civakê di vê Newrozê de hebû. Nîşan da ku ‘Newroza gel’ e.

Rêber Apo ji bo gelê Kurd got, ‘Gelê Newrozê’. Mebest ji gelê newrozê gelekî berxweedêr bû. Newroz ewqasî berfireh û kûrbûna rastiya gelekî ye. Kûrbûn, hêz û bandora Newrozê çiqas be ya rastiya gel jî ewqas e.

Ber bi salên 1970’î re bi taybetî li Bakurê Kurdistanê rastiya Newrozê hate afirandin. Newroz û rastiya gel di nava hev de ne. Ji ber ku Newroz nirxê herî bingehîn ê gelê Kurd e. Nirxekî xwedîderketina li dilxwaziya azadiyê ye. Ji ber vê yekê di salên 1970’î de bi rastî jî gihîştibû astekê.

Di vê mijarê de tê pirsîn bê çi hîs dikim? Me destpêkê sala 1977’an de li Dîlokê Newroz pîroz kir. Newroza me ya destpêkê ya herî mezin, ya herî bi bandor Newroza sala 1977’an a li Dîlokê bû. Wê demê me li ser gir lastîk kom kirin. Li hemû xaçerêyên mezin ên Dîlokê me lastîk kom kirin. Piştre jî me bombe avêt nava bankayan. Di heman demê de agir berdan lastîkan. Agir berdan wan lastîkên li ser rê. Xelkê Dîlokê ku bi Newrozê nizanîbû -Kurd an jî Tirk- matmayî mabû. Digot, ‘Çi bûye, îro her der dişewite? Agir bilind dibe?’

Ji wê rojê û vir ve her sal Newroz hîn bêhtir bi pêş ket, bû xwedî kûrahiyeke wateyê, beşên hîn berfireh ên civakê xwedî lê derket û gihîşt vê astê. Gelê Kurd jî mezin bû û bi pêş ket, hestên demokrasî û azadiyê mezin bû û bi pêş ket. Ev dilxwaziya Newrozê di heman demê de dilxwaziya azadiyê ya gelê Kurd, dilxwaziya demokrasiyê, bilindkirin û kûrkirina daxwaza jiyana bi nirxên xwe ye. Ji ber vê yekê gelekî girîng bû. Yanî ma gelek dikare bê eciqandin, ji dîrok dikare bê jêbirin, têkoşîna azadiyê dikare bê têkbirin? Nepêkane.

Ji ber vê yekê Newroz ne tenê rojek e. Ji bo Kurdan tê çi wateyê, ji bo Kurdistanê, ji bo gelên Rojhilata Navîn tê çi wateyê; divê bi vî rengî bê nirxandin. Bi vê Newrozê re gelê Kurd nîşan da ku ne tenê ji bo xwe her wiha ji bo tevahiya Rojhilata Navîn pêşengiyê ji azadî û demokrasiyê re dike. Dilxwaziya azadiyê, dilxwaziya demokrasiyê, dilxwaziya edaleta gel, helwesta têkoşînê ya li dijî neheqiyê ye.

Civakîbûna vê yekê -ji heft heta heftê salî, ji jin heta mêr- rastiya civakî ya Kurd, di şexsê Newrozê de encama têkoşîna dehan slan e, nîşan dide bê gihîştiye kîjan astê. Divê Newroz bi vî rengî bê dîtin. Jİ ber ku bi rastî jî em gelekî kelecanî bûn.

Li hemû parçeyên Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê Newroza îsal gelekî cuda bû. Li Ewropayê, li Rojava, li Bakur cuda bû. Newroza li Stenbolê gelekî mezin bû; nîşan da ku têkoşîna pêncî salî encamên çawa afirandiye. Di heman demê de xwedîderketineke mezin a li banga Rêbertî ya 27’ê Sibatê bû.

Em her tim dibêjin, Newroza her salê bernameya têkoşînê ya wê salê ye, kongreya wê salê ye. Yanî armanc û rêbaza têkoşînê ya wê salê li qadên Newrozê têne destnîşankirin. Newroz aîsal jî xwedîderketina li peyama 27’ê Sibatê ya Rêber Apo, qebûlkirin û erêkirina wê peyama dîrokî ji aliyê gelê Kurd bû. Ev xwedîderketina gelekî girîng bû. Banga Rêber Apo, wêneyê li Îmraliyê hate kişandin civak motîve kir. Enerjiyeke mezin afirî.

Bêguman mezinahiya Rêber Apo ye. Rêber Apo rastiya gelekî afirand. Divê her kes vê bibîne. Di pêşengiya Rêber Apo de divê her kes nirxên PKK’ê silav bike û ferq bike. Ev yek tiştekî ji rêzê nîne. Li holê rastiya gelekî ya welê heye, ku li Rojhilat bi bandor e, li Başûr bi bandor e, li Rojava bi bandor e, li Ewropayê, li cîhanê bi bandor e. Ev yek hemû jî bi pêşengiya Rêber Apo ye, encama fikir û hestê Rêber Apo ye. Ya ku divê her kes niha silav bike ev e. Em dibînin bê li Rojhilata Navîn ‘atmosfereke Kurd’ a çawa heye. Ev nebe, ev têkoşîn nebe gelo destketiyên li Başûr dikarin bêne afirandin? Li Rojava destketî dikarin bêne bidestxistin? Kîjan ji wan dikare bê parastin. Divê her kes vê rastiyê bibîne.

Gelê Newrozê çi afirand, çi ava kir? Divê ev yek bê dîtin. PKK’ê çi afirand, Rêber Apo çi afirand? Ne ji van bûya wê kîjan destketî bihatina bidestxistin? Bi têkoşîna me re hin tişt hatin bidestxistin, têne parastin. Mezinahiya Newrozê, zindîbûna gel a li hemû parçeyan, xwedîderketina li Newrozê li holê ye. Ya ku ev zindîbûn afirand, ev encam afirand, divê bê dîtin.

EGER SOZÊN HATINE DAYIN BI CIH NEYÊN ANÎN WÊ TEVGERA ME NESEKINE

Rêber Apo bang kir. Ev bang çi bû? Ya rast Devlet Bahçelî gotibû, ‘Bila bangê bike, bangê bike ku rêxistinê fesih bike, şer rawestîne’. Her wiha gotibû, ‘Bila bangê bike, hingî wê mafê hêviyê bikeve dewrê’. Rêber Apo bang kir. Di çarçoveya fesihkirina rêxistinê û rawestandina têkoşîna çekdarî bang kir. Lê belê got, ji bo vê jî divê kongre bê civandin û ew xwe vê kongreyê bi rê ve bibe. Belê, ev mijar li Îmraliyê hatin nîqaşkirin, nirxandin. Hevalên Besê û Abbas jî bal kişandin ser vê yekê. Bi bangê re wê di nava hefteyekê, deh rojan de şert û mercên Rêber Apo bihatina guhertin. Lê belê ti gav nehate avêtin.

Wê demê em ê bi çi bawer bikin? Hate gotin, ‘Bila bang bê kirin, wê mafê hêviyê bikeve dewrê’. Bang hate kirin, mafê hêviyê neket dewrê. Gotin, ‘Wê şert û mercên li Îmraliyê bêne guhertin’. Nehatin guhertin. Gotin, ‘Wê Rêber Apo bibe xwedî şert û mercên kar û azadiyê’. Ev yek nebû.

Ev rewş bêguman li ser armanc û hesabên desthilatdariya AKP-MHP’ê dibe sedema fikar û gumanan. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke gelekî mezin e, bêdengkirina çekan, fesihkirina rêxistinê… Ev ne meseleyên ji rêzê ne. Ew bi xwe dibêjin, 50 sal in ji dewleta Tirk re dibe pirsgirêk. Demîrel digot, ‘Raperîna herî mezin a hezar salî’. Ê, hûn ê bi vî rengî nêzîk bibin? Yanî bi rengekî teng, ji rêzê, bi berjewendiyên partiyê yên ji rêzê nêzîk bibin? Ev yek ne rewşeke bi vî rengî ye.

Ji ber vê yekê em disekinîn, Rêbertî disekinî. Em li benda gavavêtinê bûn, li benda dewamkirina hevdîtinan bûn. Çi bû? Heyet naçin. Ya rast, ev jî mijûlkirin e, weke ku nêzîkatiyeke sekinandinê tê dîtin. Li gorî rewşê tevdigerin…

Soz hene ku hatine dayin. Hem soza Bahçelî heye hem jî hin sozên cuda li Îmraliyê hatin dayin. Ev soz bi cih nayên anîn. Di vê rewşê de wê çi bibe? Li gel vê yekê jî em bi xwînsarî tevdigerin. Rêbertî jî bi xwînsarî, bi sebir tevdigere. Lê belê sînorekî vê heye. Li hemberî partî, rêber û rêxistina gelekî nêzîkatiyeke bi vî rengî nabe. Helwesteke dûrî ji cidiyetê ye. Qîmetê ti sozê namîne. Bi xwe dibêjin, ‘Bila bilez e’. Dibêgjin, ‘Em bi lez encamê werbigirin’. Ka li ku ye? Rewşeke welê heye ku ji her alî ve dibe sedema gumanan. Me ji destpêkê ve gotibûn, li ser nêzîkatiya dewleta Tirk gumanên me hene. Neavêtina gavê bû sedem ku ev guman hîn zêde bibe.

Belê, dibe ku mirov hinekî din li bendê bisekine, li pêvajoyê binihêre. Lê belê eger dîsa jî gav neyê avêtin, sozên hatine dayin bi cih neyên anîn, em ê jî nesekinin, bi vî rengî li bendê nemînin. Hingî em ê bi rengekî cuda binirxînin. Em ê hîn bi şênberî nîşan bidin bê ev nêzîkatî tê çi wateyê.

Dewam dike…

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin