المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Li Amsterdamê peyama Rêber Apo ji deh hezaran jinan re hate xwendin

0 6

Li paytexta Hollanda Amsterdamê bi deh hezaran jin ji bo 8’ê Adarê meşiyan. Jinên ku peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê di qadê de xwendin, xwedî li banga dîrokî derketin.

8’Ê ADARÊ ROJA JINÊN KEDKAR ÊN CÎHANÊ

Li paytexta Hollanda Amsterdamê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat pîrozkirin. Gelek Rêxistinên mafê mirovan û jinan ên cuda, partiyên çep û bi hezaran jinên Kurd beşdarî çalakiyê bûn.

Jinên Kurdistanî ku bi govend û stranên xwe balê kişandin, gelek caran dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Di çalakiyê de peyama Rêber Apo ya ji bo jinan bi dowîz û pankartan hate hilgirtin. Li qadê nameya Rêber Apo ya ji bo jinan hate xwendin û jinan bi coş xwedî li banga Rêber Apo derketin.

Piştre dest bi meşê hate kirin. Di dema meşê de gelek enternasyonalîst û femînîst bi kelecan wiha gotin, “Em geşedanan dişopînin. Em hêvî dikin ku Rêbertiya we jî di demek kin de wekî Mandela azad bibe.”

Piştî meşê çalakî di saetên êvarê de li salonekî dewam kir û bi rêxistinên jinan ên cuda re li ber stranên Kurdî govend hate gerandin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin