المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Fîlozof Edgar Morin piştgirî da banga Rêber Apo

0 12

Fîlozofê Fransî yê li cîhanê navdar Edgar Morin diyar kir ku ew piştgiriyê dide banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ku 27’ê Sibatê hate eşkerekirin.

Fîlozof û civaknas Edgar Morin ê 104 salî, peyamek ji Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) re şand û got, “Pêvajoya aştî û demokratîkbûnê ya li Tirkiyeyê ji bo rûmeta mirovahiyê pêwîstî ye. Ji ber vê yekê jî li hemberî tevdan û sorkirina herêmî ya emperyalîzmê, ez radigihînim ku alîgirê yekîtiya gelên Kurd û Tirk im.”

Li gorî agahiyan, peyama ku bi Tirkî û Fransî hate şandin bi vî rengî ye:

“Weke rewşenbîrekî ku bawer dike, fikrê azad û nîqaşa demokratîk ji nirxên hevpar ên mirovahiyê ne, ez heta dawiyê piştgiriyê didim pêvajoya guherîna demokratîk û aştiyê ya li Tirkiyeyê. Di vê pêvajoya dîrokî de ku piştî lîderê Partiya Tevgera Neteweperest Devlet Bahçelî silav da siyasetmedarên Kurd destpê kir û bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê dewam kir, bang li her kesî dikim ku hurmetê nîşanî îradeya jiyana bi hev re ya gelên Kurd û Tirk bidin û tevkariyê lê bikin. Em zanin ku ji Sokrates û vir ve ya ku mirovan dike mirov fikrê azad û axaftina bi mirovên din re ye. Ma fikirîn ne diyaloga bêdeng e ku mirov bi xwe re dike?

Aştî ew e ku mirov bi xwe re û bi hev re bi rengekî azad biaxive. Aştî wekhevbûn nîne, aştî ew e ku firsend ji hev re bê dayin, bêyî ku hev tine bike, hewldana îqnakirinê ye. Pêvajoya demokratîkbûn û aştiyê ya li Tirkiyeyê pêwîstiya rûmeta mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê jî li hemberî tevdan û sorkirina herêmî ya emperyalîzmê, ez radigihînim ku alîgirê yekîtiya gelên Kurd û Tirk im.

Bijî azadî, bijî demokrasî.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin