Julien Schwab: Aştî û diyalog di nava şertên wekhev de pêk tên, divê Abdullah Ocalan azad bibe
Siyasetmedarê Swîsreyî Julien Schwab anî ziman ku di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de divê fikrên Rêber Apo esas bêne girtin û got, “Aştî û diyalog di nava şert û mercên wekhev de pêk tên. Divê Ocalan bi rengekî azad tevlî vê pêvajoyê bibe.”

Ji Nûnerên Kantona Lozanê ya Partiya Karker-POP a Swîsreyê Julien Schwab li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ANF’ê re axivî.
https://cdn.iframe.ly/kPRgpRs5
Julien Schwab got, di demekê de biçekbûn û şer zêde bûye hewldana ji bo peydakirina çareseriya demokratîk a ji pirsgirêka Kurd re girîng e û destnîşan kir ku gelekî girîng e, Ocalan firsendeke bi vî rengî pêşkêş kiriye. Schwab got, “Gelekî girîng û hêja ye ku şoreşa Ocalan di salên 1980’î de da destpêkirin gihîştiye vê astê. Li cîhanê di nava hemû şoreşan de fîgurekî lîder jin an jî mêr hene. Fîggurê lîder ê şoreşa li Kurdistanê jî Birêz Ocalan e. Em qala kesayetekî welê dikin ku hem fîgurekî lîder e, hem jî fîgurekî fikrî ye. Ev gelekî girîng e.”
‘LI GEL ISRARA DI ŞER DE JÎ OCALAN DIBÊJE AŞTÎ’
Julien Schwab diyar kir ku li gel israra şer a dewleta Tirk Rêber Apo di aştiyê de israra dike, ku ev yek cihê pîrozkirinê ye û got, “Em dikarin bala xwe bidin ser hikumeta Tirkiyeyê, Erdogan; ew hewl dide bi zordariyê, bi tundî û şer vê meseleyê hal bike. Vîzyona Erdogan tenê ev e. Lê belê dema ku mirov bala xwe didin ser hilberîneriya polîtîk, entelektuel û teorîk a Ocalan, dibînin ku diyalogê teşwîq dike, piştgiriyê dide siyasîbûna gelan û tecrûbeyên xwecihî yên gel, giraniya xwe dide ser naverokeke demokratîk.
Bêguman ev yek tevkariyên girîng û bingehîn e. Dixwaze bike ku her kes bifikire, ji şer vegire. Divê ev cudahî baş bê dîtin û piştgirî ji vê pêvajoyê re bê dayin.”
‘DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’
Julien Schwab anî ziman ku li gel israra li ser aştiyê jî girtîhiştina Rêber Apo ne ya qebûlkirinê ye û got, “Berdana Ocalan ne tenê sembolîk e, wê di heman demê de bibe nîşaneya nêta baş û tedbîreke aştiyane. Azadiya Ocalan her wiha tê wateya naskirina mafdariya têkoşîna gelê Kurd. Aştî û diyalog divê li ser şert û mercên wekhev bêne axaftin. Dewleta Tirk bi berdana Ocalan re dikare vê pêvajoyê di nava mercên wekhev de dewam bike.
Mirov dikare Ocalan weke dîlgirtiyê vê pêvajoya aştiyê bibîne. Ez jî piştgiriyê didim gelê Kurd ku weke şertê destpêkê daxwaza azadiya Ocalan dike. Birêz Ocalan bi salan e girtî ye. Êdî ti wateya vê girtîhiştinê nîne.”
‘BI FERASETA TEKPERESTIYÊ ÇARESERÎ PÊK NAYÊ’
Julien Schwab di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de işaret bi girîngiya paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêber Apo kir û got, “Li gorî min ev pêşniyar çareseriyeke balkêş e û li rewşa Tirkiyeyê tê. Civak hînî sîstemên netewe dewletê hatin kirin; em vê yekê li Ewropayê dibînin. Welatan xwestin, modela netewe dewletan li civakan, li gelên cuda ferz bikin. Ev yek di asteke bilind de tê wateya hewldana neteweperestî û homojenkirinê; mînak ferzkirina Tirkî weke yekane zimanê neteweyî û fermî.
Ev pergal li konfederalîzma demokratîk nayê ku Ocalan û Kurd, bi taybetî jî PKK diparêze. Ji ber vê yekê eger hikumeta heyî ya Tirkiyeyê federasyon an jî konfederalîzmeke demokratîk a bi vî rengî fêhm bike û bipejirîne ez ê matmayî bimînim; ji ber ku ev yek bi temamî li dijî pîvanên neteweperestî û otorîteriyê ye. Baş e, divê dewleta Tirk çi bike? Beriya her tiştî divê dijberiyê rawestîne, ji ber ku pergala yekperestiyê xitimî ye. Ji bo peydakirina çareseriyeke ji dil divê feraseta yekperestiyê biterikîne. Ji bo serketina vê pêvajoyê PKK’ê ji xwe gelek gav avêt; bi sembolîk jî bin. Me dît ku li Bakurê Iraqê bi sembolîk çek hatin danîn û ev yek gelekî erênî hate pêşwazîkirin.
Divê hikumeta Tirk li diyalogê bigere, divê li ser wê yekê bifikire ku şêweyekî federalîzmê ji bo neteweya Tirkiyeyê çawa dikare pêk were. Bi taybetî şerê li hemberî gelê Kurd divê bê rawestandin, bombardûman, êrîş bêne sekinandin, şaredarên Kurd ên ji wezîfeyê hatin dûrxistin, girtin û sirgûnkirin divê li wezîfeya xwe bêne vegerandin.”
Siyasetmedarê Swîsreyî Julien Schwab bi bîr xist ku di bingeha meseleya Kurd de Peymana Lozanê heye û destnîşan kir ku di çareseriya vê meseleyê de berpirsyariyeke gelekî mezin dikeve ser milê civaka navneteweyî.