المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Tulay Hatîmogûllari: Divê ewilî komîsyon bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

0 1

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî meşa bi deh hezaran kesan a li Amedê axivî û got: “Em xebata komîsyonê binirx dibînin lê em li benda xebateke cidî û encamgir in. Divê ewilî komîsyon bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma “Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê” li Amedê meşek li dar xistin. Meşa ku ji ber avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rezanê dest pê kir, li ber Plazaya AZC a li semta Ofîsê ya li navçeya Yenîşehîrê bi dawî bû. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Giştî Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevseroka KESK’ê Ayfer Koçak, endam û rêveberên pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Platforma Saziyên Demokratîk, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar û bi deh hezaran kes tevlî meşê bûn. Pankartên “Ji bo avakirina civaka demokratîk ber bi aştiyê ve dimeşin”, “Rêbertiya Azad misogerkirina aştiyê ye”, “Aştî xweparastina jinan e, em ji bo civaka demokratîk dimeşin”, “Wêjeya azad rêya Civaka Demokratîk dinexşîne” û “Ziman aştî azadî” hatin hilgirtin.

Dowîzên “Aştî têkoşîna bi heybet e”, “Bila Kurdî bibe xwedî statu”, “Cinî ciwan kultur ziwan”, “Şer kuştine aştî jiyan e”, “Aştî jiyana azad e” û “Rêbertiya azad misogerkirina aştiyê ye” hatin vekirin. Girseyê di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Silav silav ji girava aştiyê re hezar silav”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, Jiyan, Azadî, azad bike Rêbertî”, “Jin şer naxwazin aştiyê dixwazin” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê di meşê de posterê Rêber Apo  ê mezin vekirin û kevok firandin. Her wiha di meşê de gelek posterên din ên Rêber Apo hatin hildan.

PEYAMA RÊBER APO HAT XWENDIN

Bi deh hezaran kesên ku dirûşmeyên wan li kolanên Amedê olan dan, bi coşe mezin gihîştin ber AZC Plazayê. Li vir, girseyê sirûda Çarxa Şoreşê got û daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn li vir peyama Rêber Apo ya ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwend. Girseyê peyam bi coşeke mezin pêşwazî kir û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir.

‘AGIRÊ AŞTIYÊ BI BANGA ABDULLAH OCALAN DEST PÊ KIR’

Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak paşê axivî. Ayfer Koçakê got: “Ev hêviya aştiyê ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo hemû gelan e. Agirê aştiyê ku bi banga Birêz Abdullah Ocalan dest pê kir û bi şewitandina çekan geş bû, îro bi hembêzkirina gel mezin dibe. Lê aştî ne tenê bêdengkirina çekan e. Modernîteya kapîtalîst xwedî hin stûnan e û bi van stûnan, dîsa şer didomîne. Ji ber vê yekê, heke em bi rastî dixwazin aştiyê biceribînin, divê em van stûnan bişkînin. Îro, têkoşîna aştiyê têkoşînek li dijî neteweperestî, zayendperestî û îstismarê ye. Ji xeynî aştiyê rêyeke din tüne ye. Dê aştî were vê xakê. Bijî aşitî.”

‘GELÊ KURD ÇARESERIYEKE HEQÎQÎ DIXWAZE’

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî got: “Îro me bang gelên Tirkiye û Kurdistanê kir. Gelê Kurd dixwaze li ser axa xwe, bi ziman û çanda xwe bijî. Ew dixwaze li ser axa xwe bi azadî bijî. Ji ber vê yekê, di bin serokatiya Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan de, em li dû civakeke demokratîk û aştiyê ne. We, gelên Amedê, bi deh hezaran kes vê bangê hembêz kiriye û xwedî li maf û statuya xwe derdikevin.”

Bayindir destnîşan kir ku gelê Kurd çareseriyeke heqîqî dixwaze û got ew îro pir nêzî azadî û aştiyê ne.

‘DIVÊ KOMÎSYON EWILÎ ABDULLAH OCALAN RE BIAXIVE’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya dûre axivî jî anî ziman ku careke din nîşandan ku xwedî li banga Rêber Apo derketin û wiha got: “Divê Enqere li Amedê binêre û vê peyama xurt bigire. Komîsyon xebatên xwe didomîne. Em xebata komîsyonê binirx dibînin lê em li benda xebateke cidî û encamgir in. Divê ewilî komîsyon bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Banga aştî û civaka demokratîk girîng e, rêxistinê ev guhdar kir û merasîma çek şewitandinê li dar xist. Ji bo ku pêvajoya çekdanînê bidome divê gavên pêwîst bên avêtin û qanûna taybet bê çêkirin. Xaleke din jî ew e ku qanûna wekheviya înfazê ye. Divê ew jî demildest were Meclisê. Divê qanûna danîna qeyiman bi paş ve were kişandin û şaredar biçin ser peywîra xwe. Divê biryarên DMME’yê û AYM’ê werin bicihanîn û hemû girtiyên siyasî bên berdan.”

‘FELSEFEYA JIN, JIYAN, AZADIYÊ’

Tulay Hatîmogûllari got ku “Divê mal bi mal tax bi tax bajar bi bajar em xwe bi rêxistin bikin” û destnîşan kir ku weke jin girêdayî felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê ne. Tulay Hatîmogûllari axaftina xwe wiha domand: “Hemû gelên me aştiyê dixwazin. Dema em li meş û mîtîngan dinêrin gelên me dibînin ku ev pêvajo çiqas girîng e. Gel dixwazin bi awayekî cidî nêzî vê pêvajoyê bibin.”

‘EM Ê TEQEZ AŞTIYÊ AVA BIKIN’

Tulay Hatîmogûllari axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga min ji gelên me yên hêja re em zêdetir xwe birêxistin bikin ku em jî li qadan banga li Îmraliyê bilind bikin û aştiyê ava bikin. Em ê teqez aştiyê ava bikin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan û bi govendgerandinê bi dawî bû.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin