المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Fîlozofê Îrlandayî Holloway piştgirî da banga Rêber Apo

0 24

Fîlozofê Marksîst ê Îrlandayî John Holloway piştî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û merasîma şewitandina çekan a gerîla û got, “Ji bo min rûmeteke mezin e ku tevlî dengê piştevanên pêvajoya aştiyê dibim.”

John Holloway bi fikrên xwe yên ‘şoreşa bê dewlet’ diparêze û bi nêrînên xwe yên li ser şêweyên berxwedana alternatîf a li hemberî kapîtalîzmê tê naskirin.

Fîlozofê Marksîst di peyama xwe de got, “Ji bo min rûmeteke mezin e ku tevlî dengê piştevanên pêvajoya aştiyê dibim. Her gaveke ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bi pêş ve dibe ne tenê destketiyeke gelê Kurd e, di heman demê de ronahiyeke hêviyê ye ji bo gelan hemûyan.”

Di dewama peyama xwe de John Holloway got, “Li derveyî kapîtalîzmê ku em neçarî wê hatine hiştin, divê em wê cîhana cuda bi xurtî ava bikin. Ji ber vê yekê ez bi dil û can piştgiriyê didim danîna çekan. Çek ji bo kuştinê hatine çêkirin û kuştin jî awayê herî şênber ê înkarkirina rûmeta mirovan e. Ji bo guhetina cîhanê, divê hemû têkiliyên sîmetrîk ên bi avaniyên desthilatdariyê bêne redkirin. Çiqasî zor û zehmet jî be divê em mejiyê wan bişikînin.

Ji bo aştiyê, ji bo azadiya Ocalan, ji bo pêşveçûna Tevgera Azadiyê ya Kurd û hemû tevgerên li dijî patriyark, mêtingerî û zordariyê têdikoşin re erê, erê, erê.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin