المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê-Wezîrê Edaletê destpê kir

0 22

Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç destpê kir.

Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç li Wezareta Edaletê li hev kom bûn.

Heyet ji Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol pêk tê.

Tê payin ku piştî hevdîtinê daxuyaniyek bê dayin.

Heyet wê piştre ji bo hevdîtinê bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re bike, derbasî Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê bibe.

Piştî vê hevdîtinê jî wê bê Meclîsê û bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re hevdîtinê bike.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin