المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Ji Arjantînê piştgiriya ji bo kampanyaya ‘Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan’

0 10

Partiya Karkeran a Arjantînê (Partido Obrero) ji rûpelên web’ê ya komisyona têkiliyên navneteweyî tevlî kampanyaya “Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan” bû.

DAXUYANIYA PIŞTGIRIYA JI BO KAMPANYAY

Partiya Karkeran a Arjantînê (Partido Obrero) ji rûpelên web’ê ya komisyona têkiliyên navneteweyî tevlî kampanyaya “Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan” bû ku ev kampanya ji bo Rêber Apo hatiye destpêkirin. Ji Wezareta Edaletê û Sefaretxaneya Bilind a Tirk ên li paytexta Arjantîn Buenos Aires re nameyek hate weşandin.

Di nameya Partiya Karkeran a Arjantînê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Wezîrê Edaletê yê Komara Tirkiyeyê Yilmaz Tunç:

Sefîrê Bilind ê Komara Tirkiyeyê yê li Arjantînê Omur Budak:

Ji Komara Arjantînê bi kes û rêxistinên din ên li welatê me û cîhanê re, em dixwazin diyar bikin ku em piştgirî didin vê gava mirovî ya navneteweyî ya ji bo çûyîna serdana Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî yên li girava Îmraliyê hatiye destpêkirin. Di heman demê de em daxwaz dikin ku mafên hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û azadiya wan were naskirin û li dijî zexta li ser xwepêşandan û grevên li hemberî hikûmetê, rêz nîşanî mafên demokratîk jî bê dayîn. Em daxwaz dikin ku zilm û zexta li ser gelê Kurd were bidawîkirin û rêz nîşanî mafên wê yên siyasî û qedera xwe diyarkirinê, were dayîn.

Li ser navê Komîsyona Navneteweyî ya PARTIDO OBRERO (ARJANTÎN)

PABLO HELLER û RAFAEL SANTOS”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin