المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Zekî Pirsûs: Rêbertî çi gotibe, îro ew pêk tê

0 18

Zekî Pirsûs anî ziman ku ew ji fikrên Rêbertî bawer dikin û got, “Ji ber ku di salên 90’î de çi gotibe, îro ew pêk tê. Lewma divê mirov yekser pê re biaxivin, li fikrên wî guhdarî bikin.”

Zekî Pirsûs ku sala 1998’an bi heyetekê ji Berlînê bi rê ket û serdana Rêber Apo kir, qala şahidî û çavdêriya xwe ya wê demê kir. Pirsûs têkildarî vê serdana dîrokî ku bi qasî meh û nîvekê dewam kir anî ziman ku naskirina rûbirû ya Rêber Apo bandoreke mezin li fêhmkirina sekn û fikrên wî dike.

https://cdn.iframe.ly/vq6FWHW2

Zekî Pirsûs bi vî rengî qala wê demê kir: “Ji Berlînê bi heyetek ji pênc kesan em bi rê ketin. Wê demê ji Ewropayê û welatên cuda yên Ewropayê mirov diçûn hevdîtina Rêbertî. Ya rast me gelekî meraq dikir. Me nizanîbû ku bi fîgurekî dîrokî yê weke Birêz Ocalan çawa biaxivin, çawa bidin û bistînin, çawa têkiliyê dînin. Ji bo me tecrûbeyeke gelekî zehmet bû. Birêz Ocalan kesayetekî bi bandor bû ku mirov îqna dikir.

Kî çû be gel Rêbertî, pê re axivî be îqna bûye. Di dema axaftinê de ji bo zextê li te neke li çavê mirovan nedihêrî, pirs dipirsî û bersivên şênber dida. Wê demê min fêhm kir ku tenê bi guhdarîkirina ji televîzyon an jî radyoyê nepêkan e ku mirov Ocalan fêhm bikin. Heta ku mirov wî nebîne, pê re neaxive, yekser têkiliyê pê re danîne, nikarin wî bi rastî jî fêhm bike.”

Zekî Pirsûs ragihand ku serdana wan meh û nîvekê dewam kir, di nava vê demê de wî ji gelek bîranînan re şahidî kir û got, “Me bi hev re xwarin xwar, sohbet kir. Wê demê gelek kom dihatin serdana Rêbertî. Ez matmayî dimam, ku ewqas mirovan çawa nas dike, çawa tê bîra wî. Bi rastî jî vegotina wî naqede; Rêbertî tenê bi dîtinê û jiyanê dikare bê fêhmkirin.”

‘ROJÊ 4-5 SAETAN RADIZA’

Zekî Pirsûs diyar kir ku hevdîtin ji taştêya sibehê destpê dikir û heta êvarê saet 3-4’an dewam dikir û got, “Germahiya hewayê dem bi dem digihîşt 45 pileyî, lê belê em ji axaftina wî têr nedibûn. Wê demê komên mêvan, rojnamevan, sefîrên bilind û di asta dewletê de heyet dihatin. Di nava rojeveke berfireh de rojê tenê 4-5 saetan dikarîbû razê.”

Pirsûs destnîşan kir ku di heman demê de wan bi gelên li Efrîn û Qamişloyê re têkilî danîn, eleqe û baweriya bi Rêber Apo re gelekî zêde bû.

‘JI MORALÊ WÎ TIŞTEK KÊM NEBÛYE’

Zekî Pirsûs anî ziman ku Rêber Apo yê sala 1993’an agirbesta yekalî ragihand, di sala 1998’an de heman xeta aştiyane dewam kir, di sala 2025’an de jî li ser heman helwestê ye û got, “Wê demê jî bi moral bû, bi wêrekî diaxvî. Beriya demeke kkurt dîmenê wî hate weşandin. Di dîmen de hate dîtin, ku porên wî spî bû be jî şêweyê axaftina wî, kelecan û moralê wî weke berê ye. Ya ku guheriye tenê rewşa wî ıya fîzîkî ye; ruhê wî weke roja destpêkê ye.”

‘BANGA JI BO AŞTIYÊ HÊVÎ AFIRAND’

Pirsûs destnîşan kir ku ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27’ê Sibatê ya Rêber Apo ji bo wî jî gelekî bi wate û bi bandor bû û bi van gotinan işaret bi girîngiya xwedîderketina li vê bangê kir:

“Vê bangê hêvî da me. Dîrok û tecrûbeyeke têkoşînê ya ji 50 salî heye. Nirxandin û fikrên Rêbertî ji bo me diyarker in. Em ji fikrên Rêbertî bawer dikin. Ji ber ku di salên 90’î de çi gotibe îro ew pêk tê. Lewma divê mirov yekser pê re biaxivin, fikrên wî ji wî guhdarî bikin. Bi rêya medyayê fêhmkirin wê kêm bimîne.”

‘WÊ PAŞVE GAVÊ NEAVÊJIN’

Zekî Pirsûs ragihand ku pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye û got, “Bi destpêkirina vê pêvajoyê re zanim ku wê paşve gavê neavêjin. Ji ber ku bêçare man, lewma silav dan û dest bi pêvajoyê kirin. Eger em berpirsyariyên xwe bi cih bînin wê encamên erênî bi dest bikevin. Gelê Kurd wê di vê pêvajoyê de bi ser bikeve. Divê em bi karê xwe tevkariyê li vê serketinê bikin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin