المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

‘Her ku zemîna hiqûqî xurt bû, pêvajo wê hîn bi hêsanî bi encam bibe’

0 11

Heyeta Îmraliyê ku bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin kir, got “Her ku zemîna hiqûqî ya pêvajoyê xurt bû, wê hîn bi hêsanî bi rê ve biçe û bi ser bikeve. Wan bi xwe jî gotin, tevkariya Wezareta Edaletê wê ji niha û pê ve di asta herî bilind de be.”

HEVDÎTINA HEYETA ÎMRALIYÊ-WEZÎRÊ EDALETÊ

Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ku bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re hevdîtin kir, daxuyaniyek da.

https://cdn.iframe.ly/JWMgXNEK

Pervîn Bûldan anî ziman ku hevdîtinê bi qasî 45 deqeyan dewam kir û got, “Serdaneke girîng bû. Astên pêvajoyê, hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê hiqûqî ve karên ku ji niha û pê ve divê bêne kirin, hatin nirxandin. Di vê pêvajoyê de ku em ketine asta komîsyonê, em di wê baweriyê de ne ku rol û wezîfeya Birêz Wezîrê Edaletê girîng be. Lewma me jê re got, girîng e ku ev pêvajo li ser zemîna hiqûqî bê meşandin. Wan bi xwe jî gotin, çawa ku heta niha piştgiriya pêwîst kirine, ji niha û pê ve jî ji bo pêvajo bimeşe, ji bo li ser zemîna hiqûqî û qanûnî bimeşe wê wezîfeyê hilgire ser milê xwe. Lewma bû hevdîtineke girîng û erênî. Em jî careke din spasiya wî dikin.”

Mîthat Sancar jî anî ziman ku hevdîtin berhemdar derbas bû û got, “Di qonaxa heyî ya pêvajoyê de zemîna hiqûqî gelekî girîng e. Ji bo pêvajo bi xurtî û baş bimeşe, ji bo rêveçûna ber bi aştî, dewleta hiqûqê û demokrasiyê Wezareta Edaletê di rewşeke taybet de ye. Bêguman ji niha û pê ve wê gelek kar bê kirin, em jî tişta ji destê me tê bi her awayî tevkariyê li vî karî dikin, ji niha û pê ve jî em ê bikin. Bêguman şêwirîna bi wezaretê û meqamên din gelekî girîng e. Rola Wezareta Edaletê di vê pêvajoyê de, di vê qonaxê de gelekî krîtîk e. Birêz Wezîr jî anî ziman ku tişta ji destê wî bê wê bi her awayî bikeve nava hewldanan. Her ku pêvajo li ser zemîna hiqûqî bi xurtî bimeşe, wê bi rengekî rast bi rê ve biçe û ewqasî jî hêsan bibe. Baweriya me bi vê yekê heye. Wezareta Edaletê bi xwe jî ragihand ku ji bo karê ji niha û pê ve di asta herî bilind de wê tevkariyê bikin. Em spasiya wî dikin.”

Heyetê piştî daxuyaniyê bersiv da pirsên rojnamevanan. Ji bo pirsa li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Selahattîn Demîrtaş û serlêdana ji bo berdana wî, ku kete rojevê yan na, Pervîn Bûldan got, “Li ser her mijarê axaftin hate kirin, em ê detayan nedin.”

Têkildarî pirsa li ser rakirina bi temamî ya çekan a ji holê jî Pervîn Bûldan got, “Demek diyarkirî nîne, lê belê pêvajo wê di qonaxên diyarkirî de bimeşe. Qonax bi qonax diçe, hûn ê jî bişopînin. Lewma piştî îmhakirina çekan wê derbasî qonaxeke nû bibe. Ev qonax jî qonaxa komîsyonê ye. Di asta komîsyonê de gelek kar hene ku divê bêne kirin. Gelek wezîfe û berpirsyarî hene ku komîsyon bi cih bîne. Ev yek jî piştî ku qediya wê derbasî qonaxeke cuda bibe. Em ê her qonaxê bi rêya we bi raya giştî re parve bikin.”

Li ser pirsa ku wê gerîlayên çek danîne tevlî siyasetê bibin an na, Sancar got, “Di asta komîsyonê de wê her tişt bê nîqaşkirin. Piştî ku komîsyon ava bû ev hemû mijar wê bikeve rojeva komîsyonê. Komîsyon bi vê armancê ava dibe. Ev mijar wê li komîsyonê bêne nirxandin û agahiya raya giştî jê hebe. Komîsyon ji bo van mijaran bixe rojeva parlamentê tê avakirin. Bawerim wê di demeke nêz de dest bi kar bike. Em wê jî baş nizanin, lê belê di demeke nêz de. Komîsyon dibe ku di nava vê hefteyê de kom bibe, me agahiyeke bi vî rengî wergirt.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin