Li Helebê meşa ji bo azadiya Rêber Apo
Li Helebê di meşa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Rêber Apo de wiha hate gotin, “Divê xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo derkevin û armanc û azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.”

Însiyatîfa Jinan a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a girêdayî Kongra Star a Helebê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek li dar xist. Meş bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e” pêk hat.
Bi sedan şênî, endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komînan beşdarî meşê bûn.
Girseyê wêneyên Rêber Apo hildan û pankartên “Bi jiyana azad re rojek diyalog” û “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e” vekirin û ji pêşiya Hola 8’ê Adarê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest bi meşê kir. Meş li Qada Cebanat a rojhilatê taxê veguherî mîtîngê.
Piştî rêzgirtinê, endama Însiyatîfa Jinan a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Medya Miqdad axivî. Medya anî ziman ku Rêber Apo bi ramanên xwe yên azad û banga aştî û civaka demokratîk dikare aştiyê pêk bîne.
Medya, anî ziman ku Rêber Apo piştgirî û bawerî da jinan û ev bang kir: “Divê em xwedî li fikir û felsefeya wî derbikevin û armanc û azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.”
Hevseroka Meclisa TEV-DEM’ê ya Helebê Mehla Mistefa jî bal kişand ser durûtiya siyasetên dewleta Tirk û got: “Li pêşiya raya giştî îdia dike ku ew banga Rêbertî qebûl kiriye, lê li aliyekî din êrîşên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne û Rêbertî azad nake.”
Mîtîng bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dawî bû.