المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Rêber Apo: Hêviya Sirri Sureyya Onder wê ti carî nîvî neyê hiştin

0 6

Rêber Apo di peyama sersaxiyê ya ji bo Sirri Sureyya Onder şand de wiha got: “Kevneşopiya Anatoloyê û Tirkmenan zarokekî mezin winda kir”, “(Ew) nasnameyek û çandeke aştiyê ya rastîn bû,” “Ev hêvî tu carî nîvî nayê hiştin.”

Rêber Apo yê ku li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin ji bo endamê Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê şand.

Di peyama Rêber Apo bi sernavê “Ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onder ê hêja” de ev tişt hatin parvekirin: 

“Koça dawî ya siyasetmedarê me yê hêja Sirri Sureyya Onder dilê me xemgîn kir. Ew mirovekî pir hêja bû, kurekî rastîn yê gel bû. Kevneşopiya Anatoloyê û Tirkmenan zarokekî mezin winda kir, hemû civak û gelên erdnîgariya me hevrêyekî mezin winda kir. Ez rêzdariyeke mezin ji bo bîranîna wî digirim. Di 27’ê Sibatê de, di hevdîtina me ya dawî de, wî hevoka dawî ya ku me li bangê zêde kiribû nivîsandibû û dixwest ku wê bi xwe bixwîne. Ji bo hevjiyana aştiyane xwedî xîret û kedeke bêhempa bû. Ew xwedî jêhatîbûneke hostayî bû ku hemû aliyên neyînî vediguherîne aliyên erênî. Ew nasnameyeke rastîn a aştiyê û çandeke aştiyê bû.

Wî pir baş dizanibû ku aştî û pêvajoya aştiyê dê ji bo me hemûyan sûdmend be û ev hesreta wî ya mezin bû. Ev hêvî tu carî nîvî nayê hiştin. Ji bo me hemûyan ya girîng ewe ku em vî ruhî derbazî aştiyê bikin û bi navê Sirri Sureyya Onder tacîdar bikin.

Careke din ez dilsoziya xwe ya bêdawî ji bo bîranîna wî diyar dikim; Ez sersaxiyê ji malbat, heval, dost û hemû gelên me yên hêja re dixwazim.

Serê me hemûyan sax be.

Abdullah Ocalan

3’yê Gulana 2025’an”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin