المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Karasû: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe şert e ku Meclîs bikeve dewrê

0 5

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû işaret bi piştgiriya xurt a ji bo avakirina zemîna siyasî û hiqûqî ya pêvajoyê kir û got, “Şert û mercên hundir û derve guncaw in. Eger Meclîs nakeve dewrê, bêguman berpirsyarê vê yekê hikumet e.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameyeke taybet a li Medya Haber TV bû û rojev nirxand. Hevpeyvîna bi Mûstafa Karasû re bi vî rengî ye:

Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ji ber nexweşiya giran a dil rakirin nexweşxaneyê. Hemû beşên civakê li benda agahiyeke baş li ser tenduristiya Sirri Sureyya Onder e. Beriya her tiştî hûn ji bo vê rewşê dixwazin çi bibêjin?

Beriya her tiştî em ji dostê xwe yê hêja Sirri Sureyya Onder re şîfayê dixwazin. Bi rastî jî em li ber ketin. Bi wezîfeyeke girîng radibû, ev wezîfe jî baş dikir. Di nava karê zêde yê vê wezîfeyê de li rewşeke bi vî rengî rast hat. Piştî ku Sirri Sureyya Onder nexweş ket, li Kurdistanê û Tirkiyeyê civak xwedî lê derket, ev jî girîng bû. Ev xwedîderketin piştgirî û xwedîderketina li hewldan û banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ye. Divê em vê yekê bi vî rengî fêhm bikin. Sedema vê piştgiriyê hewldana ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ e ku wî dimeşand. Divê ev yek bi vî rengî bê fêhmkirin. Rast e, Sirri Sureyya mirovekî naskirî ye û jê tê hezkirin. Hunermendekî mezin e. Lê belê gelek hunermend û siyasetmedarên hêja rewşên bi vî rengî dijîn, lê belê li ti ji wan re ewqasî xwedîderketin nebû. Pêwendiya vê yekê hem bi kesayetiya wî re heye hem jî bi hewldan û wezîfeya wî ya dîrokî re heye. Ji ber ku ev wezîfe hewldana wê yekê ye ku gelên Tirkiyeyê bigihêje demokrasiyê, gelê Kurd bigihêje azadiya xwe. Wezîfeyeke gelekî girîng û mezin dimeşîne. Ji ber vê yekê xwedîderketin lê çêbû. Ev yek jî nîşan dide ku bang û hewldana ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ piştgiriyeke xurt a civakî werdigire. Bêguman Sirri Sureyya Onder hunermendekî baş e, sînemager e, derhêner e, nivîskarekî baş e. Ji xwe zimanê xwe baş bi kar tîne, bi bandor bi kar tîne. Ji xwe axaftinên xwe jî bi wî rengî ne, bi bandor in. Zane ku ji bo her kesî çawa biaxive, li ku derê çawa nêzî kê bibe. Şoreşger bû, demokrat bû, siyasetmedar bû. Yekî pir alî bû. Piştî sala 2013’an û pê ve tevlî hevdîtinên li Îmraliyê bû. Bi Rêbertî re xwedî diyalogên girîng e. Carekê, du caran ji Rêbertî re got, ‘Ez zêde siyasetê naxwazim’, Rêbertî Sirri Sureyya rexne kir. Got, ‘Belê huner, hunermendî girîng e, lê li Tirkiyeyê siyaset jî girîng e. Dema ku rastiya Tirkiyeyê li ber çavan bê girtin, heta ku Tirkiyeya demokratîk nebe, heta ku Tirkiyeyeke bêyî huner û fikrê azad, hunereke rast jî nikare bê kirin. Ji bo huner bi rengê herî baş û xurt bê kirin, divê ev pirsgirêkên giran ên li Tirkiyeyê bêne çareserkirin’. Bi vî rengî Rêber Apo her tim ew teşwîq kir ku di nava siyasetê de bimîne. Naxwe nêzîkatiyeke bi vî rengî ya Sirri Sureyya Onder hebû. Dixwest xwe ji siyasetê vegire, tenê bi hunerê re mijûl bibe. Eger Sirri Sureyya Onder di nava siyasetê de mabe, piştî ku hate girtin careke din tevlî qada siyasî bû, di vir de pêşniyar û diyalogên bi Rêber Apo re xwedî bandor e. Encama diyaloga bi Rêber Apo re ev yek pêk hat. Yekî welê bû ku qîmet dida gotinên Rêber Apo. Bi rastî jî hurmet nîşan dida, qîmet dida, her tim digot, nêrînên Rêber Apo her tim ew bi pêş ve dibir. Dostekî me yê bi vî rengî bû. Ewladekî baş ê gelên Tirkiyeyê niha bi nexweşiyeke giran e. Bêguman dostekî baş ê Kurdan bû. Tevkarî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dikir. Hêvî û bendewariya me ew e ku tenduristiya wî baş bibe, careke din di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de têkoşîna xwe ya siyasî ji cihê mayî dewam bike. Bêguman bi çareseriya vê pirsgirêkê re wê tevkariyeke xurt li huner û wêjeya li Tirkiyeyê bike.

Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dike. Herî dawî li Romayê konferanseke gelekî girîng hate lidarxistin. Li gel vê yekê hûn bi giştî têkoşîna tê meşandin çawa dibînin?

Konferansa Romayê weke encamek ji pêngava azadiya Rêbertî ya salên dûr û dirêj pêk hat. Bêguman têkildarî Rêbertî gelek konferans hatin lidarxistin, tên lidarxistin, ji niha û pê ve jî wê werin lidarxistin. Konser jî hatin lidarxistin, wê ji niha û pê ve jî bêne kirin. Bi vî rengî kampanya ji bo azadiya Rêber Apo bû têkoşîn û hewldana hêzên demokratîk, sosyalîst û gelên cîhanê. Bi rastî jî kampanya azadî ji Rêbertî re veguheriye têkoşînekê ku derdoreke gelekî berfireh xwedî lê derdikeve. Di vê têkoşînê de bi taybetî sendîkaya Unite ya li Îngilistanê roleke girîng lîst. Ji berpirsyarên wê Dubbins ê hêja jî bi rastî jî kedeke gelekî mezin nîşan da. Em van hewldanên wan timî silav dikin. Konferansa li Romayê bêguman girîng bû, hate nirxandin. Encamên kampanyayê yên heta niha hatin nirxandin û îradeyek hate destnîşankirin ku divê kampanya ji bo azadiya Rêber Apo hîn bêhtir bê xurtkirin. Biryardariyeke bi vî rengî derkete holê. Her wiha nîqaş hate kirin ku hem divê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn bê meşandin, hem jî Rêber Apo ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê weke namzet bê nîşandan. Em her kesên ku keda xwe di nava vê kampanyayê de hene silav dikin. Ew bi rastî jî dostên gelekî hêja ne. Mirovên bi pîvan in, mirovên xwedî nirx in. Zanin ku Rêber Apo mirovekî çawa yê civakî ye, sosyalîst e, piştgiriyeke çawa ya mezin da têkoşîna azadiya jinê û ekolojiyê. Zanin ku ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşîne. Bi vê têgihiştinê piştgiriyê didin şoreşgerekî bi vî rengî. Ji ber ku Rêber Apo êdî şoreşgerekî welê ye ku ji bo azadiya tevahiya mirovahiyê têdikoşe. Ji bo azadiya mirovahiyê fikrê rastî datîne holê, di fikir û hestê de pêşengiyê dike. Lewma Rêber Apo êdî ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo tevahiya mirovahiyê bûye Rêberê azadî û demokrasiyê. Ev yek wê di dema pêş de hîn bêhtir bê fêhmkirin. Hîn jî di mijara xwedîderketina li vê hêza fikrî ya Rêber Apo, kêmasî heye. Dema ku em vê dibêjin bêguman em xwedîderketina mezin ji nedîtî ve nayên lê belê dikarîbû hîn bêhtir bi bandor bûya. Ji ber zextên dewleta Tirk hin derdoran ji piştgirîdayinê xwe vegirtin. Naxwe fikrên Rêbertî paradîgma fikrê welê ye ku divê hîn bêhtir bêne nîqaşkirin. Di vê mijarê de kêmasiya hêzên çep û demokrat ên li Tirkiyeyê heye. Divê paradîgmaya Rêber Apo hîn bêhtir bixwîne û fêhm bike, binirxîne. Bi temamî ne welê jî be lê mirov dikare bibêje ku hin derdor bi nêrîna ‘Rêberekî Kurd e’ eleqeya têrker nîşan nadin. Dixwazim vê yekê weke rexneyekê bibêjim. Di rewşeke welê de ku li cîhanê, li Rojhilata Navîn ewqasî balê dikişîne, ev kêmasiya eleqeyê ya derdorên çep û demokrat ên li Tirkiyeyê dewama nêzîkatiya şaş a dewleta Tirk a li Kurdan e. Lê belê rewş li cîhanê bi vî rengî nîne. Li cîhanê, li Ewropayê, li Latîn Emerîkayê li her derê, li Hindistanê, heta Çîn û Awûstralyayê li her derê yên ku paradîgmaya Rêbertî nas dikin, xwedî lê derdikevin. Dixwazim vê bibêjim, yên li cihê herî dûr hewl didin hîn bibin, xwedî lê derkevin. Halbûkî hemû parêznameyên Rêbertî bi Tirkî ne. Yên bi Tirkî zanin dikarin hîn bêhtir fikrê Rêbertî hîn bibin, fêhm bikin. Em van konfederansan weke konfederansên belavkirina paradîgmaya Rêbertî dibînin. Weke qonaxên wê dibînin. Bi vê wesîleyê amadekarên konferansê bi hurmet silav dikim.

Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hîn jî dewam dike. Di rewşeke bi vî rengî de di 21’ê Nîsanê de bi Heyeta Îmraliyê re hevdîtinek hate kirin. Piştre bi Wezîrê Edaletê re jî hevdîtinek pêk hat. Hûn tecrîdê û hevdîtinên dawî çawa dinirxînin?

Pêvajoya hate destpêkirin gelekî girîng e. Paşeroja Tirkiyeyê eleqedar dike. Paşeroja Rojhilata Navîn diyar dike. Wan bi xwe destnîşan kirin ku ev yek çiqasî girîng e. Gotin, ‘Bila bê li meclîsê biaxive, mafê hêviyê bikeve dewrê’. Yanî gotin, eger bibêje wê rêxistinê fesih bike, têkoşîna çekdarî biterikîne wê mafê hêviyê bikeve dewrê. Bi vî rengî sozek dan. Ev yek ne soza Devlet Bahçelî bi tenê ye, di heman demê de soza desthilatdariyê ye. Ji ber ku desthilatdariyê hem piştgirî da helwesta Devlet Bahçelî hem jî xwedî lê derket. Ji xwe ew bang ji aliyê Devlet Bahçelî û Erdogan ve bi hev re hate amadekirin û ragihandin. Rêber Apo jî di demeke kurt de bersiva pêwîst da. Got, ‘Eger firsend bê dayin ez ê pêvajoyê karibim derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim’. Gotina ‘derbaskirina ser zemînê hiqûqî û siyasî’ gotina diyarker e. Rêber Apo vê pêvajoyê bi vî rengî fêhm dike. Rêber Apo banga terikandina têkoşîna çekdarî weke derbaskirina li ser zemîna hiqûqî û siyasî fêhm dike û Rêbertî ev yek destnîşan kir û bi destnîşankirinê got. Piştre hevdîtin hatin kirin, Rêber Apo di 27’ê Sibatê de ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Rêber Apo ya ku bibêje, got. Ya ku ji Rêber Apo dihate hêvîkirin, Rêber Apo hemû bi şênberî nîşan da, danî holê. Banga Civaka Demokratîk wê nîşan dide. Piştre rêxistina me jî, PKK’ê jî bi rengekî gelekî şênber eşkere kir ku wê pêwîstiyên banga Rêber Apo pêk bîne. Bêyî ku rê bide teredût û gumanê diyar kir ku wê pêwîstiya wê bangê bi cih bîne, qebûl kir. Piştre jî HPG’ê jî ragihand ku wê banga agirbestê bixe pratîkê. Li pêşberî vê rewşê ya ku diviyabû bihata kirin çi bû? Diviyabû tecrîda li ser Rêber Apo tavilê bihata rakirin. Çi bû? Piştî 40 rojî hevdîtin pêk hat. Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi Rêbertî re di 21’ê Nîsanê de pêk hat. Di pêvajoyeke ewçend girîng de ku raya giştî û gelê Kurd jî li bendê bû, ma dibe ku hevdîtin piştî 40 rojî bê kirin? Ev yek nîşan dide ku hikumet di vê mijarê de bi kêmasî nêzîk dibe. Teredûta hikumetê nîşan dide. Bi rastî jî wê di kîjan astê de bikevin nava pêvajoya siyasî û hiqûqî, wê çiqasî zemîna çareseriya hiqûqî û siyasî ya vê pêvajoyê amade bike; di vê mijare de bêguman dibe sedema gumanekê. Ji xwe raya giştî jî gelê me jî, hêzên demokrasiyê jî ev fikarên xwe anîn ziman. Li aliyê din Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê, gelek mirov hatin girtin. Dema ku rewş bi vî rengî be, mirov bi rengekî xwezayî, bi rengekî mafdarî fikarên xwe tînin ziman ku di nava zexteke bi vî rengî pêvajoyek wê çawa bi rê ve biçe. Fikarên bi vî rengî hene. Lê belê li aliyê din jî, demeke dirêj jî derbas bûbe hevdîtinek hate kirin. Bi Serokkomar re ji xwe hevdîtin hatibû kirin. Herî dawî bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin pêk hat. Ev yek jî nîşan dide ku tê xwestin, hin tişt bêne kirin. Bêguman hîn pratîk nîne. Vê yekê tenê li ser hebûna wan hevdîtinan dibêjim. Lê belê hîn jî pratîkek nehatiye kirin. Hevdîtin bi Wezîrê Edaletê re hate kirin, lê nediyar e bê encameke çawa we jê derkeve. Wezîrê Edaletê tenê gotiye, em ê li ser bisekinin. Ji xwe herî dawî Gulistan Koçyîgît jî got, divê mirov wateyeke gelekî zêde li vê hevdîtinê nekin, destpêkek bû. Bi vê gotinê nîşan dan ku ew jî bi guman in bê hikumet, Wezîrê Edaletê tiştekî bikin an na. Welê tê fêhmkirin. Li aliyê din dibêjin, eger hevdîtinek pêk hatibe divê pêwîstiyên wê jî bi cih bêne anîn. Ji ber ku gelek daxwaz kirin. Bi vê wesîleyê vê yekê bibêjim. Daxwaz kirin, ji raya giştî re jî eşkere kirin. Belê guncaw in. Lê belê pêşniyareke weke guhertina heyetên çavdêriyê hebû, em rast nabînin. Ne di dema 12’ê Adarê de, ne di dema 12’ê Îlonê de, ne jî demeke din li Tirkiyeyê di dema dîktatorî faşîst a Tirkiyeyê de pêkanîneke bi vî rengî tine bû. Dadgehan ceza birîn, eger 15 sal be, wê çiqasî girtî bimîne, dema xwe qedand, dihatin berdan. Ji xwe dema dadgeh pêk dihat, ‘Rewşa baş’ li gorî pêwîstiyê bi cih dianîn, yan jî bi cih nedianîn. Dadgehan ji xwe di pêvajoya dadgehê de li gorî xwe dinirxand. Niha hevdîtin bû, em li benda van hevdîtinan e. Bêguman raya giştî bi temamî li bendê ye, meraq dike. Em dikarin bi hêsanî bibêjin; hevdîtin dibin, pêk hat. Ji bo me jî ji bo gelê me jî ya girîng ew e ku gav bêne avêtin. Ev yek bêyî ku li pêvajoyê belav bibe divê bê kirin. Ji ber ku Rêbertî ya wê bigota got. Rêxistinê jî ya ku bibêje got. Raya giştî jî xwedî li vê pêvajoyê derdikeve. Partiya herî mezin a muxalîf a Tirkiyeyê CHP, ku di hilbijartina dawî de bû partiya herî mezin, bi rengekî eşkere xwedî li vê pêvajoyê derdikeve, diyar dike ku wê piştgiriyê bide. Dibêje ku divê bînin meclîsê. Belê divê bê meclîsê. Eger wê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, eger wê pirsgirêkek bê çareserkirin divê vê bînin meclîsê. Eger partiya muxalefetê ya bingehîn û partiyên din vê qebûl dikin, dibêjin bînin meclîsê em li ser biaxivin wê demê divê hikumet vê bike. Lê belê heta niha me ev nedît.

Hûn bi israr destnîşan dikin ku desthilatdarî gavên şênber neavêje. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje ku pêvajo gihîştiye astekê?

Mebest ji astê, li aliyê dewletê bang hebû, me bersiv dan wan bangan. Em vê bibêjin. Banga herî girîng a ku destnîşan dikin çi ye? Banga ‘Bila PKK kongreya xwe bicivîne û fesih bike’ ye. Bersiv ji vê re hate dayin. Rêbertî di vê çarçoveyê de bang kir, me jî got em ê bi cih bînin. Lê belê ji bo ev kongre pêk were divê şert û merc bêne afirandin. Me berê jî got. Damezrînerê vê partiyê Rêber Apo ye. Ji xwe wan bi xwe jî gotin, rêberê damezrîner e. Bêyî kombûna kongreyê PKK nikare biryarên bi wî rengî werbigire. PKK kongreya xwe bicivîne û Rêbertî tevlî nebe, dîsa jî biryareke bi wî rengî nikare werbigire. Ji ber vê yekê divê Rêbertî bi rengekî çalak tevlî bibe. Ev kongre jî wê nebe kongreyeke ji rojek, du rojan. Tevlîbûna Rêber Apo divê bi şêweyên cuda pêk were. Dibe ku nikaribe yekser tevlî bibe lê belê niha derfetên tevlîbûnê gelekî zêde ne. Teknîk ewqasî bi pêş ketiye. Rêbertî çend caran dikare tevlî vê kongreyê bibe. Yanî nêzîkatiyeke PKK’ê ya lidarnexistina kongreyê nîne. Eger di vir de pirsgirêkek hebe, eger dereng ketibe sedema vê yekê hikumet e ku pêwîstiyên vê di dema xwe de pêk neaniye. Raya giştî divê bi vî rengî zanibe. Belê divê her kes pê zanibe, eger Rêber Apo bi rengekî çalak tevlî nebe, kongreyeke bi wî rengî pêk nayê. Biryarên ku Rêber Apo di bangê de bal kişandibû ser, nikare bi vî rengî werbigire. Bi tevlîbûna Rêbertî dikare pêk were. Bêguman em hîn jî dixwazin ev pêvajo bi pêş ve biçe. Nêzîkatiyên Rêber Apo jî bi heman rengî ye. Di nêzîkatiya me de, di nêzîkatiya Rêber Apo de, di nêzîkatiya raya giştî de, di nêzîkatiya civaka Kurd de tiştekî ku pêvajoyê têk bibe nîne. Berevajî vê yekê, ji bo pêvajo derbasî ser zemîna siyasî û hiqûqî bibe piştgiriyeke gelekî xurt heye. Piştgiriya raya giştî, civakê heye. Piştgiriya hêzên muxalîf, hêzên demokrasiyê heye. Her wiha ji hêzên navneteweyî jî, ji Elmanyayê heta bi Emerîkayê gelek derdoran piştgirî dan pêvajoyeke bi vî rengî. Şert û mercên navxweyî û derve jî guncaw in. Wê demê eger pirsgirêka Kurd, pirsgirêka demokratîkbûnê ya Tirkiyeyê derbasî ser zemîna siyasî nabe, biryarên ku derbasî ser zemîna siyasî û hiqûqî bê kirin nayê wergirtin, ji bo derbasî ser zemîna siyasî bê kirin meclîs nakeve dewrê, berpirsyarê vê bêguman hikumet e. Ji bo pêvajoyeke bi vî rengî derbasî hin qonaxan bibe û bi pêş bikeve şert e ku meclîs bikeve dewrê. Bêyî ku meclîs bikeve dewrê û biryarên girîng werbigire wê çawa bibe? Wê çi wateya gotina wezîrekî yan jî yekî din hebe? Ji ber vê yekê divê meclîs bikeve dewrê û biryar li wê derê bêne wergirtin. Pirsgirêkek bêyî meclîsê çareser nabe. Belê nêteke me jî heye, nêzîkatiyeke me jî heye, me got eger şert û merc bêne afirandin em ê gavên pêwîst biavêjin, di vê mijarê de pirsgirêk nîne. Pirsgirêk ew e ku ev desthilatdarî, ev hikumet wê kîjan gavan biavêje? Wê meclîsê bixe dewrê û zemîna siyasî û hiqûqî çawa biafirîne? Ya ku divê bê nîqaşkirin ev e. Naxwe dibêjin, ‘Bila kongre bê lidarxistin, têkoşîna çekdarî bê rawestandin’. Bi vî rengî nabe. Wê çi bê kirin? Eger ev bû, wê çi bibe? Eger Rêber Apo bangeke bi vî rengî kiribe, divê ew jî pêwîstiyên wê bi cih bînin. Ji xwe di ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo de, piştî xwendina banga Rêber Apo dostê me yê hêja Sirri Sureyya Onder destnîşan kir ku Rêber Apo bi taybetî gotiye, eger zemîna siyasî û hiqûqê bi afirandin, hingî hemû mijarên di bangê de hatine destnîşankirin dikarin pêk werin. Ev yek bi şênberî anî ziman. Heyeta dewletê ya li Îmraliyê erê kir ku bi vî rengî bê ser ziman. Rêber Apo got, lê belê heyeta dewletê jî erê kiriye. Bêguman ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê divê desthilatdarî pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bîne.

Agirbest hindik maye ku 2 mehan dagire. Lê belê hêzên faşîst êrîşên xwe yên li ser qadên gerîla bê navber dewam dikin. Di atmosfereke bi vî rengî de hêzên gerîla li ser bingeha parastina rewa hin çalakî lidar xistin. Peyama çalakiyên gerîla çi ye?

Piştî banga me ya agirbestê diviyabû ev êrîş rawestiyabûna. Di sala 2013’an de di asteke girîng de hatibû rawestandin. Di sala 2013’an de dema ku pêvajoyê destpê kir, şer, êrîş sekinîbûn. Niha tê xwestin, pêvajo derbasî qonaxeke hîn mezintir bê kirin, wê demê çima nayê rawestandin? Ev yek nêzîkatiya hin derdoran e ku li pey serketineke erzan e. Yaşar Guler radibe rûdinê diaxive. Bi salan e we şer kirin. Di sala 2017’an de we gotibûn wê êdî navê wan jî neyê bilêvkirin, di sala 2018’an de wê neyê bilêvkirin, di sala 2019’an de wê neyê bilêvkirin. Encam? Hûn negihîştin armanca xwe, we nekarî bi ser bixînin. Niha radibe xwe weke qehremanekî erzan, ji bo bibêje me qedand, me filan tişt kir, van êrîşan dewam dike. Armanca êrîşan ev e. Wekî din, pêvajo heye. Em vê yekê ji desthilatdariyê jî dipirsin. Rêbertî jî bang kir. Hîn jî ji helîkopteran, ji balafiran banga teslîmbûnê li qadên gerîla tê kirin. Li ber xwe nakevin. Ka samîmiyet li ku ye? Ma ev gerîla teslîmî we dibe? Ev gerîla fedaî ye. Li gorî wan, piştî banga Rêbertî eger bi vî rengî bikin wê karibin gerîla teslîm werbigirin. Ji xwe ji ber vê ferasetê nêzî 50 sal in ev şer dewam dike. Ji ber vê ferasetê pirsgirêka Kurd çareser nabe. Banga teslîmiyetê dikin. Bangê li kê dike? Li fedaiyan dike. Ev yek hem qehremantiyeke erzan e, hem jî sabotekirina pêvajoyê ye. Di rewşeke bi vî rengî de em jî dikarin bibêjin; hûn çi dikin? Fermandariya Hêzên Parastina Gel jî dikare bibêje, hûn çi dikin? Dikarin helwestê jî nîşan bidin. Dikare bikeve nava helwesteke hîn cudatir. Bêguman gerîla vê yekê ji wan re dibêje, ‘Eger hûn bi vî rengî bikin, fedaî wê li hemberî vê yekê şer bikin, wê heta dawiyê şer bikin’. Civakek, têkoşînek ku bi êrîşê hûn karibin li hemberî wan bi ser bikevin nîne. Bêguman gerîla bersiva wan dide. Eger bi vî rengî dewam bikin, ez bi eşkere dibêjim; wê bersiveke hîn bêhtir hişk werbigirin. Welê nabe, em agirbestê îlan dikin, çalakiyên bi plan nakin, tu jî di nava rewşeke bi vî rengî de bê û bi her cûreyî êrîşî qadên gerîla bike. Bi vî rengî nabe. Me agirbest kirine, lê tu dixwaze tine bike. Eger bi vî rengî be, gerîla wê hîn bi hişkî bersivê bide. Ji ber ku di nava atmosfera agirbestê êrîşkirin, bi esasî plana îmhayê ye. Bêguman gerîla wê stuyê xwe dirêjî ber planên îmhayê nekin û bersiva pêwîst jî bidin.

Desthilatdariya AKP’ê zextên xwe yên li ser hemû derdorên muxalîf zêde kiriye. Muxalefet jî hewl dide van zextan bişikîne. Bi taybetî dixwaze hilbijartina pêşwext bixe rojevê. Hûn vê nêzîkatiya muxalefetê çawa dinirxînin?

Li gorî me helwesta piraniya muxalefetê erênî ye. Belê CHP’ê berê gelek şaşitiyên mezin kir. Pêşî li van qeyûman vekirin, niha bi xwe pê ve mijûl in. Belê di vê çarçoveyê de berê gelek rexneyên me çêbûn. Lê belê li gorî pêvajoya heyî, helwesta rêveberiya niha ya CHP’ê erênî ye. Dibêje em ê piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Dibêje, eger pirsgirêkên Kurdan hebin divê di çarçoveya demokrasiyê de bêne çareserkirin. Diyar dike ku pirsgirêk wê di nava demokrasiyê de bê çareserkirin. Dibêjin, bila bînin meclîsê em ê piştgiriyê bidin. Eger desthilatdariya AKP’ê, koalîsyona AKP-MHP bi rastî jî dixwaze pirsgirêka Kurd çraeser bike, dixwaze li ser bingeha xwişk û biratiya Kurd û Tirkan çareser bike divê spasiya muxalefetê bike û muxalefetê tevlî vê pêvajoyê bike. Li cîhanê tiştekî bi vî rengî bibe, desthilatdarî tişta ku bike ev e. Li devereke din a cîhanê, ku qala şer û çareseriyê tê kirin, eger rewşeke bi vî rengî rû bide, desthilatdariya heyî di vê mijarê de pêvajoyekê bide destpêkirin, muxalefet jî piştgiriya wê bike, ji vê bêhtir tiştekî bi wate û hêja heye? Niha berevajî hemû mînakên li cîhanê dixwazin muxalefetê dehf bidin. Hindik maye ji muxalefetê re bibêje, tu tevlî vî karî nebe. Lewma nêzîkatiya li muxalefetê hîn ji destpêkê ve derbê li vê pêvajoyê dixe. Eger ev pêvajo negihêje encama tê xwestin, wê ji ber vê ferasetê be. Ji ber ku di pirsgirêkên bi vî rengî de wergirtina piştgiriya raya giştî û civakê girîng e. Bi piştgiriya civakî re ev pêvajo dikare bi pêş ve bê birin. Dibêjin, ‘Di sala 2013’an de piştgiriya civakî tine bû, piştgiriya siyasî tine bû’. CHP jî li dij bû, MHP jî li dij bû, nebû. Lê niha eger hêza herî mezin a muxalîf piştgiriya wê dike, divê mirov qîmetê bidin vê yekê. Lewma divê bi rastî jî ev helwesta desthilatdariya AKP’ê bê rexnekirin. Çima bi vî rengî, çawa dibe? Ma ne pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ev e. Ji vê mezintir pirsgirêk heye? Eger tu muxalefetê ewqasî dehf dide, naxwaze tevlî bike, pirsgirêka ji vê mezintir wê pirsgirêka mayindebûna desthilatdariyê be. Ne mayindebûna Tirkiyeyê. Erdogan jî Bahçelî jî heta niha qala mayindebûna Tirkiyeyê, mayindebûna dewletê dikirin. Eger pirsgirêka mayindebûnê be hingî ev yek bi mutabaqata civakî çareser dibe. Di vê mijarê de konsensusa civakî gelekî girîng e. Eger ev nayê kirin, bêguman bi rengekî gelekî cidî divê bê rexnekirin. Bêguman muxalefet mafdar û rewa ye ku daxwaza hilbijartina pêşwext dike. Ji xwe piştî hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê me yekser xwest hilbijartin pêk were. Me ji ber vê yekê xwest; tercîha bingeha civakî cuda bûbû. Desthilatdar li gorî tercîha civakê li ser piyan dimînin, dibin hikumet. Lê belê di 31’ê Adarê de bingeha civakî ya hikumetê teng bû, ya muxalefetê gelekî bilind bûbû. Li gorî demokrasiyê, li gorî hilbijartinê encameke bi vî rengî derketibû holê. Li cîhanê li devereke din bûya, bi rastî jî wê hilbijartinên pêşwext yekser bihatina kirin. Me jî wê demê bang kir, lê belê CHP’ê guh neda. Qala normalbûyînê filan kir. Lê belê desthilatdarî ne li aliyê normalbûyînê ye. Di nava nêzîkatiyeke welê de nebû, bi ser de çû. Dema hilbijartin pêk were, kîjan rêveberî be piştgiriya civakê werdigire, pirsgirêkên bi vî rengî dikare hîn bi hêsanî bêne çareserkirin. Banga hilbijartina pêşwext ji bo wan mafdar e, normal e. Lê li aliyê me, bêguman em ê di rewşeke welê de bin ku rewşa heyî binirxînin. Beriya çend rojan Eren Keskîn gotibû, Kurd wê li benda guhertina desthilatdariyê bimîne. Bi mafdarî rast dibêje. Lê niha hikumetek heye, pêvajoyeke wê bi vî rengî destpê bike, eger wê bi pêş bikeve û dibêje ‘ez ê gavê biavêjim’ bêguman em ê nikaribin bibêjin, na em nakin. Em ê nêzîkatiya rast nîşan bidin, eger hikumet helwesta rast nîşan nede ji xwe rastiya wê, wê diyar bibe, wê teşhîr bibe. Nêzîkatiya me ev e. Bi vê wesîleyê vê jî bibêjim, hin derdorên muxalîf jî rast nêzîk nabin. Yan jî hinek li televîzyonên muxalîf diaxivin, dibêjin ‘DEM Partî bi AKP’ê re tifaq kiriye?’ Nêzîkatiyên weke paranoyayê tîne ziman, hene. Di vê rewşê de ya ku divê bê kirin ev e: desthilatdariyê çi gotiye yan jî çi negotiye ne mesele ye. Ev pirsgirêk pirsgirêka demokratîkbûnê ye? Wê demê tu hîn bêhtir xwedî li vê derkeve. Bernameyê pêşkêş bike. Bi înîsiyatîfê tevbigere. Di vê mijarê de eger desthilatdarî gavên neavêje, hîn bêhtir rexne bike, bibêje hûn çima van gavê neavêjin, çima hûn mijûl dikin, çima hûn çareser nakin? Çapemeniya muxalîf, partiyên siyasî bi vî rengî divê zextê li ser desthilatdariyê bikin. Ji ber ku ev pirsgirêk pirsgirêka demokratîkbûnê ye, pirsgirêka têkoşîna demokratîkbûnê ye. Em, gelê Kurd bi vî rengî lê dinihêrin. Ev ne pirsgirêka wergirtina tiştekî ji partiyekê ye. Pirsgirêka demokratîkbûnê ye, demokratîkbûn nebe ji xwe pirsgirêk çareser nabe. Em bi vê helwesta xwe zextê dikin ku gavê ber bi demokratîkbûnê ve biavêjin. Wê demê muxalefet jî divê vê zextê bike. Divê ew jî bikevin nava vê helwestê. Gotinên ‘DEM Partî çi dike’ rast nîne. Çend hilbijartin e ku hûn bi vî rengî diaxivin? Çend hilbijartin çêbû, di encamê de eşkere bû ku gotinên we hemû pûç in. Wê demê li şûna gotin û nirxandinên bi vî rengî divê helwesteke rast bê nîşandan û zextê li ser desthilatdariyê bikin ku desthilatdariyê bikişînin ser zemîna hiqûqî û siyasî.

Bûyerên li herêmê bandorê li siyaseta Tirkiyeyê dike. Rageşiya Tirkiye û Îsraîlê ya li Sûriyeyê dema dawî zêde bûye. Di nava vê rageşiyê de hewldanek ji bo lihevkirinê jî heye. Vê rewşa nakokiyê ya li Sûriyeyê divê çawa bê nirxandin? Li pişt maskeya Tayyîp Erdogan a dijberiya li Îsraîlê çi heye?

Tirkiye jî qaşo dijberiya Îsraîlê dike. Îsraîl jî tim û tim li dijî Tirkiyeyê nirxandinan dike. Nirxandinê ku dibêjin Tirkiye dijberiyê li Îsraîlê dike, gelekî cidî nabînim. Ji ber ku rastî ne bi wî rengî ye. Ji bo raya xwe ya giştî têr bike; li Tirkiyeyê raya giştî têkildarî mijara Fîlîstînê hesas e, di mijara Xezeyê de hesas e, li hemberî komkujiyên li Fîlîstînê nerazî ye. Ji ber vê yekê qaşo dijberiyê li Îsraîlê dike, dem bi dem daxuyanî têne dayin. Lê belê rastî bi vî rengî nîne. Di dema nêz de em ê vê bibînin. Her kes wê bibîne. Tirkiye û Îsraîl wê li hev bikin. Ji xwe di hevdîtina Netanyahû û Trump de ev yek eşkere bû. Trump got, ez ê bikim. Tenê ji Netanyahû re got, tu jî gelekî zêde hişk nebe. Bi desthilatdariya Trump re wê di navbera Tirkiye û Îsraîlê de lihevkirinek pêk were. Ev yek wê bi zexta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) pêk were. Lê belê di navbera Tirkiye û Îsraîlê de ji niha û pê ve jî wê pirsgirêk di astekê de dewam bikin. Ji ber ku Îsraîl ji Tirkiyeyê bawer nake, Tirkiye jî bi Îsraîlê re li hev bike jî wê ji ber zexta DYE’yê pê re li hev bike.  Îsraîl ji Tirkiyeyê bawer nake. Em dikarin vê bibêjin. Ji xwe li hin deveran xist ku Tirkiye hewl dida lê bi cih bibe. Endezyarên Tirk kuşt. Di vê astê de Îsraîl bi hişkî li ber Tirkiyeyê rabû. Eşkere ye ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê wê li Rojhilata Navîn li gorî gotinên Îsraîlê tevbigere. Wê Tirkiye li hemberî xwe bi cih neke, li hev bike lê ev lihevkirin wê li gorî berjewendiyên Îsraîlê be. Trump wê lihevkirineke bi vî rengî bike. Tirkiye niha gelekî tengav bûye, di rewşeke zehmet de ye. Ne rehet e, ji aliyê siyasî, aborî rehet nîne. Di rewşeke welê de ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên navxweyî giran bûye û rehet nîne, di rewşekê de ku li hemberî Kurdan şer dike, Tirkiye jî wê serî li ber vê lihevkirinê bitewîne. Wekî din şensekî xwe nîne. Dikarim vê bibêjim.

Li Sûriyeyê rejîma Baasê hilweşiya, lê belê pirsgirêk hîn jî dewam dikin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke çareseriya van pirsgirêkan li pêş e. Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî pêk hat. Ev konferans di çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê de dikare roleke çawa bilîze?

Niha rewşeke bi vî rengî heye. Belê HTŞ hat li Şamê bi cih bû. Lê belê bi mejiyê HTŞ’ê li Sûriyeyê ne aramî dibe, ne jî çareserî dibe. Lewma nêzîkatiya ku niha HTŞ nîşan dide nêzîkatiya çareseriyê nîne. Nêzîkatiya wê nêzîkatiya çareseriyê li aliyekî ew nêzîkatî ye ku zemînê ji şer re amade dike. Nêzîkatiya afirandina nearamiyê ye. Dema ji vî alî ve bê nirxandin, nêzîkatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bernameya ku datîne ji bo Sûriyeyê yekane rêya çareseriyê ye. Eger li Sûriyeyê wê çareseriyek pêk were û demokratîk bibe bêguman bandora Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bibe. Şoreşa Rojava wê bandora xwe bike. Her kes vê dibîne. Ne tenê Durzî, Elewî her wiha beşeke mezin a Erebên Sûnî jî dibîne ku bi HTŞ’ê re çareserî nabe. Divê HTŞ weke rêxistineke ku Erebên Sûnî piştgiriya wê dike neyê dîtin. Herî zêde ji sedî 30 ê Erebên Sûnî piştgiriya HTŞ’ê dikare bike. Ji xwe piştgiriyê ji yên din wernagire. Yanî ji sedî 70 ê Erebên Sûnî jî HTŞ’ê qebûl nakin. Gelê Ereb nêzîkatiya HTŞ’ê ya yekperest, ku her tiştî dixwaze li gorî xwe bi rêk û pêk bike, qebûl nake. Ji xwe rojhilatê Sûriyeyê her tim xwestiye ji Şamê hinekî xweser bijî. Ev dema Esad jî bi vî rengî bû, beriya Esad jî bi heman rengî bû. Bêguman Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şoreşa Rojava di avabûna Sûriyeya paşerojê de wê roleke diyarker bilîzin. Feraseta azadiya jinê, nêzîkatiya li gelên din, feraseta xwe ya demokratîk ev hemû di avabûna Sûriyeya nû de wê bi bandor bin. Konferansa ku hate lidarxistin girîng e. Ji vî alî ve girîng e. Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî jê re tê gotin, ev temam e. Lê belê ji vî alî ve jî girîng e. Beriya niha ENKS bi çeteyan re yek bû, bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re yek bû. Yanî dijberî li şoreşa Rojava dikirin. Dijberî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikirin. Lê belê piştî ku Colanî çû Şamê, tifaqa ku ew di nav de bûn ji hev belav bû, wekî din çareya xwe nema, hatin bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, bi PYD û partiyên din re hewl da li hev bike. Divê bi vî rengî bê fêhmkirin. Di vir de bi rastî jî PYD jî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî nêzîkatiyeke çêker û têgihiştî nîşan dan. Heta doh dijberî dikirin, piştgirî didan dagirkeran, piştgirî dan dagirkirina Efrînê, piştgirî dan dagirkirina Serêkaniyê, li aliyê dewleta Tirk bûn, bûn alîgirê çeteyan. Ji xwe bi wan çeteyên dagirker re di nava koalîsyonekê de bûn. Lê belê piştî ku ew pêvajo qediya lê nihêrîn ku nabe, neçar man bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi PYD’ê û partiyên din re li hev bikin. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelên wê, Kurdan jî ji van re negotin na. Gotin, madem ji wir derketin, madem helwesta xwe ya berê wê dewam nekin, mîna berê wê nebin alîgirê dagirkeriya dewleta Tirk, wê xwe nedin aliyê wan çeteyan, eger wê bên gel Kurdan ev tiştekî baş e. Kurdan jî hembêza xwe jê re vekirin. Ev konferans divê bi vî rengî bê nirxandin. Baş e ku wiha bibin yek û beşek ji Kurdan dev ji cihgirtina li gel hêzên ku li dijî têkoşîna li vê derê û destkeftiyên Rojava şer dikin, berdin û li kêleka Kurdan cih bigirin. Bi vî aliyê xwe ve me vê konferansê girîng dît. Jixwe hevserokatî jî peyamek şand û piştgiriyê nîşan da. Helbet ev konferans têkildarî pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin e jî. Rêber Apo jî xwest ku têkiliyekî wiha di navbera Kurdan de were başkirin, heta xebatên konferansa neteweyî werin dewamkirin. Di nava nêzîkatiyekî bi vî rengî de ye. Eger were bîra we, Rêbertî dema di sala 2014’an de pêvajoyekî wiha da destpêkirin, banga konferansa Kurd kiribû. Ev pêvajo jî wisa ye. Helbet ew jî girîng e. Herî zêde dewleta Tirk dijminê konferansa Kurd, yekîtiya Kurd e. Ji ber vê yekê ev banga Rêber Apo, nermkirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re lidarxistina konferansa hevpar a di navbera Kurdan de hêsan kir. Ji ber vê yekê me konferansê erênî dît. Şandeyekî hevpar avakirine. Erênî ye. Dema ku vê dikin divê demokratîkbûna tevahiya Sûriyeyê bifikirin. Belê, divê gelê Kurd biparêzin, lê divê Kurd rola xwe di demokratîkbûna Sûriyeyê de jî bilîze. Nexwe Kurd tenê bibêjin “ew mafê min e” yan jî Sûriye demokratîk nebe, zêde wateya vê namîne. Rejîma ku sibê demokratîk nebe, wê bi hinekan re tifaqê çêbike û dîsa êrîşî Kurdan bike. Ji ber vê yekê divê ev konferans hem yekîtiya Kurdan ava bike hem jî girîngiyê bide demokratîkbûna Sûriyeyê. Divê di vê mijarê de rola xwe bilîze.

Têkildarî 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê hûn dixwazin nirxandineke çawa bikin?

Beriya nirxandina 1’ê Gulanê; Ez di destpêkê de çar şoreşgerên karker ên wate û bingeha 1’ê Gulanê ne ku li Amerîkayê hatin darve kirin û hemû şehîdên di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê û têkoşînên karkeran de şehîdbûne bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Li Tirkiyeyê di 1’ê Gulana 1977’an de 34 şoreşger û welatparêz hatibûn qetilkirin. Ez wan jî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ez di nava wê pevçûnê de bûm. Di nava bûyera 1’ê Gulanê de bûm. Heta me gelek birîndar û şehîdan kir taksî û kamyonetan, me hewl da wan bibin nexweşxanyê. Şahidê zindî yê wê bûyerê me. Piştre dîsa di rojên 1’ê Gulanê de şehadet çêbûn. Eger ku em heta îro hatin, 1’ê Gulan her çêbû, her hat pîrozkirin, her sal bi awayekî xurtir hat pîrozkirin, helbet ked, tevakarî û alîkariyek mezin ya kedkarên têdikoşin û kesên di vê têkoşînê de şehîd bûne heye. Divê vê yekê wiha bizanibin. Dema şehîdên 1’ê Gulanê bi bîr tînin, di 2’ê Gulanê de jî şehadetên Îbrahîm Bîlgîn û Mehmet Karasungur heye; ez wan jî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. 1’ê Gulanê ji bo me girîng e. Em 1’ê Gulanê ne tenê wekî Cejna Kedkar û Karkeran dibînin. Belê roja piştevaniya kedkaran e. Lê di heman demê de rojek civakîbûnê ye, rojek sosyalîzmê ye. Divê wiha bibînin. 1’ê Gulanê roja sosyalîzmê ye. Jixwe dema ku em dibêjin roja piştevaniya bi karker û kedkaran re ye, têkoşînên ku 1’ê Gulanê derxistin holê hemû sosyalîst in. Ji ber ku bi hizra sosyalîst in di vê têkoşîna kedkar de pêşengiyê kirin û şehîd bûn. Îro jî wekî roja piştevaniyê zemîna civakî ya 1’ê Gulanê berfirehtir kiriye. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst îro bûye dijminê hemû civakê. Rastiya modernîteya kapîtalît ku ne tenê karkeran hemû civakê tune dike heye. Rastiya modernîteya kapîtalîst û pergala kapîtalîst a dijminê mirovahiyê ku civakê rizî dike, ji holê radike, çandê rizî dike, tu nirxên mirovî û civakî nahêle heye. Ji ber vê yekê zemîna civakî berfireh bûye. A rast têkoşîna li dijîî kapîtalîzmê ne tenê têkoşîna karkeran têkoşîna tevahî mirovahiyê ye. Têkoşîna hemû mirovahiyê bi taybet jî ya jinan derketiye holê. Dîsa têkoşîna kesên ku civaka ekolojîk dixwazin derketiye holê. Ji ber vê yekê dema 1’ê Gulanê binirxînin divê berfirehtir bi dest bigrin. Divê wekî têkoşîna azadiyê ya tevahiya civakê, têkoşîna demokrasiyê û têkoşîn civakî ya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst were nirxandin. Ne têrker e ku tenê bi roja piştevaniyê re sînordar bikin. Divê armancek wê hebe. Belê rast e roja piştevaniya bi kedkaran re ye. Lê êdî divê armancek ya vê rojê hebe. Ji ber ku yên ku îro şehîd dibin û van rojan, 1’ê Gulanê anîn heta vê rojê her tim ji bo ku ev xirabiya kapîtalîzmê ji holê rakin û cîhanekî civakîtir, demokratîk û sosyalîst ava bikin têkoşiyan. Divê vê diyar bikin. Li Tirkiyeyê rojên 1’ê Gulanê bi rastî jî bûn rojên têkoşînê yên mezin. Dibe ku Tirkiye yek ji welatên ku herî zêde xwedî li 1’ê Gulanê derdikeve ye. Dema ku dibêjim Tirkiye qala Kurdan û hemû gelên din dikim. Kurd jî her tim xwedî li 1’ê Gulanê derketin, her tim di nava têkoşîna 1’ê Gulanê de cih girtin. Ji ber vê yekê divê 1’ê Gulanê vê salê watedartir bikin. Çawa? Divê 1’ê Gulana îro bi rastî jî wekî têkoşîna gelan, kedkaran û jinan a li dijî modernîteya kapîtalîst û têkoşîna demokrasiyê bibînin. Di vî aliyê de têkoşîna demokrasiyê di heman demê de têkoşîna li dijî desthilatdariya heyî ye. Têkoşîna tifaqê ya li dijî desthilatdariyê ye. Ji ber ku desthilatdariya heyî hîna jî li dijî demokrasiyê şer dike. Nêzîkatiyên wî yên ne demokratîk hene. Girtinên nû hene. Pêkanînên dij demokratîk hene. Ji ber vê yekê 1’ê Gulanê di heman demê de dibe têkoşîna li dijî van pêkanînên dij demokratîk. Li aliyê din divê 1’ê Gulanê veguherînin qadên ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêbertî lê bilind dibe. Ji ber ku aştî û civaka demokratîk wê ne bi tenê hewldanên Kurdan pêk were. Em dikarin bi têkoşîna hemû jin, kedkar û gelên Tirkiyeyê civaka demokratîk ava bikin. Civaka demokratîk tê wateya Tirkiyeya demokratîk. Tê wateya avakirina Tirkiyeya demokratîk a li ser bingeha civaka birêxistinkirî. Civaka demokratîk wiha ye. Civaka birêxistinkirî tê wateya civaka têkoşer. A rast li dijî modernîteya kapîtalîst afirandina civakekî demokratîk a alternatîf e. Yek ji armancên bingehîn ên afirandina civaka demokratîk, têkoşîna li dijî modernîteya kapîtalîst e. Divê ev jî bi vî rengî were dîtin. Ji ber vê yekê divê Kurd li her derê bi awayekî xurt tevlî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bibin. Ji bo avakirina civaka demokratîk divê helwestekî hevpar bi jin û kedkarên li Tirkiyeyê re were nîşandan. Divê helwestekî hevpar were nîşandan. Divê bi vî rengî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo were xurtkirin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo tenê bi hewldan û alîkariya hêzên demokratîk were xurtkirin û bigîhe encamê. Şaş e ku tenê li benda desthilatdariyê bimînin. Pêwîste ku herî zêde jî ji hêzên demokratîk, sosyalîst û kedkaran alîkariyê bigrin, bi wan re têkoşîna civaka demokratîk mezin bikin û vê pêvajoyê bigihînin serkeftinê. Ji ber vê yekê ez bang li tevahiya gelê Kurd dikim ku dakevin qadên 1’ê Gulanê. Ji niha ve 1’ê Gulanê li her kesê pîroz dikim û di têkoşîna wan de serkeftinê dixwazim.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin