المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Şaredariya Bolognayê ‘Hemwelatîbûna Rûmetê’ da Rêber Apo

0 11

Li bajarê Bologna yê Îtalyayê di 27’ê Adarê de Hemwelatîbûna Rûmetê dabûn Rêber Apo. Belge radestî biraziyê wî Omer Ocalan hate kirin. Di merasîmê de fikrên Rêber Apo hatin vegotin û bi hemwelatiya rûmetê re piştgirî dane banga Rêber Apo.

Li bajarê Bologna yê Îtalyayê di 27’ê Adarê de biryar hatibû girtin ku Hemwelatîbûna Rûmetê bidin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi merasîmeke taybet radestî biraziyê wî û parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan hate kirin. 

Merasîm li Qesra Accursio ya herêma Emilia-Romagna ya paytext Bolognayê hate lidarxistin. Alîkara Şaredar Emily Clancy, Seroka Meclisa Şaredariya Bolognayê Maria Caterina Manca, Serokê Koma Koalisyona Sivîl a Meclisa Şaredariyê Detjon Begaj, endamên meclisa şaredariyê, endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Zîlan Diyar û endamê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê Yilmaz Orkûn beşdarî merasîmê bûn.

Çapemeniya Îtalyayê eleqeyek mezin nîşanî merasîmê dan.  Omer Ocalan beriya merasîmê pirsên çapemeniyê bersivand.

Mariya Katerîna Manca li ser navê meclisa bajêr axivî û li ser kurteya jiyana Rêber Apo agahî da. Manca diyar kir ku rêberê bi milyonan di bin tecrîdê de tê girtin û li ser kûrbûna felsefî-polîtîk û têkoşîna ku 25 sal in Rêber Apo di bin tecrîdê de dide  rawestiya.

‘DAYINA HEMWELATÎBÛNA RÛMETÊ XWEDÎDERKETINA LI BANGÊ YE’

Manca anî ziman ku dayina “Welatîbûna Rûmetê” ya ji bo Rêber Apo ne sembolîk e û da zanîn ku ev di heman demê de xwedîderketina li banga dîrokî ya Rêber Apo ye. Manca di dawiya axaftina xwe de got, “Aştî ne tenê girêdayî şer re, girêdayî edalet û azadiyê ya ji bo her kesî ye.”

‘ABDULLAH OCALAN HEMÛ PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ ÇARESER DIKE’

Piştre Alîkara Şaredara Bolognayê Emily Clancy axivî û anî ziman ku pergala Rêber Apo ya li ser bingeha demokrasî, ekolojî û azadiya jinê hatiye avakirin îlhamê dide her kesî. Û Emily Clancy diyar kir ku Rêber Apo bi felsefeya konfederalîzma demokratîk ne tenê li Kurdistanê, li hemû cîhanê pirsgirêkên civakî çareser dike.

‘WINDAKIRINA JINÊ WINDAKIRINA CIVAKÊ YE’

Emily Clancy bi lêv kir ku fikrên Rêber Apo dikarin pêk bên û got, “Fikrên Abdullah Ocalan ji bo aştî û jiyana bi hev re hêviya pêşerojê ne.”

Clancy windakirina jinê weke windakirina civakê bi nav kir, li ser paradîgmaya Rêber Apo ya ekolojîk a azadiya jinê hin beş xwend. Clancy di dawiya axaftina xwe de spasiya şaredariya bajêr kir û anî ziman ku xwedîderketina li Rêber Apo tê wateya rawestandina zilmê ye

‘EM DAXWAZA PIŞTGIRIYA JI BO AŞTIYÊ DIKIN’

PIştre Omer Ocalan axivî û ev tişt anî ziman: “Em dizanin ku Îtalya welatekî demokratîk e û parçeyek ji Yekîtiya Ewropayê ye. Lewma divê piştgiriya mafên mirovan û çareseriya siyasî ji bo Kurdên li Tirkiyeyê bike. Dema welatê me demokratîk bibe, di navbera gelan de agirbest pêk were û pevçûn bi dawî bibin, ev yek wê bibe sedema aştiyê. Ji ber vê yekê divê Îtalya û Ewropa piştgiriyê bidin têkoşîna gelê Kurd. Omer Ocalan bi bîr xist ku Ewropa jî rasterast ji pevçûnên li Rojhilata Navîn bandor dibe û wiha domand: “Ji ber vê yekê pêwîstî bi aştiyê heye û em ji Îtalya û civaka Ewropayê daxwaz dikin ku piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê.”

Piştî axaftinan, “Hemwelatîbûna Rûmetê” ya Rêber Apo radestî biraziyê wî Omer Ocalan hate kirin.

ÇI BI BÛ?

Li ser pêşniyara Alîkara Şaredarê Bologna Emily Clancy û Serokê Koma Koalisyona Sivîl Detjon Begaj, Meclisa Bajarê Bolognayê di 27’ê Adarê de biryar da ku “Hemwelatîbûna Rûmetê” bidin Rêber Apo.

Bologna di heman demê de navenda têkoşîna hevpar a karker û xwendekarên zanîngehê ya li dijî faşîzma Mussolînî ye û di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li dijî Naziyên ku ketin bakurê Îtalyayê rêxistiniya partîzanan lê hat avakirine.  Partîzan hem li bajar û hem jî li çiya li dijî Naziyan û artêşa Îtalya ya faşîst têkoiyan û jinan di vê berxwedanê de roleke girîng lîstin. Piştî berxwedana bi salan, Bologna di 21’ê Nîsana 1945’an de ji faşîst û Naziyan hat rizgarkirin.

ZÊDETIRÎ 20 BAJARAN HEMWELATÎBÛN DANE RÊBER APO

Heta niha li Îtalyayê zêdetirî 20 şaredariyan hemwelatîbûna rûmetê dane Rêber Apo. Meclisa Şaredariya Cosenza bi “Xelata Aştî û Mafên Mirovan” ku di 4’ê Nîsana 2004’an dedane Rêber Apo deriyê van xelatan vekir. Bajarên weke  Palermo, Napolî, Palagonia, Reggio Emilia, Riace, Martano, Pinerolo, Castel de Giudice, Castel Bottaccio, Berceto, Cinquefrondi, Fossalto mafê hemwelatîbûnê dane Rêber Apo. 
         

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin