Li Romayê konferansa navneteweyî destpê kir: Divê pêngava azadiyê meztintir bikin
Li paytexta Îtalya Romayê, ‘Konferansa Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re ya Navneteweyî’ îro destpê kir. Banga Rêber Apo ya di 27’ê Sibatê de demxeya xwe li vekirina konferansê da.

Konferansa Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re ya Navneteweyî ku li paytexta Îtalya Romayê tê lidarxistin, destpê kir. Konferansa ku Konfederasyona Karkeran a Îtalyayê (CGIL) malovaniyê jê re dike û wê du rojan bidome, li Navenda Kongre ya Fretanî tê lidarxistin. Ji welatên cuda zêdeyî 300 kesên ku piştevaniya pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re’ dikin, beşdar bûn.
Beriya konferansê muzîk û performansekî li ser fikrên Rêber Apo hate pêşkêşkirin. Vekirina konferansê ji Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê Yilmaz Orkam û Serokê Têkiliyên Navneteweyî ya Sendîkaya CGIL a Îtalyayê Salvatore Marra kirin.
Ewilî Yilmaz Orkam mafê axaftinê girt û spasiya CGIL ku malovaniyê dike, Şaredariya Romayê û beşdaran kir. Orkan îşaret bi girîngiya pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re’ kir û destnîşan kir ku bi berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê û kampanyaya navneteweyî re geşedanên nû çêbûne. Orkan diyar kir ku têkoşîna Kurdan û fikrên Rêber Apo bandor li hemû beşên civakê dike. Orkan destnîşan kir ku Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû Rojhilata Navîn çareseriyê digere.
SALVATORA MARRA: EM Ê PARASTINA DEMOKRASIYÊ BIDOMÎNIN
Piştre Salvatore Marra axivî û xêrhatina beşdaran kir û serkeftinê xwest. Marra bal kişand ser parastina demokrasiyê li Îtalya, Ewropa û seranserê cîhanê ji aliyê sendîkayan ve û got ku ji bo xurtkirina otokrasî û dîktatoriyan qanûnên nû tên derxistin. Marra bi bîr xist ku ew 80’emîn salvegera rizgarbûna ji faşîzmê li Îtalyayê pîroz dikin û got ku divê têkoşîn were mezinkirin. Marra destnîşan kir ku ew ê parastina demokrasiyê bidomînin û wiha got: “Wê çalakî û têkoşîna me bidome. Ji bo parastina demokrasiyê divê em di refaranduma ku wê 9’ê Hezîranê were lidarxistin de bi awayekî xurt dengê xwe bikarbînin. Em yek ji sendikayên herî mezin ên cîhanê ne û di rojên derbasbûyî de rastgirên tund êrîşî navenda giştî ya sendîkaya me kirin.Rastgirên tund xebatkarên kolektîf yên wekî me û we, wekî dijminê xwe dibînin. Em ê bi berdewamî mirovan bînin gel hev. Em ê ji bo dozên bi rûmet ên wekî doza Kurd mirovan bînin ba hev. Em bawerî bi piraniyê tînin. Em ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyekî siyasî digerin. Îro zarok bi bombeyan tên kuştin û em ji bo vê çareseriya siyasî dixwazin.”
DEMA KU LÎDERÊN CÎHANÊ ME JI BO TUNDIYÊ VEXWENDIN, OCALAN JI BO AŞITIYÊ VEXWEND’
Marra bi bîr xist ku lîderên rastgir civaka sivîl hedef digirin û wiha got: “Divê em li NY’ê bin û hêza xwe bikarbînin. Me ji bo naskirina Filîstinê hewldaneke mezin da û em bi ser ketin. Divê vê têkoşînê bidomînin. Divê em bibin dengê kesên ku li Stenbolê li dijî Erdogan çalakî dikin. Serokê ÎBB’ê jî hat girtin. Nûnerên civaka sivîl û aktivîst jî di bin zextê de ne. Em piştevaniya xwe ji bo vê doza girîng pêşkêş dikin û piştevaniya xwe bidomînin. Li gelek cîhan hê jî tundî dewam dike. Em xwedî li banga Ocalan derdikevin û piştevaniya xwe pêşkêş dikin. Dema ku lîderên cîhanê me ji bo tundiyê vexwendin, Ocalan ji bo aşitiyê vexwend.”
SMERIGILIO: DIVÊ XELATA AŞTIYÊ YA NOBELÊ BIDIN OCALAN
Piştre li ser navê Şaredariya Romayê endamê Meclisa Şaredariya Romayê Massimiliano Smerigilio beşdarên konferansê silav kir û diyar kir ku bi salane piştgiriya wan a ji bo Kurdistanê didome. Smergilio da zanîn ku Rêber Apo paradîgmayeke nû afirandiye û got, “Ocalan li dijî nîjadperestî û yekperestiyê paradîgmayeke girîng pêş xistiye. Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk hemû gelan, jinan û bindestan diparêze. Emerîka behsa azadiyê dike, lê li wir demokrasiyê tune ye. Lê Ocalan dibêje hem demokrasî û azadî ev jî gelekî girîng e. Tevgera azadiyê û Ocalan nêzîkatiyeke nû ya siyasî pêşkêş dikin û behsa avakirina demokrasiyê dikin. Ev bang gelekî girîng e û ez hêvî dikim ku ev bangewazî were bersivandin. Li gorî min divê Xelata Aştiyê ya Nobelê bidin Ocalan.”
KARIANE WESTERHEIM: JI BO MISOGERKIRINA AŞTIYÊ DIVÊ SERBEST BÊ BERDAN
Prof. Kariane Westerheim li ser navê xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê yên ku piştgirî dan kampanyayê peyamek parve kir û got, “JI ber îro li vir im serbilind im. Kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî bandorek mezin kir. Bi çalakiyên hatin lidarxistin û zextên civakî kêm be jî tecrîda li Îmraliyê şikand û Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bangeke dîrokî kir. Em hêvî dikin ku ev pêvajoya aşitiyê bidome û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê piştgiriya xwe ya ji bo bangê ragihandin. Jody Williams li Parlamentoya Ewroapyê piştgiriya xwe ragihand. Em careke din dibêjin divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Divê ev bang bê bersivandin. Bangda berdana çekan hate kirin. Xwest ku fesihkirina PKK’ê bê nîqaşkirin. Di bangê de behsa xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirkan û îradeya jiyana hevpar hate kirin. Em weke xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê, piştgiriyê didin vê bang û perspektîfê. Divê Birêz Abdullah Ocalan serbest bê berdan. Ji bo misogerkirina aştiyê divê rola xwe bilîze.”
DUBBINS: DIVÊ EM KAMPANYAYÊ MEZINTIR BIKIN
Ji sendîkaya UNITE’yê ya Îngilistanê Sîmon Dubbins bi wêneyê Rêber Apo derket ser dikê. Dubbins diyar kir ku ji ber beşdarî vê konferansê bûye serbilind e û anî ziman ku ji bo aştiyê gavên girîng hatine avêtin û wiha domand: “Ev pêvajo gelekî hesas e. Pêwîste em vê kampanyayê bidomînin. Heta ku em azadiya Abdullah Ocalan pêk bînin divê ev têkoşîn bidome. Kampanyaya me ya li Brîtanyayê didome.”
Dubbins, wêneyê Rêber Apo hilda û got,, “Divê em azadiya Abdullah Ocalan misoger bikin. Divê em vê kampanyayê mezintir bikin. Azadiya Abdullah Ocalan xewnek bû, lê niha weke îhtîmaleke girîng tê axaftin. Ev geşedaneke pir cidî û girîng e. Li Tirkiyeyê êrîşên li ser demokrasiyê didomin. Hîn jî Ocalan serebst nehatiye berdan û nikare rola xwe bilîze. Li Rojhilata Navîn rewş dijwar dibe û li her derê şer heye. Têkoşîna Kurdan a ji bo azadiyê mîna têkoşîna sendîkaya me ye. Bîrdozî û nirxên Kurdan û felsefeya me ya jiyanê wek hev in. Em ê mil bi mil û bi gelê Kurd re têkoşîna azadiyê bidomînin.”
Ji berdevkên kampanyayê Zubeyde Zumrut ji ber piştgiriya kampanyayê spasiya her kesî kir. Zubeyde Zumrut encamên kampanyayê nirxand û destnîşan kir ku divê têkoşîna ji bo banga Rêber Apo mezin bibe û bidome.
Piştre ji IPPNW-Elmanyayê Dr. Gisela Penteker û ji MIGRANTE’yê Fayher Arîs moderatoriya panela yekem girtin ser xwe.