Heyeta Îmraliyê wê sibê bi Erdogan re hevdîtinê bike
Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan wê sibê di saet 13:00’an de bi Erdogan re hevdîtinê bikin.

Cih û saeta ku Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Heyeta Îmralyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) sibê bicivin, diyar bû.
Hate hînbûn ku Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan ên ku di heyetê de cih digirin, sibê di saet 13:00’an de li Kuliyeya Serkomariyê bi Erdogan re bicivin.