‘Rêber Apo rêberê ronesansa Rojhilata Navîn e’
Nivîskar Îlham Bakir di çalakiya xwendina pirtûkên Rêber Apo de axivî û anî ziman ku Kurd nûnertiya ronesansa Rojhilata Navîn dikin. Îlham Bakir destnîşan kir ku pêşeng û hêza fikrî ya vê ronesansê jî Rêber Apo ye.

ROJÊN XWENDINA RÊBER APO
Bi wesîleya rojbûna 76’an a Rêber Apo li avahiya KCC a Londonê, bi sernavê ‘Xwendina Abdullah Ocalan’ çalakiyek hate lidarxistin. Çalakiya ‘xwendinê’ ku ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Londonê ve hate lidarxistin, bi beşdariya gelek kesan û ciwanên enternasyonalîst pêk hat.
Di çalakiyê de standa ji pirtûkên li ser felsefeya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo hate danîn û sernavên ‘Neteweya Demokratîk’, ‘Rêya Sêyemîn’ û ‘Modernîteya Demokratîk’ hatin nîqaşkirin.
Nivîskar Îlham Bakir beşdarî çalakiyê bû, anî ziman ku di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de xwendina Rêber Apo girîng e û got, “Dema ku mirov bala xwe didin ser şer, komkujî û kuştinên li Rojhilata Navîn, ji bo rizgariya ji dojeha Rojhilata Navîn paradîgma, nêzîkatî û pêşniyarên Rêber Apo yên ji bo avakirina jiyaneke pirrengî ya demokratîk gelekî girîng tê dîtin.”
Bakir diyar kir ku Kurd di ronîkirina Rojhilata Navîn, ronesansa Rojhilata Navîn de nûnertiyê dikin û destnîşan kir ku pêşeng û hêza fikrî ya vê ronesansê jî Rêber Apo ye. Bakir anî ziman ku girîng e Rêber Apo bê xwendin, pêşniyarên wî rast bêne fêhmkirin, bi cih bîne anîn û got, “Ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn fêhmkirina Rêber Apo gelekî girîng e. Lewma divê ev karê xwendinê bê xurtkirin, fikrên Rêber Apo bêne nîqaşkirin, pêşvebirin, fîlozofên ku wî sûd jê wergirtine bêne xwendin û nîqaşkirin, ev paradîgma rast bê fêhmkirin û bicihanîn.”