المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

3’yemîn Rojên Xwendina Pirtûkên Rêber Apo: Ji têkoşînê ber bi diyalogê ve

0 4

Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo di navbera 4-10’ê Nîsanê de bi beşdarbûna bi sedan sazî û koman li pênc parzemînan û li dehan bajaran çalakiya 3’yemîn Rojên Xwendina Pirtûkên Rêber Apo ya Cîhanî hate lidarxistin.

XWENDINA PIRTÛKÊN RÊBER APO

Çalakiyên îsal, ji yên salên beriya niha cudatir ne bi xwendinên takekesî bi nîqaşên kollektîf, hevdîtinên felsefîk, lidarxistina çalakiyan û bangên hunerî hatin lidarxistin. Beşdarvan ne bi tenê weke çavkaniyeke teorîk di heman demê de weke alternatîfeke gengaz xwedî li fikrên Rêber Apo derketin.

ÇALAKIYÊN LI BAJARÊN EWROPAYÊ

Marsîlya – Fransa

Di çalakiya ku bi pêeşngtiya Collectif Internationaliste Marseille-Kurdistanê (CIMK) li Fraternité de la Belle de Maiyê hatî lidarxistin de li ser fikrên Rêber Apo nîqaşên berfireh ên siyasî û felsefîk hatin kirin. Di çalakiyê de dareke zeytûnê ya ku li ser nivîsa ‘’Aşitî ji şer dijwartir e. Dema em li ber xwe didin em natirsin, em ê di dema aşitiyê de jî netirsin’’ heyî, hate çandin.

Selanîk – Yewnanistan

Li bajarê Selanîk ê Yewnanistanê jî danasîna pirtûka Sosyolojiya Azadiyê ya çapa bi Yewnanî hate kirin. Nûnerên înîsiyatîfa navneteweyî û çapxaneyê  li ser mijarên pirtûkê yên weke rexneya zanistên civakî, paradîgmaya civaka demokratîk û nivîsên girtîgehê gotûbêj kirin. Nivîskarê navdar John Holloway jî bi awayekîonline beşdarî çalakiyê bû û têkildarî têkariyên Rêber Apo yên ji bo enternasyonalîzma nû û tecrûbeya wî ya li ser Platforma Gelên Ewropayê axivî.

Val Pellice – Îtalya

Tevgerên şoreşger ên li bajarê Val Pelliceyê jî di çarçoveya pêwistiya avakirina civakeke exlaqî û polîtîk de li ser paradîgmaya Rêber Apo axivîn. Çalakî girêdayî mijarên weke mîrateya sosyalîzma reel, sedemên derketina Şerê Cîhanî yê 3’yemîn û banga Rêber Apo ya dawîn hate lidarxistin. Çalakvanan diyar kirin ku fikrên rêberekîdi bin tecrîda fîzîkî de ji bo çareseriyên gerdûnî rênîşander in.

Genova Righi – Îtalya

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin