76’emîn rojbûna Rêber Apo li Elmanyayê hat pîrozkirin
Di pîrozbahiyên bi boneya 76’emîn rojbûna Rêber Apo de jinan peyama “Em ê xwedî li banga Aştî û Civaka Demokratîk derkevin û di avakirina civaka demokratîk de bi hev re bi ser bikevin” dan.

LI ELMANYAYÊ ŞAHIYÊN 4’Ê NÎSANÊ
Di çarçoveya pîrozbahiya 76’emîn rojbûna Rêber Apo de li gelek bajarên Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin.
DARMSTADT
76’emîn rojbûna Rêber Apo li Darmstadtê hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku ji aliyê Meclisa Jinê ya Rozayê ve hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.
Di çarçoveya pîrozbahiyê de jin û zarokan li baxçeyê komeleyê dara zeytûnê çandin. Di axaftinan de têkoşîna li ser esasê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo tê meşandin hat vegotin û hat diyarkirin ku Rêber Apo ji rêberê gelan derbas bûye û bûye kesayetek gerdûnî.
Beşdaran bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Rojbûna te pîroz be” govend gerandin.
FREIBURG
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ya Freiburgê 76’emîn rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de bê navber dirûşmên dilsoziya bi Rêber Apo re hatin berzkirin û li ber stranan govend hat gerandin.
DRESDEN
Meclisa Jinê ya Lêgerîn ku li Dresdenê xebatên xwe dimeşîne, bi boneya 76’emîn rojbûna Rêber Apo pîrozbahî li dar xist. Jin û zarokên Kurd li DKTM’ê li hev civiyan û 4’ê Nîsanê bi çandina şitil û çalakiyên curbecur pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de wêneyên Rêber Apo weke diyarî hatin belavkirin. Jinan bal kişandin ser wate û girîngiya 4’ê Nîsanê û gotin, “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye.”
Pîrozbahî bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” û gerandina govendê bi dawî bû.
KOLN
76’emîn rojbûna Rêber Apo ji aliyê Meclisa Jinê ya Viyan a li Kolnê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Pîrozbahî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin û ji bo bîranîna rojbûna Rêber Apo li baxçeyê DKTM’ê şitil hatin çandin. Piştre bernameya ku ji bo rojbûna Rêber Apo hat lidarxistin. Li ser navê Meclîsa Jinê ya Viyan Sîdar Ayhan axivî. Pîrozbahî bi gerandina govendê dewam kir.
BREMEN
Bi wesîleya 76’emîn rojbûna Rêber Apo li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bremenê şahiyek hat lidarxistin. Di pîrozbahiya ku bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Sêvê ya Bremenê hat lidarxistin de, pêşbirka li ser dîrok, erdnîgarî û çanda Kurdistanê hat leystin. Piştî pêşbirkê jinan ji bo Rêber Apo helbest hat xwendin.
Di axaftina li ser navê jinan de peyama: “Em ê xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk derkevin û di avakirina civaka demokratîk de bi hev re bi ser bikevin.
Pîrozbahî bi stranên hunermend Ozgur Comert û gerandina govendê bi dawî bû.
SAARBRUCKEN
Li Saarbruckenê li saloneke mezin şahiyeke bi coş hat lidarxistin. Kurdistaniyan gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin û li ber stranan govend gerandin.
HAMBURG
Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hamburgê 76’emîn rojbûna Rêber Apo bi şahiyekê pîroz kir. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Ciwan ên Tekoşer (TEKOJIN) û endamên Meclisa Gel a Hamburgê beşdarî mîhrîcana ku li Schanzenparkê hat lidarxistin, bûn.
Li gel posterê Rêber Apo alên TEV-DEM û YJK-E hatin vekirin. Endamên TEKOJIN’ê li qadê stand vekirin û broşurên li ser fikrên Rêber Apo hatibûn amadekirin hatin belavkirin. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” berz kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rojbûna Rêber Apo rojbûna gelan e û hat destnîşankirin ku divê demildest azadiya fîzîkî ya Rêber Apopêk were.
Pîrozbahî bi çandina şitil û gerandina govendê bi dawî bû.
ERFURT
Bi boneya rojbûna Rêber Apo Kurdistanî li bajarê Erfurt ê Elmanyayê li avahiya DKTM’ê hatin cem hev, sînevîzyona 76 saliya Rêber Apo temaşe kirin û piştre bi li ber stranan rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.
BERLÎN
Li paytexta Elmanya Berlînê bi wesîleya 76’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li baxçeyê Hevrîn Xelef şitil hatin çandin.
Di çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Dest Dan ve hat lidarxsitin, li ser navê meclisê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Me îro li ser girêdana Rêber Apo ya bi xwezayê re û felsefeya wî ya jiyana azad re şitil çandin. Ev şitil ne tenê dar in, hêviyên azadî, berxwedan û jiyanê yên geş in. Rêber Apo girîngiyê dide azadiya jinê, ekolojiya civakî û siyaseta demokratîk. Em ê parastina xweza, jiyan û azadiyê bidomînin. Di heman demê de heta roja azadiya fîzîkî ya Rêber apo pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî çandina şitilan dirûşmên “Bijî Rêber Apo, Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.