المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

33’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî dest pê kir

0 10

Îsal 33’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî li bajarê Dortmund ê Elmanyayê ku mezintirîn çalakiya Kurdan a li Ewropayê ye bi dirûşmeya “Rêbertiya azad û Civaka Demokratîk” dest pê kir.

Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, ku gelê Kurd weke qadeke têkoşîna çandî li Ewropayê li dijî zilm û asîmîlasyona dimeşîne, îsal li Parka Remydamm/Victor-Toyka li Dortmund ê Elmanya, bi dirûşmeya “Civaka Demokratîk û Aştî” dest pê kir.

Ji danê sibê ve bi deh hezaran kes ji welatên cuda yên Ewropayê û gelek bajarên Elmanyayê bi derbaskirina bendên kontrolê gihaştin qada çalakiyê. Cilên rengîn ên herêmî û cil û bergên neteweyî yên jinan a ji çar perçeyên Kurdistanê, digel tevlîbûna bi coş a ciwanan, qada festîvalê veguherand atmosfereke rengîn û zindî ya mîna kolanên Kurdistanê.

Meşa Azadî û Aştiyê ya salane, ku di 9’ê Îlonê de li Kolnê dest pê dike û pênc rojan berdewam dike, îsal li qada festîvalê bi dawî bû. Meşvan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî”, poster û pankartan ketin qadê. Çalakvan bi coş û bi sirûda “Çerxa Şoreşê” girseyê pêşwazî kirin. Piştî wê govend hatin gerandin.

Standên ku li qada festîvalê hatine danîn û xwarinên aîdê çanda Kurd, hunerên destan, pirtûk û mînyaturên ku Sûrê Amedê û bajarên din ên Kurdistanê temsîl dikin bala girseyê kişand. Konê “Zarok Ma”, ku ji bo zarokan hatiye vedan, bi lîstik û çalakiyên curbicur bal kişand.

Kurdistaniyên ku bi cilên xwe yên neteweyî û alên YPG/YPJ’ê û PKK’ê derbasî qadê bûn, coşek mezin afirandin. Daxwaza “Azadî ji bo Rêber Apo” peyamek hevpar bû û dirûşmeya “Bijî Rêber Apo” gelek car li qadê deng veda. Li aliyek mînyatura Gundê Kurdan a hunermend Amel bal kişand, li aliyê din dengbêj û hunermendên herêmî şahiyek muzîkê pêşkêş kirin û ciwan bi gerandina govendê li benda destpêkirina festîvalê man.

Festîval bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan û sirûda neteweyî “Ey Reqîp” dest pê kir. Di qadê de dirûşmeyên “Şehît namirin” deng vedan. Festîval diyarî şehîdên pêşeng ên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Emîne Erciyes, Nûreddîn Sofî, Koçer Urfa û Bahtiyar Gabar hat kirin.

Axaftina vekirinê ya festîvalê ji aliyê Hevserokên KCKD-E Engîn Sever û Zubeyde Zumrut ve hat kirin. Zubeyde Zumrut, beşdarên festîvalê silav kir û diyar kir ku festîval ji bo parastina çand û zimanê Kurdên Kurdistanê yên sirgûnkirî hatiye lidarxistin û got ku festîval ji bo Kurdên li Ewropayê rojek û cejnek pîroz e.

Zubeyde Zumrut, destnîşan kir ku gelê Kurd di dîrokê de bi bedelên mezin li dijî asîmîlasyon û polîtîkayên înkarê têkoşîn kirine û got ku Rêber Apo dixwaze vê têkoşînê bi paradîgmaya “Civaka Demokratîk û Aştiyê” tacîdar bike.

Zubeyde Zumrut got ku azadiya Rêber Apo armanca têkoşîna gelê Kurd e.

Engîn Sever, jî li ser paradîgmaya nû ya têkoşînê ya Rêber Apo axivî û anî ziman ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Sever, diyar kir ku ew ê bi têkoşînê ve girêdayî bimînin û vê têkoşînê li her qadê heta dawiyê bidomînin.

Festîval bi guhdarîkirina stranên Hunera Mizgîn berdewam dike.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin