المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Bersiva herî baş a li hemberî 12’ê Îlonê milîtaniyeke pêşketî ye

0 3

Dema berbangê bû. Tesadûfî wê rojê ez zû rabibûm. Min ji sirûdan fêm kir ku darbe hatiye. Hêza di dest me de jî ji bermahiyên şûr pêk dihatin. Komek ji 20-30 kesî bû. Me bi vî rengî dest bi berxwedaniyê kir li beramberî 12’ê Îlonê.

Dema em salvegera 12’ê Îlona ku rûyê rast ê Komara Tirkiyeyê bi hemû aliyan derxist holê û nîşanî her kesî da, binirxînin em dikarin bêjin di vê pêvajoyê de şerê PKK’ê xwedî girîngiyek diyarker e. Ev rewş her çiqas di despêkê de neyê dîtin jî, niha bi hemû aliyên xwe ve têkildarî ‘Komara Tirkiyeyê çiye, hêza li beramberî wê şer dike çiye’, xwe gihandiye bersivên herî berfireh. Ev salên şerê mezin jî dikare bên nirxandin. Van salan wek xwedî taybetmendiya diyarkirina hem jiyana me hemûyan, hem jî dikarin dawî li pêşeroja me bînin û ev neyênî di nav xwe de dihewandin, li beramberî wê jî dema xwe gihandina rastiya mezin a berxwedaniya PKK’ê jî bihata bidestxistin, ev tê wateya salên xwe gihandina derfetên mezin ên serkeftinê jî. Em dahûrînên kûr ên teorîk li aliyekî bihêlin, dema li rewşa civakê bê nerîn mirov ji wan re bêje qezazadeyên 12’ê Îlonê dê ne mubalexe be. Li civakê dane, di nav xwîn û birînan de ye, lê ne miriye. Niha wek kesê şerê vê dimeşîne divê pir vekirî bêjim ku, em ji şerê giran ên ji aliyê 12’ê Îlonê ve zêdetir bi nexweşiyên ji aliyê darbê ve hatine avakirin re mijûl dibin. Ger rastiya rêbertî ji bo van wateyekê rave dike yekane sedema vê, berdewamkirina şerê li dijberî 12’ê Îlonê ya heta îro ye. Serxistina vê rêbertiyê pêk hatiye.

Dema berbangê bû. Tesadûfî wê rojê ez zû rabibûm. Min ji sirûdan fêm kir ku darbe hatiye. Hêza di dest me de jî ji bermahiyên şûr pêk dihatin. Komek birêkûpêkî ne dikarî xwe bide rûnişkandin bû. Ya hejmara xwe 20-30 kes hebû yan nebû. Me bi vî rengî dest bi berxwedaniyê kir li beramberî 12’ê Îlonê. Cihê ku lê dimam jî di bîra min de ye…Me li ser somyekî hişk betaniyek raxist. Qaşo biryargeha şer bû. Em niha li îro dinêrin ref çiqas mezin in…

Ev rejîm, ji darbeyek leşkerî heta ya siyasî jî wêdetir xwe di nav civakê de bicih kiriye, bi kes daye pejirandin, em dikarin wek raveya herî xirab a qonaxekê jî binirxînin. Yek ji gavên herî li pêş ê faşîstbûnê ye. Lê belê Komara Tirkiyeyê bi xwe jî gavek wisa ye. Kar tenê avêtina ser 12’ê Îlonê nabe. 29’ê Cotmehê jî ji aliyekî ve pêvajoyek wisa ye. Dema Partiya Demokrat di vê demê de qonaxeke. Heta 27’ê Gulanê jî ne ji hemû aliyan be jî xala bingehîn e. 12’ê Adarê jî xalek bingehîn e. Hîn mîna van gelek xalên din hene. Hemû jî di fêmkirina tevan de pêvajoyên xwedî rist rave dikin. Em dibêjin rejîma leşkerî, lê bi tamamî medenî tawanbar in. Xwe dayîna qebûlkirina sivîlan ne kêmî ya leşkeran e. Em dibêjin rejîma leşkerî, lê polîtîkvanên herî sereke di meriyetê de ne. Ya rast rejîmek polîtîk e. Di nav ti rêjîmê de aliyê polîtîk û leşkerî ewqas têkilî hev ne bûye. Ji vê jî wêdetir ji aliyê aborî, çandî û hemû bandorgerî ewqas bi rejîmê re têkilî hev nedane jiyankirin. Li Tirkiyê çêkerek ji aliyê artêşê ve teşe girtî derketiye holê. Şerê taybet ji serî heta neynûkê rêbazekî di karekterê faşîst de sepandiye, plansazî û rêxistina eniya xwe kiriye. Heta dawî gelê Tirk ji vê re razandine. Di nav civaka Kurdistanê de jî beşê herî girîng ji vê re xwe razandiye. 12’ê Îlonê, şerê dij-şoreşê ku muxalefet ava kiriye, heta nav me bi xwe jî bi rêyên cuda bandora xwe teyisandiye, li beramberî gel xwe ragihandiye. Ya rast ên ku vê dikin, dibe ku ne di wê rewşê de bin ku vê pêş bixin û bisepînin. Lê belê bê navber her gavên ku hatin avêtin hema bêje yê din neçar kir. Bi vî rengî heta gihîşt roja me tabloya her kes jê ditirse derket holê. Yên herî zêde piştevaniya rejîmê dikirin jî, di nav lehiya hêrsê de ne. Yên hewl didan xwe pê bidin qebûlkirin jî jê ne razî ne. Tu kes bi vê rejîmê ne qayîle, lê şirîktiya her kesî ya vê tawanê heye.

Tirkiyebûn wek rêbaz çawa dikare pêş bikeve? Bi vê komê, bi wê komê? Siyasî, yan jî leşkerî be? Wê vekirî yan veşartî be? Bêguman ev hemû dikarin bên nîqaşkirin. Koma pêşeng, xebata nihînî, xebatên gêrîla, xebatên siyasî… Her rêbaz dikare bê ceribandin. Heta PKK hinekî dikare destwerdana Tirkî bike. Jixwe dike jî. Dikare lez bide vê jî. Ji bo PKK di çareseriya Kurd de pêş ve biçe divê hinekî jî çareseriya Tirkî pêş bixe. Jixwe ev berzbûna şoreşa dijber jî ji bo çareseriyê qonaxek e. Ji bo şoreşa dijber ber bi çareseriyê anînê divê berê bê pêşxistin, kamil kirin da ku tu bikarî bixî. Tu 12’ê Îlonê ti carî nikarî di 13’ê Îlonê de bin bixî. Lê li dawiya vî borî binêrin, ber bi binkeftinê ve kamil bûye. Niha bandorên 12’ê Îlonê pir kamil bûne, xwe di nav saziyan de bicih kiriye; lê belê nîşaneyên rizînê jî ewqas belav in, ger tu kulmek hişk lê bidî tu yê biruxînî. Nedîtina pêşketinek wisa jî ne gengaze.

Li beramberî faşîzma 12’ê Îlonê di vê qadê de arasteya me ya herî mezin çêbû. Me li beramberî vê xwest em çi pêş bixin. Ajoya zayendî, pêwendiya jin-zilam û pêwendiya malbatê me red nekir. Ev bi girêdaniyek zûwa ya olî nayê redkirin, wê ew zêdetir ber bi bêesilbûnê ve bibe. Lê ev bi tarzê kevn jî, bi şêweya dijmin ferz dike jî nayê pejirandin. Ev jî bi temamî tasfiyekarî ye. Li beramberî vê me got şêwazê azadiyê. Şêwazê şoreşgerî, bi temamî li ser arasteya armancên şoreşgerî girêdayî kedê û rêxistinê me girt dest; israrên me li ser vî bingehî bûn. Tevgera mezin a azadiya jinê, şerê mezin ê jinê, dibe di dîrokê de cara yekê bi vî rengî radîkal û berfireh pêş ket. Wek tê zanîn ev, em ber bi artêşbûna jinê ve birin. Di Kurdistanê de hesta rast, evîna rast wê çawa be; pênaseya rast a evînê çawa dikare bê kirin bi girîngî bersivdayîna me pêwîst kir.

Azadiya jinê bi qasî dema borî re neyê berawirdkirin divê ku pêş bikeve. Têkiliya vê bi şer re pir vekiriye. Jina berê ji bilî zilamê xwe, ji bilî malbata xwe bi tiştekî ne difikirî îro lehenga mezin û meşxeleya azadiya welatê xwe ye. Ev rastiyên dîrokî ku me derxistine holê ne. Ev gihiştiye asta meşxeleya pêketî û kesateyên herî mezin ên radest nabin derketine holê. Bi dehan keçên me yên ciwan ji bo radest nebin fîşeka xwe ya dawî di laşê xwe de helandine. Bi sedan şehîdê me yên jin hene û her yek ji wan remza lehengiyê ne. Van di rastiya partiya me de raveya xwe dîtine. Dîsa bi hezaran milîtanên jin di mercên herî azad de û bêyî ku bi kesî ve bên girêdan şer dimeşînin. Ev pêşketinên di berbangê de derdikevin holê ne. Ger zêdetir bi ser de çûyîn çêbibe û pêve bê girêdan, wê heta dawî kesayeta azad, pêwendiya azad û hestên bi tendurist, li hemberî ferzkirinên faşîzmê teqez serkeftinê bidest bixin. Ev jî mijara şer e. Em vê jî vekirî diyar bikin.

DIVÊ KOLETIYA MEZIN, VEGUHERE ŞOREŞGERIYA MEZIN

Li beramberî vê jî tola me diyarkirina jina şoreşger bû. Yek ji karê herî rast ku diviya me bikira ev bû. Ji vê baştir jî di dema pêşiya xwe de em dikarin pêş bixin. Li ser vî bingehî baweriya xwe bi hêza jinê anîn û divê mirov nirx bide xebatên jinê. Divê koletiya mezin, veguhere şoreşgeriya mezin. Ya hatiye kirin hîn taze despêkirina vê ye. Civaka ewqas hatiye xistin jina xistiye yan jî jina berzkirî mirovê hatiye berzkirine. Ev girînge, mirov jina hatiye berzkirine, hezkirin û rêzgirtin jî li vir watedar dibe. Cîhana jinên me ya hatiye tarîkirin encax bi vî rengî bê ronîkirin. Xebatên bi sebir, înad û rêxistinkirî di vê mijarê de dikarin serkeftinê bi dest bixin. Di vê wateyê de jî em heta dawî baldar nêzîkî erkên xwe dibin. Di hest û raman de afirêner in. Her tişta di hest û raman de lewaz dikin çi hene digirin û davêjin, bi dilekî wisa em dîqat dikin ku vê veguherînin hêzek mezin. Di vê mijarê de heta dawî hewl didin ku afirenêr bin. Azwerî û hestan vediguherînin girêdanek mezin a şer. Bi qasî veguherînin azweriya şer bi xwe bawer in. Serkeftina PKK’ê hinekî bi vê dahûrînê û milîtaniyê pêşketina xwe didomîne.

Li beramberî 12’ê Îlonê girêdana berxwedêr encax bi bûna xwedî xebatek azadiyê ya wisa watedar bibe. Wekî din mirov nikare şayanî bîranîna wan bibe. Bûna xwedî pêngavek wisa çavkaniya me ya anorê ye, çavkaniya hêze. Wê jinên nav me vê pêngava bi xwîna şehîdan hatiye avêtin, ji zehmetiyên jiyanê yên mezin re bûne bersiv, bi hewldanên jinê ber bi pêş ve bibin. Em baş dizanin wê piştî van gavan gavên pêşdetir bên avêtin û wê ev jî ber bi rizgariyê ve bibin. Li beramberî tiştên 12’ê Îlonê wê tola me mezin be. Tiştên ku kirine em dê çawa bi vê rejîmê bidin dayîn ev rejîm bi xwe baş dizane. Hêrsa jinên nav me jî dizane. Em bawer in, wê hêza jin zêdetir jî pêş bikeve. Me baweriya xwe bi hêza jinê anî. Em ji bo bingehî kirina gavên me avêtine, tevgera azadiya jinê di nav xweseriya xwe de bi rêxistin bikin û çalakiya wê berfireh bikin bi biryar in. Hewldanên me yên zêde dibin her roj wê me ber bi serkeftinan ve bibe. Pêşeroj, li gorî berê wê jiyanek hîn baştir be.

Bersiva herî baş ji 12’ê Îlonê re bê dayîn, wek min kirî, milîtaniyek pêşketî ye. Bersiva herî baş ji mirovahiyê re bê dayîn, li beramberî pergalek şerê taybet wisa ya dij mirovahiyê, bûyîna milîtanekî baş şer dike ye. Di hest, raman, tevger û reftaran, hema di her tiştî de ger xwe gihandina kesateyek wisa bê bi destxistin wê mirovahî ser bikeve. Tenê ne rizgarîxwaziya netewa Kurdistanê, dîsa ne demokrasîparêziya Tirkiyeyê, wê hemû mirovahî ser bixe. Ev jî tiştekî pir xweş e. Berî her tiştî divê ji vê bê bawerkirin. Divê mirov xwedî meşek ji ya besît ber bi ya aloz ve, ji kêm zanînê ber bi pir zanînê, ji kêm derfetiyê heta ber bi pir derfetiyê bi qasî sebrek mezin bi tempoyek berz û yê teqez di asta azweriyê de bi armancê ve girêdayî ye, ji bilî vê cih nade vebijêrkek din a jiyanê be. Yên wisa bikin wê jiyana wan a vale, tijî derbas bibe. Kesayeta îflaskirî teqez wê ber bi serkeftinê ve biçe. Ji cîhanek bêrêz û bêhezkirin, ber bi cîhanek rêzdar û bi rûmet ve biçe. Ev hemû jî ji bo mirovekî nirxên herî hêja û herî berzkerin. Azadiya gelekî û welatek encax wisa bê qezenckirin.

Bêguman bandorên neyînî jî hene, lê aliyên erênî jî baş nirxandin xwedî girîngiyek mezine. Darbeya 12’ê Adarê mîna bangerê dieciqand. Ya rast 12’ê Îlonê şêwazê vê yê hîn kûrkirî bû. Dîsa wisa tenê bi rojekê yan jî çend mehan ve sînordar nebû. Hemû pêvajo bandor kir. -20-25 salên borî- Di bingeh de polîtîka jî, aborî jî hemû corê jiyanê ji aliyê amadekariyê van darbe û rastiyê wan de dihatin diyarkirin. Dema em van teva tînin berçav, em dê bibînin ku di wateyekê de derketina me ya holê, pêşketina me dijberî vê rejîma leşkerî – jixwe divê mirov sala 1920’an jî li vê zêde bike- û çawaniya leşkerî ya Komara Tirkiyeyê ye. Wekî din nayê nirxandin. Di rastî de ya tê ferzkirin komarek leşkerî ye. Dijbertiya demokrasiyê ye, faşîzmeke. Li dijberî wê jî tişta derdikeve holê demorasîbûneke rizgarîxwaziya netewî ye, sosyalîzme. Ji salên 1970’ê û heta roja me ya îro ya tê berdewamkirin ev e.

*Ev nivîs ji nirxandinên Rêber Apo hatiye berhevkirin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin