Dûran Kalkan: Eger hûn çareseriyê dixwazin, ev yek bi Rêber Apo destpê dike
Ji damezrînerên PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku bi siyaseta mijûlkirinê re cewhera çareseriyê tê pûçkirin û got, “Eger hûn çareseriyê dixwazin, ev yek bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê dike.”

Ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya taybet a Medya Haber TV de tecrîda li Îmraliyê, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser binpêkirina ‘mafê hêviyê’, helwesta gengaz a Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser vê mijarê û karên komîsyona li meclîsê nirxand. Dûran Kalkan got, “Mifteya çareseriyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
Nirxandina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:
“Ez beriya her tiştî berxwedana Îmraliyê ya dîrokî û Rêber Apo bi hurmet silav dikim. Lehengên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, di şexsê wan de jî şehîdên meha Îlonê hemûyan bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînim.
Belê, parêzer îro careke din çûn giravê. Hîn nediyar e bê hevdîtin pêk hat an na. Piştî şeş salan bûn. Beriya wê ji sala 2011’an heta 2019’an hevdîtin nehatibû kirin. Lê belê Rojiya Mirinê dawî li vê tecrîdê anî bû. Niha piştî şeş salan parêzer çûn. Hema bibêje ‘Ji ber çûyîna parêzeran a Îmraliyê, hevdîtina parêeran’ em ê kêfxweş bibin. Halbûkî ev yek li her cihî rewşeke gelekî xwezayî ye. Di nava demokrasiyê de tiştekî asayî ye. Welê li hevdîtina parêzeran kirine ku bi vê gotina li nava civakê dikare bê vegotin: ‘Mirinê nîşan didin û bi tayê razî dikin’. Ewqasî bêhiqûqî, bêqanûnî tê kirin, dema qanûn bi rengekî asayî bi cih tê anîn, weke ku mûcîzeyek bûye, weke ku bûyereke awarte ye didin nîşandan. Tişta ecêb ev bi xwe ye. Ev rewş ne li gorî ruh û naveroka pêvajoya heyî ye.
Em qala Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikin. Bi banga dîrokî ya 27’ê Sibatê ya Rêber Apo re gavên dîrokî hatin avêtin ku nedihat bîra kesî, kesî jê bawer nedikir. PKK a 50 salî dawî li hebûna xwe ya rêxistinî anî. Stratejiya têkoşîna çekdarî guhert. Ewqas tişt qewimîn ku bersiv û berdêla wê çûyîna parêzeran a li Îmraliyê û hevdîtina li Îmraliyê bû. Ev tê çi wateyê? Em bersiva vê yekê ji her kesî re dihêlin. Bila her kes bipirse û binirxîne. Gelo em bibêjin, ‘Deriyên Îmraliyê hatin vekirin?’ Em bibêjin ‘Aştî hat?’ Dikare ev bê gotin? Lê belê dema ku em dibêjin, ‘tecrîd dewam dike, rewşa dîlgirtinê dewam dike’ muxatabên me dilê xwe dihêlin. Xwe aciz dikin. Baş e ev rewş çi ye? Li gel ku çar meh, di ser fesixkirina PKK’ê re derbas bûne û derbasî meha pêncemîn bûye jî dewamkirina vê rewşê, nîşandana hevdîtina parêzeran weke bûyereke mûcîzeyê ne tiştekî qebûlkirinê ye.
Bi rengekî din nikare bê vegotin. Kes naveroka wê nîqaş nake. Wê çi yê naveroka wê nîqaş bikin? Jij xwe ji naveroka wê bi temamî aciz dibin.
Hem 27 sal in girtî ye, dîl tê girtin, ji ber siyasetê tê darizandin, hem jî ji ber ku li ser siyasetê diaxive, jê aciz dibin. Baş e, wê wekî din li ser çi biaxive? Çi aliyê hiqûqê ji siyasetê cuda heye? Wekî din 27 sal in her hal ji ber sedemên li derveyî siyasetê li Îmraliyê nayê ragirtin; ji ber siyasetê tê ragirtin.
Li gel vê rewşê em dibînin ku guhertineke zêde nîne; jê wêdetir daxwazeke guherînê jî nîne; ji aliyê guherîna siyaset û fikrî ve sekneke hevgirtî nîne. Ji bilî vê yekê nayê ti wateyê.
BIRYARA KOMÎTEYA WEZÎRAN WÊ HELWESTA YEKÎTIYA EWROPAYÊ DIYAR BIKE
Komîteya Wezîran a Ewropayê 10 salan biryara Dadgeha Mafên Mirovan rawestand, ji nedîtî ve hat. Par ji nişka ve hate bîra wê. Piştî ku deh sal tijî kir, hat bîrê? Ji xwe 25 sal derbas kir; Rêber Apo 2 sal in bêhiqûqî li wir tê ragirtin. Dibêjin, ‘Hiqûq’; li gorî hiqûqa wan jî divê girtî nemîne. Yanî dîlgirtina dîlgirtîbûnê ye. Rewşa heyî bi vî rengî ye.
Ji ber ku ket wê rewşê, nema karîbûn zêde vê rewşê dewam bikin. Ji bo guhertinên qanûnî li Tirkiyeyê bêne kirin, ji bo tiştên bi wî rengî bêne kirin salek dem dabûn. Me nedît ku Tirkiyeyê guhertineke welê kir. Her wiha Wezareta Edaletê di bersiva xwe de bi rengekî eşkere got, wê guhertineke bi wî rengî nekin.
Ji ber ku dibêjin. Eger ji wan bê, wê Rêber Apo li derveyî vê bihêlin, vê yekê jî dibêjin. Wê wekî din ji bo çi ji bo kê bikin… Yanî di nava nêzîkatiyên heyî de her tişt gelekî bê wate ne. Ji naverokê qut e. Gotinek heye ku dibêje, ‘fen û fût dibin, lê ewqasî jî li ber çavan nabe’. Qet nebe divê hinekî nixumandî be, li gorî şert û mercan be. Lê belê bi rastî jî êdî rastî li holê ye, nayê veşartin. Di pozîsyoneke gelekî neyînî de ye…
Gelo wê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê niha çi bibêje? Ji xwe weke sirekê vedişêrin, hîn tiştek eşkere nekirine. Halbûkî dema bê hesabê wan her tiştî eşkere dikin, nîqaş dikin, didin çapemeniyê lê belê heta niha tiştek pêşkêş nekirine. Em ê lê binihêrin. Em ji nêz ve dişopînin. Em rewşa hiqûqî dişopînin. Gel dişopîne. Kurd gelekî bi hestiyarî û berpirsyarî nêzîk dibin.
Em ê vê yekê bibînin: Biryarên bêne wergirtin, encama ji wir derkeve holê wê helwesta rêxistiniya bi navê Yekîtiya Ewropayê diyar bikin; wê raxe pêş çavan ku li Ewropayê demokrasî heye yan na, ji bo her kesî derbas dibe yan na, çiqasî xwedî demokrasiyê ye, çiqasî dûrî demokrasiyê ye. Yanî weke lêpirsînekê, ezmûneke dîrokî ye. Wê bi vî rengî bibe.
Di vê mijarê de em dikarin vê bibêjin: Eger hîn jî helwestên weke ‘mijûlkirinê’ bêne nîşandan, hingî ev ê bê çi wateyê? Wê ji vê yekê re şirîkatiya sûc bê gotin. Het aniha bi wî rengî bû. Di demên derbasbûyî de hemû derdorên ku rewş bi rengekî rast nirxandin, helwesteke bi vî rengî nîşan dan. Ev şirîkatiya sûc wê hîn şênberî diyar bibe. Ketibû pozîsyona şirîkatiya sûc.
Wê çi bibe? Em nikarin tiştekî bibêjin. Em nikarin bibêjin ‘Bila bi vî rengî be, bi wî rengî be’. Ji ber ku di mijara pirsgirêka Kurd de Yekîtiya Ewropa yan jî demokrasiya Ewropayê helwesteke erênî nîşan nedan, helwesteke çalak nîşan nedan.
Rêber Apo di sala 1998’an de berê xwe da Ewropayê, çû Romayê. Yek ji navendên herî girîng ê Ewropayê ye. Ji bo karibe siyasetê bike û di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi rol rabe li ser sifreya zêrîn derfet pêşkêşî Yekîtiya Ewropayê kir. Yekîtiya Ewropa xwedî lê derneket. Qewirand; rêya Îmraliyê nîşanî Rêber Apo da. Hema bibêje wê rêya darvekirinê nîşan bida. Yanî yên ku ewqasî li dijî darvekirinê ne, Rêber Apo avêtin nava atmosfera darvekirinê. Bila kes nebêje ku me ev ji bîr kiriye. Me ew siyasetmedarên Ewropî bi taybetî jî yên Elmanyayê ji bîr nekir ku di dema darizandinên Îmraliyê de bi gotina ‘Çima şer naqewime’ li cihê xwe rûnediniştin. Em ê wê demê ti carî ji bîr nekin. Me bi zelalî dît ku siyaseta wan çi ye, xwe ji ku xwedî dikin; ev sîstema şer û nakokiyan a li Rojhilata Navîn ji aliyê kê ve, ji bo çi û çawa hatiye afirandin û kî ji vî şerî sûdê werdigirin. Û em ê ti carî ji bîr nekin.
EGER BERXWEDAN NEYÊ KIRIN WÊ LI EWROPAYÊ NEONAZÎZM BIBE DESTHILATDAR
Lewma bi rastî jî wê karibe bi rolekê rabe? Na, înîsiyatîfeke xwe ya bi vî rengî nîne. Gelekî ecêb e; Ewropa ya ku cîhan xistiye vî halî, xwe daniye aliyekî û dide pey berjewendiyên erzan. Rewşa ku divê bi esasî bê lêpirsîn, darizandin û li ser bê rawestîn ev e. Êdî em ê tiştekî nebêjin; em ê li bendê bisekinin û bibînin.
Lê belê bêguman helwesta me jî dibe. Ji xwe di vê mijarê de em nikarin ji wan re tiştekî bibêjin, lê belê em dikarin bang li derdorên demokratîk, hêzên çep-sosyalîst, parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên jin û ciwanan ên Ewropayê bikin.
Ev rewş ji bo Ewropayê rûreşî ye. Êdî li hemberî vê yekê pêwîstî bi têkoşîneke çalak heye. Ji bo pêşketina demokrasiya li Ewropayê, pêşketina azadiyê û pêşketina mafan, pêwîstî bi vê heye. Eger ev nebe wê Neonazîzm bi pêş bikeve. Li her qadê berfireh dibe. Qala ‘Pêşketina Neonazî’ tê kirin. Her kes qalê dike. Divê pêwendiya vê yekê bi polîtîkaya heyî re bê dîtin. Bêguman eger ev polîtîka bê meşandin û nerazîbûn neyê nîşandan dawiya vê yekê wê pêşketina faşîstan be. Pêşketina Neonazîzmê jî tê wateya desthilatdarîbûyîna wê li her cihî. Eger têkoşîneke bi bandor neyê meşandin dibe ku Ewropayê bi dest bixin.
DIVÊ MIROV TIMÎ DI NAVA ÇALAKIYAN DE BIN
Bêguman em ê bi esasî li xwe binihêrin. Civak, jin û ciwanên Kurd bi berpirsyarî tevdigerin. Ev berpirsyarî divê dewam bike, hîn xurtir bibe. Îro ne roja rawestînê ye; ew roj in ku divê mirov timî di nava çalakiyan d bin. Li Bakur, li Rojava çalakî hene; divê nesekinin. Bi taybetî heta biryar bê dayin -Di 17’ê mehê de- divê Kurd li her cihî li ser piyan bin. Divê li qadan be, daxwaza helwestê bike. Ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê divê edalet û demokrasiyê bixwaze. Ji bo vê jî herî kêm divê bicihanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Rêber Apo bixwaze. Divê ji wan bê xwestin ku li Tirkiyeyê ferz bike ku sererastkirinên hiqûqî bike.
Ji bo vê jî divê timî çalakî bêne kirin. Gelê me, dostên me divê van rojan baş binirxînin, helwesta xwe bi şênberî nîşan bidin. Rewşeke lawaz û teng divê nebe. Her wiha divê em êdî daîmî bikin. Dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye, derbas jî bûye. Ev êdî propagandayek nîne. Ne daxwazeke ji rêzê ye; daxwazeke ku divê di cih de bê pêkanîn. Lewma daxwazeke welê ye ku divê ji bo wê timî çalakî bêne lidarxistin. Daxwazeke ku pêknehatina wê nayê qebûlkirin. Ji ber vê jî divê gelê me, jin, ciwan û dostên me di van rojên dîrokî de bi berpirsyarî rabin û timî çalakiyan bikin. Hem daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, hem mafê hêviyê, hem tiştên cuda, divê daxwazên xwe bînin ziman û ferz bikin.
KOMÎSYON BI HALÊ HAZIR CEWHERA VÎ KARÎ VALA DIKE
Komîsyonê bendewariyek afirand. Weke ku tê xwestin, nebû. Bi qanûnê ava nebû. Lê belê tevlîbûna hemû partiyên din tiştek dida. Hin nîqaşên girîngî jî hatin kirin. Lê belê hemû ne welê ye. Yanî bi demê re kete rewşeke welê ku bi cewhera meseleyê danekeve, nav li meseleyê neke û nediyar e bê bi çi ve mijûl dibe. Navê xwe ‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî’ ye. Lê belê li ser demokratîkbûnê nasekine; dibêje ‘Ji xwe demokrasî heye. Ji xwe xwişk-biratî heye. Eger ev Kurd eks nebe, teslîmî me bibin, wê çi xweş be, wê xwişk-biratî xurttir bibe. Hingî wê piştevaniya mîllî xurt bibe’. Bi vî rengî nabe. Ji bo vê yekê pêwîstî bi avakirina komîsyonekê nîne. Ev yek valakirina cewhera meseleyê ye. Pûçkirina pêvajoyê ye. Bi vî rengî nabe.
Mînak, yek ji tiştên herî girîng bû. Helwesta serokên berê yên Meclîsê, axaftinên wan bû. Serokê Meclîsê yê Nû Nûman Kûrtûlmûş serokatiyê jê re dike; divê wan li ber çavan bigire.
Ev meclîs bi rê ve birin. Ne yek, ne du kes; hejmara wan jî zêde bû. Hema bibêje nêrîna wan hevpar bû. Gotin, ‘Bila komîsyon navê meseleyê lê bike’. Pênaseya xwe baş bike. Zû bixebite. Yanî bibêje ‘Komîsyona pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê ye’. Ev yek bi eşkere gotin û anîn ziman ku ji bo Tirkiyeyê firsendek e. Lê belê xuya ye ji vê jî aciz bûne, ji derdora desthilatdariyê nerazîbûn hat. Halbûkî ne nerazîbûn, eger bi rastî jî nêta wan heye, fikrê wan ji bo Pêvajoyê be, divê vê yekê bikin wesîle, li nava civakê belav bikin. Diviyabû bikira wesîleya tevlîkirina civakê li pêvajoyê. Wan mirovan ev rewş li ber çavan girtin û îfade kirin. Bi rastî jî girîng bû. Me gelekî hêja dît. Bi têrkerî li nava raya giştî ya Tirkiyeyê belav nebû. Diviyabû belav bibûya. Lê belê welê nabe; her diçe ji rêzê dibe. Aliyekî xwe ew e.
ÇIMA RÊBER APO NIKARE BIÇE KOMÎSYONÊ?
Li aliyê din hîn jî hevdîtin bi Rêber Apo re nehatiye kirin ku weke muxatabê esasî wî daxwaza avakirina komîsyonê kir. Ne diyar e bê wê hevdîtinê bikin an na. Gelek partiyan ev yek xwest. Partiya DEVA xwest, Partiya Gelecek xwest, MHP’ê xwest, lê belê komîsyon hîn jî nikare biryarê werbigire. Diyar e ku her tişt bi AKP’ê ve girêdayî ye. Hewl dida vê rewşê bi temamî biavêje ser CHP’ê. Lê belê na; nikare kesî bixapîne. Li ser AKP’ê dimîne. Ya normal ev e. AKP nikare vê rewşê biavêje ser kesî. Hîn jî nîqaş tê nîqaşkirin bê wê li Rêber Apo guhdarî bikin an na, çend endam wê biçe; gotinên bi vî rengî dûrî ji aqil in, nayên fêhmkirin.
Ka Devlet Bahçelî gotibû, ‘Bila bê meclîsê, siyasetê bike; Bila li koma DEM Partiyê biaxive; bila bibe serok’. Hîn jî dibêje. Dibêje ‘Ez li pişt vê yekê me’. Weke Serokê Giştî yê MHP’ê, weke Serokkomar jî Tayyîp Erdogan gotin ev yek polîtîkayeke dewletê ye û xwedî lê derketin. Lê belê ka bi cih hat anîn? Gotinên Devlet Bahçelî bi cih têne anî?
Wekî din çûn û neçûna Îmraliyê nîqaş dikin. Çima her kes diçe komîsyonê, li komîsyonê diaxive, lê Rêber Apo nikare biçe? Çima derfet nayê afirandin ku Rêber Apo biçe komîsyonê û biaxive? Çima dûrî vê yekê tê hiştin?
Rêber Apo di 27’ê Sibatê de bang kir. PKK’ê di nava du meh û heft rojan de bersiv da bangê. Çi got? PKK’ê kongreya xwe pêk anî, di encamê de biryar da ku dawî li hebûna xwe ya rêxistinî bîne, stratejiya têkoşîna çekdarî sekinand û ev yek di cih de ji raya giştî re ragihand. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ev ‘Projeya dewletê’ di 22’ê Cotmeha 2024’an de eşkere kir. Hema bibêje 11 meh li pey xwe hişt. Ti jê bi cih neanî. Weke Tevger, weke PKK me di nava du meh û heft rojan de banga Rêber Apo bê kêmasî bi cih anîn. Devlet Bahçelî bi xwe bangê dike û tê gotin, ‘Em bi hev re tevdigerin’. Lê belê ti ji gotinên wî bi cih nayên anîn. Lewma divê bi rengekî cidî rewş bê nirxandin. Ev kar bi vî rengî nabe. Divê bi rengekî rast nêzîkatî bê nîşandan.
DIVÊ ÊDÎ DERBASÎ ASTA DANÛSTANDINAN BIBE
Rêber Apo xwest, ev nêzîkatî bêne sererastkirin, helwest bê zelalkirin û her kes helwesta xwe bi eşkere nîşan bidin. Em jî di wê nêrîn û helwestê de ne. Eger mijûlkirin, fen û fût hebin divê êdî biqede! Yanî neqediya ye. Her kes li çi difikire, dixwaze çi bike divê helwesta xwe bi rengekî zelal nîşan bide. Bila pêvajo derbasî qonaxeke nû bibe. Ji vê re jî ‘qonaxa muzakereyan’ tê gotin. Hat heta vê derê. Me teqwîmek jê re diyar kiribû; me hêz vedikişand, me komên destpêkê anîn sînor, derxist. Yên din tevdigeriyan. Ji ber ku aliyê hember tiştek nekir, pêvajo sekinî.
Niha weke aliyê PKK’ê, weke aliyê Kurd, tiştên divê bêne kirin me di dema herî zû û bi lez de kir. Lê belê ji bo pêvajo bi rê ve biçe; ji bo demokratîkbûn, xwişk-biratî pêk were, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê dewlet gavan biavêje. Divê gavên demokratîkbûnê biavêje. Em nabêjin ‘Bila filan tiştî bidin Kurdan’. Bila demokrasiya li Tirkiyeyê pêk were. Bila xwişk û biratî li Tirkiyeyê pêk were, bibe yek. Naxwe xeteriya siyasî li holê ye. Li holê ye bê Îsraîl çi dike, li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’yemîn hatiye kîjan astê. Me berê jî nirxandin. Pêwîstî bi dubarekirinê nîne. Her kesên ku dikarin hinekî bifikirin rastiyan fêhm dikin, dibînin.
Di rewşeke bi vî rengî de mijûlkirin, neavêtina gavan û li ser çapemeniyê bi gotina ‘PKK gavê neavêje’ sûcdarkirin û xapandina mirovan, bikaranîn zimanê bi jehr bi kêrî kesî nayê. Tiştekî rast jî nîne.
Binihêrin, em helwesta xwe bi rastî jî bi şênberî nîşan didin. Ji destpêkê ve me bi vî rengî kir. Rêber Apo bang kir; weke PKK tişta ku em dikarin bikin û tişta em nikarin bikin, weke rêveberî me bi şênberî anîn ziman. Me ji raya giştî re ragihand. Beriya raya giştî me ji Rêber Apo re bi eşkere gotin. Piştî ku Rêber Apo kir û daxwaz ji me kir, mînak got, ‘Kongreyê li ser vê bingehê kom bikin’, me negot ‘Em nikairn bikin’. Dema xwest, me got, em dikarin kongreyê bikin, van biryaran werbigirin, lê belê nikarin bi cih bînin’. Hate gotin, ‘Temam, bila bê kirin, biryar bêne wergirtin’ û me kongre pêk anîn û biryar dan. Di kongreyê de me biryareke ji sê xalan wergirt. Me weşand; her kesî bi kêfxweşî pêşwazî kir: Di serî de Devlet Bahçelî, Serokkomar Tayyîp Erdogan, gelek derdoran… Yanî bi erênî hate pêşwazîkirin û pîrozkirin.
Hîn jî Devlet Bahçelî rastiyê dibêje. ‘PKK’ê, rêxistinê daxwazên Rêberê Damezrîner bê kêmasî bi cih anî. Ahengî û yekbûneke tam heye. Ti helwesteke neyînî, tiştekî ku weke fenê bê nirxandin, nehate dîtin’. Baş e wê demê çi bû ev biryarên me yên kongreyê? Yek: Em karên PKK’ê radiwestînin; dawî li hebûna rêxistinî ya PKK’ê tînin. Du: Em stratejiya têkoşîna çekdarî bi dawî dikin; em ê stratejiya siyaseta demokratîk pêk bînin. Sê: Bicihanîna van herdu biryaran tenê bi rêveberiya pratîkî ya Rêber Apo dibe. Rêber Apo dikare bi cih bîne. Rêber Apo jî dema ku bingehên hiqûqî hatin afirandin dikar epêk bîne. Ev hatin qebûlkirin. Di vir de divê pêwîstiyên xala sêyemîn bi cih bêne anîn.
Lê belê bi cih nehate anîn. Hîn jî tê gotin, ‘PKK filan tiştî nake, PKK vê nake’. Ji xwe PKK nîne; dawî li hebûna xwe anî. Xala sêyemîn tê çi wateyê? Em rêveberiyê radestî Rêber Apo dikin. Rêveberiya bicihanîna van biryaran di destê Rêber Apo de ye. Rêber Apo jî dibêje, ‘Temam ez dixwazim bikim. Ez ê hemûyan bi cih bînim’. Soza vê dide, ji bo vê dixebite. Lê belê di nava sîstema dîlgirtinê ya Îmraliyê de hatiye ragirtin. Parêzer bi xwe şeş salan carekê dikarin biçin. Bi vî rengî wê çawa biryara bidawîkirina hebûna rêxistinî ya PKK’ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî bimeşîne? Ev nepêkan e. Di ser re radibin bangê dikin li her kesî, dibêje ‘Çekên xwe biavêjin û bên’.
DIVÊ NÊZÎKATIYEKE RAST LI MUZAKEREVANÊ SEREKE RÊBER APO BÊ NÎŞANDAN
Piştre jî ji axaftinên me aciz dibin. Çima hûn aciz dibin? Ti eleqeya vê rewşê bi me re nîne. Êdî her tişt bi Rêber Apo ve girêdayî ye. Yanî eger di entegrasyona demokratîk de mutabaqata hevpar hebe, ku ev yek li nava raya giştî hate ragihandin; ne tenê nêrînên Rêber Apo, bi dewletê re bi hev re tê nirxandin. Ev yek bi erêkirina dewletê ji raya giştî re hate ragihandin. Eger niha daxwaza çareseriyeke rasteqîn tê kirin, divê ev kar ji Rêber Apo destpê bike. Diaxivin dibêjin, nizanim ‘Wê çi bi Rêveberiyê bê’, ‘Şervanên ku çek di destê wan de heye wê çi bi wan bê!’
Divê mirov wesayitê danînin pêşiya hespê. Bi vî rengî nabe. Bi me re pirsgirêk çareser nabe. Ji vê jî wêdetir bi nêzîkatiya ‘Wê çi bi şervanên bi çek bibe’ pirsgirêk çarser nabe. Ji wir destpê nake. Rêber Apo 27 sal in girtî ye. Du sal in ji aliyê hiqûqî ve -qet sûcê xwe nîne- cezayê lê hatiye birîn qediya ye.
Temam, em bibînin; bila entegrasyona demokratîk destpê bike, Rêber Apo jî siyaseta demokratîk bike, rêxistiniya xwe ava bike, hingî wê şervanan bibînin. He rkes wê dest ji çekan berdin û bi bezê berê xwe bidin Rêber Apo. Wê tevlî rêxistinê bibe; wê siyaseta demokratîk bike. Ez garantiya vê yekê didim. Hem wê Rêber Apo dîlgirtî be, hem jî wê bibêjin bila şervan çeka xwe biavêje, bişewitîne, biçe nava gel, nizanim biçe gel dayika xwe, mala xwe. Divê her kes cidî be.
Em xwe bi zorê disekinînin; dikarim vê bibêjim. Em bi sebir tevdigerin.
Yek: Divê nêzîkatiyeke rast ji bo Rêber Apo bê nîşandan. Weke rêberê 60 milyon Kurdî, weke nûnerê wan ê siyasî, weke muzakerevanê sereke li wir e. Ne mirovekî ji rêzê ye. Wê demê divê rast nêzîkatî jê re bê nîşandan.
TI ZAROKÊN KU LI BENDÊ NE ÇEKÊN XWE BAVÊJIN Û BIÇIN MALÊ, NÎNIN
Ya duyem: Ti zarokên ku li çiyê li bendê ne çekên xwe bavêjin û bibezin ber çokê dayik û bavê xwe, nînin. “Zarokên li çiyê wê kengê werin?” Divê her kes bizane ka çi dibêje. Divê li axaftinên xwe baldar bin. Li çiyê ti zarokên ku xwe amade dikin bibezin malê, nînin. Şervanên azadiyê yên fedayî hene ku ji bo azadî û demokrasiyê derketine ser çiyê, çek hilgirtine û bi hezaran şehîd dane. Hûn çi tiştê li benda kî/ê ne. Rêber Apo wê di wan şert û mercan de be; şervanek wê çeka xwe deyne û biçe nav gel. Gelo hingê wê çi ji vî gelî re bêje? Em bihesibînin ku çû cem dayika xwe. Eger dayika wî/ê bêje “tu çima hatî kurê/keça min?” wê çi bersiv bide? Gelo ma wê pirs nekin “Tu çima çûy, çima hatî? Ma çi hat guhertin, tu hatî?” Ev qas xwîn hat rijandin; ev ne lîstoka zarokan e!
Eger pirsgirêkek mezin nebûya, têkoşînek mezin nebûya ma ev dibû? Rêber Apo got, “Eger dozên mezin nebin, yek dilop xwîn rijandin cînayet e.” Me ti ji van pêk nedianî. Bi vê feraset û felsefeyê van mirovan çek hilgirtin û derketin ser çiyê. Ne ji bo dema yekê gazî me kir em dest jê berdin û biçin. Ji vî alî ve gelek helwest û liv û tevger heqaretê digire nav xwe. Em naxwazin heqaretê li ti kesê bikin. Lê em ne di wê rewşê de ne ku serî li ber liv û tevger û gotinên heqaretwarî yên ti kesê bitewînin. Divê ti kes li benda vê yekê nebe.
EGER WIHA DEWAM BIKE DÊ LI MECLÎSÊ BAWERÎ BIQEDE
Komîsyon çêbû, behsa pêvajoyê tê kirin; her du caran carekê dem tê derbaskirin: “PKK wê çi bike? Çima gavan naavêje? Çima çek nehatin danîn? Çima nabezin nayên malên xwe?” Li benda vê yekê ne. Yên li benda vê yekê, 10 sal jî derbas bibin wê vale vale li bendê bimînin.
Bi nêzîkatiyeke wiha ti pirsgirêk çareser nabe. Eger ev komîsyon dixwaze demekê wiha bidomîne…
Hinek bawerî bi meclîsê hebû. Dihat gotin, “Eger meclîs bikeve nava vî karî wê çareser bibe. Pirsgirêk divê were meclîsê.” Ji CHP’ê ev tişt digotin; partiyên din ev tişt gotin. Me jî got, “erê.” Rêber Apo jî ji bo vê israr kir: Bila li meclîsê be, bila li cihê ku civak wê weke îrade nas dike be, her kes beşdar bibe, her kesê bigire nav xwe; wê guncawtir be.
Eger wisa bidome, wê baweriya heyî li meclîsê biqede. Hemû bawerî wê biqede. Tirkiye dixwaze çi bike; em dixwazin fêm bikin. Tirkiye dixwaze çi bike? Bi taybetî desthilatdariya heyî dixwaze çi bike? Gelo dewlet vê desthilatdariyê dipejirîne? Me ev fêm kir: Bi rastî jî gelo ji Kurd re dibêje Kurd? Hebûna gelê Kurd qebûl dike? Komîsyona xwişk-biratiyê… Xwişk-bira wê kî/ê be?
Serokê Meclîsê di destpêkê de got, “Wê xwişk-biratiya Tirk û Kurdan pêk were.” Gelo ev yek wê di axaftina destpêkê de sînordar maba? Em hiqûqek xwişk-biratiyê bibînin. Komîsyona meclîsê bila li ser hiqûqa xwişk-biratiyê bixebite. Lê ti ji van pêk nayê. Pêvajo hatiye asêkirin; raya giştî tê mijûlkirin. Bi taybetî raya giştî ya Tirkiyeyê tê xapandin. Bi rojevên sexte, bi xebatên desthilatdariyê hişê civakê tê tarîkirin. Wisa nabe. Gelo ma siyasetmedar wiha nêz dibe? Ev çi nêzîkatiyeke siyasî ya hêsan û ji rastiyan dûr e! Ti aliyê wê yê were qebûlkirin, nîne.
EGER AZAD Û WEKHEV NEBE, MA MUZAKERE DIBE?
Bi kurtasî em vê bêjin: Rêber Apo dikare pirsgirêkê, her tiştê çareser bike. Eger kesek bixwaze tiştekê bike; eger kesek bêje, “em pêvajoya aştî û civaka demokratîk ber bi pêş bibin, ev şansek bû; vê yekê pêş bixin”, cihê lê pêş bikeve guhertina şert û mercên Rêber Apo ye. Gav bi gav, bi lez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê pêk were. Yanî çareserî li wir e. Niha hiqûqa xwişk-biratiyê dê were diyarkirin. Sîstema demokratîk dê were diyarkirin. Yanî li meclîsê heyet hene. Li aliyekê li ser navê Kurdan Rêber Apo, muxatabê sereke ye. Tevgera Azadiyê ya Kurd bûye muzakerevan. Divê ev jî tevlî vê pêvajoyê bibin. Gelo wê çawa beşdar bibin? Muxatabê sereke wê çawa muzakereyê bike? Gelo ma şert û mercên muzakereya azad û wekhev hene? Eger wisa nebe, ma muzakere dibe? Ji şert û mercên heyî yên li Îmraliyê re mirov dikare bêje muzakere? Ma muzakere wiha dibe? Gelo ma li cîhanê mînakek wê heye? Ma Rêber Apo bi tenê ye? Rêberê gelê xwedî 6 milyon kes. Ev qas têkoşîn kiriye; dinya bûye yek û êrîş biriye ser; nekariye têk bibe, afirênerê rêxistinbûnekê, xwediyê têkoşînekê.
Ev kar bi rastî jî wiha nabe. Dema tê gotin “Niha wê şervan çi bibin; çima nayên; çima çek nehatin berdan; çima tê astengkirin” em şaş dimînin. Ti aliyê vê yê cidî girtinê nîne. Em nikarin bêjin “ev mirov vî karî nizanin, fêm nakin; lewma wisa dibe”. Ev wê bibe heqaret. Em di ferqê de ne ku her kes pir bi aqil e, dersa xwe baş xebitî ye, li ser wezîfeya xwe ye. Wê demê çi dimîne? Ev tê wê wateyê guhertina zihniyet û siyasetê nîne. Daxwaza guhertinê nîne.
Niha min anî ziman; Bila pêşiya Rêber Apo were vekirin ku bikare siyasetê bike, bila bikare siyaseta azad bike, bila bikare xebata siyasî ya demokratîk bimeşîne, her tişt wê were guhertin. Çareserî ji Rêber Apo dibe.
Yê vê pêvajoyê ber bi pêş ve bibe, bi temamî Rêber Apo ye.
JI BO AMADEKIRINA CIVAKÊ TI HEWLDAN NÎNE
Baş e, di rewşa Rêber Apo de guhertinek nikare bê kirin? Lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî beriya 11 mehan got, bila bê Meclîsê bila bibe pêşengê DEM Partiyê, bila siyaseta demokratîk bike. Got, ‘Eger PKK wan biryaran werbigire’, ku PKK’ê di Kongreya 12’emîn a navbera 5-6’ê Gulanê de ew herdu biryar wergirt. Ev biryar di meha Gulanê de hate wergirtin. Li pey wê pêşketinên nû divê pêk hatiban. Eger bi rastî jî wisa were fikirîn, mesele civak wê xwe ji vê re amade bike. Em hewldaneke wiha nabînin. Li aliyê desthilatdariyê em nêzîkatiyeke wiha ya li hemberî civakê nabînin; em hewldanek wiha nabînin. Em rewşeke welê ku civak ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiya bi Kurdan re were amadekirin, nabînin. Hewldanek wiha nîne; nêzîkatiyeke wiha nîne.
Wê ji komîsyona li meclîsê re -15 roj man, meclîs wê dîsa vebe- bêje; “te çi kir?” Komîsyon jî wê bêje, “Min guhdar kir, em axivîn, me mijûl kir, me dem derbas kir!” Yan jî tiştên veşartî tên kirin; dê wan derxîne holê. Yanî tiştên wisa jî dibe? Dibe. Ji vê desthilatdariyê her tişt derdikeve. Tu wê binêrî bi gotina “me jî ev qanûn derxist”. “Qanûnên poşmantiyê” yên berê hebûn; qanûnên “teslîm bibe”. Dibe di nava amadekariyê de bin ku tiştên mîna wê bikin. Em nizanin, lê sankî vale nasekinin. Dizanin ku timî nikarin wisa bidomînin jî. Wê demê tiştên cuda difikirin. Çi dibe? Evane dibin.
Ez dixwazim vê bêjim: Heya niha gelek tişt divê hatiban kirin. Tê gotin ku “raya giştî divê xwe amade bike.” Ji bo amadekirina raya giştî, ti xebat nîne. “Dem pêwîst e.” Baş e, divê dem rast were nirxandin. “Qanûn pêwîst in.” Ji bo çêkirina qanûnan komîsyon hate avakirin. Wê nîqaş kiriba, xebata amadekariyê kiriba. Yek ji van jî nîne. Em dizanin ku, jixwe weke hiqûqî jî Komîteya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê wê biryar bide; li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê êdî divê Rêber Apo girtî nebe. Ev du sal in wextê girtîbûna xwe qedandiye. Ev zêde ye tê girtin. Mîna gelek siyasetmedarên ku li zindanê 30 salên xwe tejî kirine; wextê girtîbûna Rêber Apo jî tê zêdekirin û tê girtin. Gelo guhertina vê rewşê pir zehmet e? Na; weke hiqûqî jî bi hêsanî dikarî bike.
Hîn wêdetir; Serokkomar dikare vê bike, yetkiya wî heye. Gelek girtî berdan. Yên ji siyasetê jî hene. Mesele, em bêjin ku Serokkomar bi rastî jî vê dixwaze. Yanî bi rastî jî ji tiştên li Îmraliyê bi Rêber Apo re tên nîqaşkirin, bawer dike; divê pêvajo were pêşxistin. Ji bo vê jî divê şert û mercên Rêber Apo bên guhertin. Dikare vê di rojekê de bike. Dikare bi hêsanî mafê xwe yê teqdîrê bi kar bîne. Ji ber gelek sedeman bi biryarnameyekê dikare azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne. Eger bixwaze rêyên vê yekê vekirî ne û ji bo siyaseta xwe dikare bi kar bîne. Mesele di kesên din de bi kar tîne. Li vir jî bi kar nayîne. Çima me dixapîne? Em jî dizanin ku li vir mijûlkirin heye. Teqez wisa nabe.
Ez carek din bi zelalî bêjim: Gelek derdor vale vale nîqaş dikin. Civakê jehrî dikin. Zimanê wan mîna jehre. Ev hîna didome. Hîna hewl didin civakê bi gotinên nîjadperest, şoven û dijminê Kurd jehrî bikin. Ne xwişk-biratiyê; dijmintiyê pêş dixin. Ev rewşek xirab e. Em vê naxwazin.
Dewam dike…